Ji çapemenî û raya giştî re!
Li navçeya Qaxizmana Qersê li herêm geliyê Hacê ji aliyê Artêşa dagirker a tirk û hevkarên wê ve galgalên li zeviya çandina esrarê û çandina van a di bin destûra gerîlayên me tê belavkirin. Bi van gotin û galgalan dixwazin vê biavêjin stuyê me û bi riya gotinên artêşa dagirker a tirk û hevkarên wê dîsa bi riya çapemeniya wan dixwazin di derbarê tevgera me de şik û gûmanan ava bikin. Dîsa gotinên girtina erzak û cebilxaneyê gerîlayên me di çapemeniya şerê taybet de tê belavkirin.
Ev îddia dûrî rastiyêye û propagandayên bi xizmetê şerê taybet dikin. Divê gelê me û raya giştî ya bihistyar di vê mijarê de hişyar bin.
1 Cotmeh 2012
Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG'ê