HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Pergala cerdewaniya ya ji di berê ve artêşa dagirker a tirk li Kurdistanê weke amûreke şer bikartîne û weke hevkareke bingehîn dibîne, her diçe hildiweşe. Li gelek deverên Kurdistanê ev pergal ber bi hilweşîneke mezin diçe, li gel vê jî li hin herêman hewldanên cerdewaniyê peş dikeve. Di serî de di nava sînorên eyaleta Mêrdînê li gelek herêmên Kurd lê jiyandikin, dîsa li hin gundên gelê Ereb jî dimînin dixwazin cerdewaniyê pêş bixin.

Ji ber lêdanên bi bandor ên gerîlayên me û artêşa dagirker a tirk ên derbeyên mezin xwarine ji bo nebin hedefên gerîlayên me êdî li ser riyan li nuqteyên kontrolan cerdewanan bi cîh dikin. Bi taybet dijmin dixwaze li ser riyên navçeyên Mahsertê û Midyada Mêrdînê, navçeya Hezexa Şirnexê û di navbera Mêrdîn- Amedê de nûqteyên kontrolê yên cerdewanan bi cîh bike.

Dîsa di nava sînorên vê eyaleta me de li hin gundên navçeya Stewrê ya Mêrdînê de bi armanca êzing û komirê daristanan qut dikin. Tevî beriya niha ev rewş hatibû hişyarkirin, berdewamkirina vê xebatê ne rast e.

Di serî de di nava sînorê vê eyaleta me de cerdewanên di van nuqteyên kontrolan de cîh digrin, hemû cerdewan divê nebin amûrê leystokên qirêj ên artêşa dagirker a tirk. Dîsa ji bo neyên dijberî gerîlayên me divê di nava hewldanan de bin. Gelê me yê daristanan qut dikin jî divê hay jê hebin ku li beramberî erdnigariya Kurdistanê û gelê Kurd sûc dikin û divê dawî li vê xebatê xwe bînin.

29 Îlon 2012

Fermandariya Eyaleta Mêrdînê