ji gelê me û raya giştî re!
Li Şengalê berxwedanî bi çalakiyan berfireh berdewam dike. Li gor wê:
Di 3'ê Adarê êvarê saet di navbera 18:00 -19:00'an de, Gerîlayên me li hemberî çeteyên li derdora taxa Xeyr Nasir derketin operasyonê. Di encama pevçûna saetekê de sê çete hatin kuştin, du çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndarên çeteyan zêdetirin. cenazeyên 3 çeteyên hatine kuştin di destê hêzên me de ne.
Alvên Leşkerî yên li ser çeteyan hatine rakirin:
3 kalaşnîkov, 3 rext û gelek fîşekên wê, 5 bombeyên destan hatine desteserkirin
Piştî van çalakiyan hêzêm me yên Berxwedanê saxlem vegeriyane cihê xwe.
- Dîsa Di 3'ê Adarê bi şev saet di navbera 20:00-21:00'ê de li Şengalê balafirên şer ên koalîsyonê li sê nuqteyên çeteyan dan. Der barê encamên vê êrîşê de agahiyeke zelal bi dest neket.
4 Adar 2015
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê