HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Li Şengalê berxwedanî bi çalakiyan berfireh berdewam dike. Li gor wê:

1. Di 2’ê Adarê de vê sibehê saet nêzî 04.30’î li derdora taxên Xeyr Nasir û Kale çeteyên DAIŞ xwestin li hember çeperên Gerîlayên me bi du çeteyên çalakgerê xwekuj û bi sê wesayîtên bombebarkirî êrîşekê pêk bînin. Hêzên me yên Gerîla yek ji çeteyên çalakgerê xwekuj kuştin, ê din jî ku ket nav panîkê bombeyên xwe teqand. Du panzer û kamyoneteke bombebarkirî berî bigihêjin nuqteyên Gerîlayên me hatin teqandin. Di encamê wê de her 3 wesayit zu hatine teqandin. Di van êrîşan de 5 çete hatine kuştin.

2. Piştî êrîşên bombeyî çeteyên DAIŞ ji sê aliyan ve li taxên Sûka Jêr, Taxa Minare û Xeyr Nasir li hember hêzên me yên Gerîla û pêşmergeyan êrîşek dan destpêkirin. Di navbera Gerîlayên me ketin nav çalakiyê û çeteyan de ku şer û pevçûnan rû dan, 25 çete hatin kuştin, herî kêm 15 çete birîndar bûn. hat diyarkirin ku 12 cenazeyên çeteyan di destê Gerîlayên me dene li herêmên di bi kontrola Gerîlayên me de mane.

Di şer û pevçûnan de 4 kalaşnîkof, 4 raxt û gelek bombe hatin bidestxistin.

Di encama şer û pevçûnan de de ji hêzên pêşmergeyan di vê berxwedanê de şehîd ketine.

3. Piştî şer û pevçûnên dijwar balafirên hêzên koalîsyonê li hember nuqteyên çeteyan 5 bombardûman pêk anîn. Der barê encamên bombardûmanê de hê agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

2 Adar 2015

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê