HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

28 sal di ser 15’ê tebaxê re derbas bû. Em dikevin 29’an. Em vê rojê ku cejna vejînê ye li Rêbere Apo, gelê xwe û gerîla pîroz dikin. Bi pêşengiya fermandar Egîd (Mahsun Korkmaz) di têkoşîna azadiyê em hemû şehîdê xwe bibîrtînin. Em soza ya xwe ji bo bîranîna wan nû dikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ku tê wateya ji nû ve vejîna gelê kurd, li Kurdistanê bûye destpêka hemleya gerîlabûnê. T êkoşîna gerîlya ku ev 28 sale bênavber didome taba giseya bi mîlyonan û şoreşe Kurdistanê aniye asta pêkanîn. Têkoşîna şoreşyê ya ku bi pêşengiya gerîla tên meşandin di sala 2012’an de ji nû ve hatiye sazkirin û bi artêşa fedayî ya gerîlyan re dê Azadiya Rêber Apo û çareseriya Xweseriya demokratîk a Kurdistanê bi ser bikeve. Dewleta tirk û hikûmeta AKP ev saleke li Îmraliyê li ser Rêber Apo bê navber tecrîda girankirî dimeşîne. 

Li hemberî gelê me polîtîkayên qirkirina çand û siyasî didome û li dijî hêzên gerîlayên me hemû rêbazên îmhayê tê bikaranîn. Li hemberî van polîtîkayên qirkirinê ji meha tîrmehê ya sala 2011’an hate niha berxwendaneke mezin tê meşandin. Têkoşîna me ya gerîlatiyê ku bi pêşengiya heval Egîd di 19’ê hezîranê ji berxwedana Oremar û Şitazin dest pê kir û niha li Şemzînan û Çelê-Rindikê didome. têkoşîna me gihiştiye asteke nû. Gerîlayên me ew kirine bin kontrola xwe û bi terz û taktîka şerê şoreşgerî, şert û mercên xweseriya demokratîk li herêmê ava dike. Li qadên heyî de gerîlayên me serdest in. Hikûmeta AKP û Tayyîp Erdogan jî bi nûçeyên derew hewl dide rayagitşî bixapîne. Îdia dike ku ew li dijî gerîla bi hêz e. Lê ev ne rast e. Li Şemzînanê artêşa tirk û hikûmeta AKP’ê têk çûye. Gerîla bi ser ketiye. Ev jî nîşan dide ku dê 29’emîn sala 15’ê tebaxê dê çawa be. Em têkoşîna xwe dê bi ruhê 15’ê Tebaxê bilindtir bikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelê me vê cejnê bi coşeke mezin pêşwazî bike. Êdî tu kes serî li hemberî AKP’ê natewîne. Em ji hemû hêzên demokratîk ku têdikoşin re serkeftinê dixwazin.

14 Tebax 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê