ji gelê me û raya giştî re!
Weke ku tê zanîn gelê me ev sê sal in li Rojava û di sala dawî de jî li Başûr li dijî faşîzma DAIŞ'ê şerekî mezin ê berxwedanê dimeşîne. Ev têkoşîna bi heybet, di nava şeş mehên bihurî de ji navendên Kobanê û Şengalê hat meşandin û taliyê ev berxwedana destanî li Kobanê bi serketineke dîrokî bi encam bû. Ev serketin ne tenê ya gelê Kurd e, serketina tevahiya mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn ên di navbera modernîteya kapîtalîst û paşverûtiyê de hatine asêkirin e. Em afirînerên rasteqîn ên vê serketina mezin şehîdên xwe bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û careke din diyar dikin, ku em ê di xeta Apoyî ya wan temsîla wê dikirin, heta dawiyê bimeşin. Li ser vê bingehê em soz didin Rêber Apo, şehîdên Şengalê, tevahiya şehîdan û gelê xwe, ku em ê li Şengalê jî heman serketinê bi dest bixin.
28 Çile 2015
Fermandariya Şengal ya HPG