ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:
1. Di 26’ê Çileyê saet di navbera 17.30 û 19.00’an de hêzên me yên gerîla li derdora Taxa Sûka Jêr du çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin. Dîsa êvarî saet 20.30’î di encama çalakiyeke sûîqestê de çeteyek hat kuştin.
2. Di 27’ê Çile îro saet 00.30’î li navenda Şengalê li hember du wesayîtên çeteyên DAIŞ’ê yên di nav tevgerê de çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de ji di wesayîtên ku bi giranî hatin derbkirin windahiyên çeteyan nehatin zelalkirin.
3. Di 27’ê Çileyê îro, saet di navbera 05.00 û 06.00’an de li derdora Taxa Sûka Jêr komek çete yên di nav tevgerê de ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin. Ji mesafeke nêz ve koma çeteyan a hat ferqkirin bi çekên ferdî BKC û Kleşnikofan bi bandor hatin derbkirin. Li vir bi zelalî 8 çete mirin û 2 çete jî birîndar bûn. Ji çeteyên di nav komê de mirin yek serçeteyê bi navê Ebû Omer e.
4. Di 27’ê Çile saet 05.00'an li hember hêzên me yên Gerîla yên li derdora Taxa Berbiroj bi cih bûne, çeteyên DAIŞ’ê bi çeken giran û çekên namlu dirêj êrîş pêk anîne. Di heman demê de hêzên me bersiv dan êrîşa çeteyan. Di van êrîşên çeteyan de 2 Gerîlayên me Şehîd bûne.
Rêhevalên bi navê Erdal Welat (Salman Tolan) û Erdal Aryen (Şiyar Daîmî), rêhevalên me yên mîlîtan ên di têkoşîna berxwedana Şengalê de bi xwedî îdîayeke mezin cihê xwe girtine. Li hember vê wezîfeya dîrokî rêhevalên me yên xwedî hişmendî, zanebûn, fedakarî, biryar û ezmê, bi sekna xwe ya mînak terzê têkoşîna bi israr a mîlîtaniya Apoyî dewrî me kirine. Em soza ku vê wezîfeyê bigihînin azadiya Şengalê didin û diyar dikin ku em ê dilsozê şehîdên xwe bin.
Nasnameya Rêhevalên me yên Şehîd weha ne:
Navê Kod: Erdal Welat |
Erdal – Salman Talan
Navê Kod: Erdal Aryen |
Erdal – Şiyar Daîmî
27 Çile 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ