ji gelê me û raya giştî re!
Di van rojên dawî de li gelek qadên di bin kontrola me de ji ber xisûmeta hin kes, malbat û eşîretan hinek notên tehdîtê û nivîs li ser navê HPG’ê tên şandin, ev not qet ji aliyê me û fermandariya me ve nehatine şandin.
Devamını oku: Divê Ji Tevgerên Li Ser Navê Fermandariyên Me Re Hişyarbin
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa TC a dagirker, ji bo xebatên xwe yên zerardayîna xwezaya Kurdistanê zêde bike, li navçeya Erzîrom Şenkaya, navçeya Qers Sarikamiş û navçeya Erdexan Goleyê, darên daristanan dide birîn. Hêzên me li van herêman hişyariyên pêwîst dane. Yên ku van hişyariyan li ber çavan nagirin, sûc dikin. Divê ev hewldanên ku sûc e, tavilê bên rawestandin.
ji çapemenî û raya giştî re!
Li navçeya Dêrsimê Pîlemûrê di demên dawiyê de daristan tên birîn. Yê ku ev kiryarên zererdayina xwezaya Kurdistanê kirine Huseyîn Duzgune. Huseyîn Duzgûn û yên ku weke wîna van kiryaran wiha dikin divê dest ji van kiryarên sûc yên zerar dayîna coxrafya Kurdistanê berdin.
ji gelê me û raya giştî re!
ji ber sedemê dewleta Tirka dagirker bersiv û gavên pêwîst yên ji bo pêvajoya aştiyê ya Rêber Apo pêşxistî nade, di demên dawî de tevlîbûna refên gêrîla zêde bûye. Dewleta Tirka nikare pêşiya vê tevlîbûnê bigre. Vê dawiyê bi şixwilandian hinek malbatan, dixwaze xwestek û jimara ciwanên tevlî refên gêrîla dibin bixînin astek jêr.
Devamını oku: Îdîayên Revandina Zarokan Berhmên Şerê Piskolojîke
ji gelê me û raya giştî re!
Cerdevanên bajarokê Sêgirkê ê navçeya Şirnex Qilabanê û gundê Gite yê ser bi navçeya Silopiyê, hewl didin darên li daristanên vê herêmê bibirin. Li vê qada me ya Botanê, ev talankirina xwezayê ya ji aliyê artêşa TC a dagirker ve tê birêxistinkirin, di çarçoveya sûcê zerardayîna xwezaya Kurdistanê de cih digire.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Qetilkirina xwezayê ya li qada me ya Botanê ji aliyê artêşa TC ya dagirker ve tê birêxistinkirin, bi taybetî bi birîna daran dewam dike. Her wiha li qadên Çiyayên Cûdî û Gabarê bi zanebûn karê nêçirvaniyê tê kirin.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Nêçirvanî û Birîna Daran Ziyan Didin Kurdistan'ê