HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Yê ku efsûn bûna Agirê azadiyê meraq dikir ên ku dixwestin bibin baskek ji agirê azadiyê. Ew lêgerîna ji agir re her diçû mezin dibû. Mîna çîroka 4 pepûleyan li derdora agir govenda heqîqetê digerandin.

Baskê wan bi xweşikbûna azadiyê xemilî bû, pêl bi pêl. Lêgerînvanê wê rêyê baskek ji agirê azadiyê bû. Di Newrozan de Zekiye û Rewşen baskek din jî Ronahî û Bêrivan her diçûn ber bi azadiyê ve difiriyan. Ev azadî gihiştina heqîqeta jiyaneke wekhev, azadiya mirovatiyê bû. Efsunbûna “jin jiyan azadî ye” bû. Ew jiyan li derdora rêhevaltiya Viyan Soran ji nû ve zindî bû. Bi çalakiya xwe dixwest bibe yek ji rêhevala Rêber Apo. Îro ew baska ji Agirê Viyan Soran gihişte lûtkeya heqiqeta jina xwedewand a ku ji nû ve di axa xwe de xwe afirand. Hemû mirovahî, zindiyên ser rûyê erdê, asîman hemû kes bi wê heqiqeta nav û deng hesyan. Dema rêheval Viyan Soran baskên xwe li ser Xantûra rengin berê xwe dabû çiyayê mirada Cûdî bê navbar difiriya. Silav da xwedewanda zagrosan Inana, ew baskek ji Agirê azadiyê her diçû bilind dibû, ew Agirê pîroz bi Agirê Viyan Soran re bû strana li ser zimanê ciwanan. Bûne klam ber lorîkê dayikan di şevekî Sibatoka sar de diçirisin û dibirqin. Sterkên ezimanan heyva çardê şevê bû. Şahidê wê şevê û hezkirina xwe bê dawî kir, herdem ronî kir. Hemû zindiyan meraq dikirin, ew çi eşqa azadiyê Viyan geş dike û hembêz dike bi dil û hinavên xwe. Erê ew şev govend tilîlî digerandin. Tilîliya girîna jinên êşkişandî yên ku di girdavên zinarên asê de hatibûn avêtin, qetilkirin û kûştin. Ew govenda ku bi baskê hemû dil û hinavê xwe ve geş dikirin. Îro Viyan li herderê ye, îro Viyan di serê govendê de ye desmala kesk û sor û zer bi destane bi duruşmaya ez ê her geş bikim bibaskek ji Agirê azadiyê. Îro qêrîna Viyan Soran û bûyê milyon bi sitrana Cenga Heftanîn, Bazên Zagrosan re. Cihê berxwedana pîroz Heftanîn…

 

Çirûskek ji agirê te

 

Çirûskek ji agirê te, neqiş neqiş

Dixemilan Xantûra bedew cihê ligerîna te bû Xantûr.

Ew şev derguşa te bû Xantûr

Ew şev çirûskek ji agirê bedena te belav bû.

Li çiya, deşt û bajaran…

Wê şevê Kûlyê berfê dibariyan asimanan

Çirûskên agirê bedana te difirin esimanan

Hembêz dikê ji agirê bedena te iro mêvanê

Asoyên rûçkê kenê te bûm.

Çirûskek ji agirê te Şibatoka sar germ dikir

 

Her carê ew çirûsk silav da ji Arina Kobanê

Rizgar kir destê Daişê îro 26 çileye govend gerandin

Tilîlî dan rizgarkirin Kobanê ew çirûska bû meşale

Pêl bi pêl ket destê Avesta Xabûr, bû pêşenga berxwedaniya

Serdemê rizgar kir Efrin, milda milê keç û xortan ew çirûska

Berxwedaniya Heftanin, Zap, Metina, Avaşin waye îro govend

Gerandin kezyên xwe dirêj tiliyên bê dawî rihê Viyan pêçandin.

Parastin mina çirûskên bêdawi.