Xwedawendî ew pîrozbahiya ku îro jiyan watedar kiriye, nêzîkatiya wê ji xwezayê re, ji ajalan re berhewkirina gîha û mijûlbûna bi mirovan re, ew hiştiye ku hêza jiyanê şênber bibe.
Jiyana ku ayîdê jina xwedawend ya îro ew hêze hiştiye ku civaka etîk û estetîk derbikeve holê.
Îro ew civak bi fikîr û paradîgmaya Rêber Apo civaka exlaqî û polîtîk, di wê eksenê de adalet, hezkirin, azwerî, coş û kelecan hiştiye ku jiyan di şexsê jina xwedawend de rasteqîn bibe. Çalakiya jina xwedawenda despêka mirovahiyî bigre heya roja me ya îro zanista jiyanê gihişte asta lûtkeyê, jiyan bi derdora jina xwedewand ya azad de xweşik dibe û dibe heqîqet a pîrozbahiya bi salan de tê berdewam kirin. Ê vê jiyanê qebûl nakin, pîroz nabînin jî hene. Bi avayek hesud çav berdidin hêz û vîna jina xwedawend. Qurnaztiya herî kur, kirêt pêşdixînin. Hêz û aqlê jina xwedawend ji dest bixin. Desthilatariya zilam jinê kiriye mal û milk xwera pêşdixwe. Jina xwedawend dike amur, dike reklam. Heqîqet û cewhera jinê paşguh û berovajî dike.
Bi derketina Rêber Apo ev pergala yek dest û baviksalarê hat hilweşandin. Gerdun, cîhan û jiyan cardin tarîtiya hezar salan xilas dibe û dora jina xwedawend kom dibe. Bi formîla Rêber Apo bi pêşxistiye formîla “jin, jiyan, azadî” digihişe wê heqîqeta xwe. Tehlîlkirina Rêber Apo zanista jinê ango jineolojî û dîroka jinê derxistiye li ser rûyê cihanê.
Bi avabuna tevgera azadiya jinê re; ref bi ref jin pergala heyî ya desthilatar redkir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di çiyayên Kurdistanê de hêz û vîna jina xwedawend veşartî bu. Lê dema jin xwe gihandin çiyayan ew hêz û vîna xwe derxistin zanebunê û pişt re di şexsê şehîd Bêrîtan de artêşbuna jin, di şexsê şehîd Sara de birdoziya rizgariya jin, di şexsê şehîd Zîlan de partîbuna jin pêşket û destan dan nivîsandin. Rêber Apo destpêkê de hêza xwedawend di dayîka Ûveyş de dahurand û ev nirxandin kir: “Rastiya Jinê Rastiya Xwedawenda Azade.”
Rastiya jinê rastiya xwedawenda azade. Îro ew pratîka serkeftin di şexsê her du xwedawendên pêşeng yên demê de xwe da pêş. Rêheval Ruken Zelal û Sara Tolhildan du xwedawend bun hêz û vîna hemî kombuna sinerjiya hemu jinên tekoşer yên cîhanê. 26’îlona 2022’an li Mersîn Mezitli navenda dijminê dagirker û faşîst çalakiyekî dîrokî pêk anîn. Du xwedawendê azadiyê bi vîneke bilind, bi biryarekî xurt, ji bo ku tola hemî jinên cîhanê rabikin, xwe bi felsefeya Rêber Apo xemilandine, bi azweriyekî di asta jor de û rihê demê re xwe kirine yek. Bi cewhera xwedawendiyê de bi fedaiyetî ya PKK re xwe zanekirin. Zanebuna ku hêz û aqil bi erkên demê de ku girtine li ser milê xwe û dîrok di xweda zîndî kirin. Bun mîlîtanê dildarê tekoşîna Rêber Apo. Cardin rihê Zîlan, Zinar, Doga, Dîrok, Andok-Erîş, Eylem zindî kirin. Dijminê faşîst matmayî hiştin û mêjiyê dijmin perçe perçe kirin.
Rastiya jinê ya şerker Sara-Ruken rê nîşanê me ne. bune xwedî çalakiya bi serkeftî. Ev rêhevalên me, ev qehremanên me hertim ev doz bibîr û bawerbun, di jiyanê de sade, mutewazî; di şer de xwediyê vîn û hêzbun. Her kêlî xwe perwerde kiribun. Bi fikir û birdoziya Rêber Apo tevdigeriyan. Xwedî tijî ezmûnbun. Di jiyanê de, di şer de jî hertim di rêgezê rêhevaltiyê pêşengbun. Ew xwediyê fikir, zikir û çalakî bun. Ruken û Sara bun du xwedawendên heqîqetê. Îro şopdarê wan Cenga Xabur, Bazên Zagrosan, girê cudî û girê amediyê, Metîna, Avaşîn bi lehengî şer dikin. Ew şehîdên me yê leheng û rêya tekoşîna me hertim ronî kirine û ronî dikin. Sara û Ruken bun fermandarên deme, bun fermandarên şerê gelê şoreşgerî û bun canfedayê rêya heqîqetê…