Dibêjin dema ku rê te negihîne cihekî, te digihîne te. Wisa dest pê dikin û te dinivîsin rêhevalên te.
Wisa dest bi jiyana bi te re bûnê dikin di asoyên welatê xwe de. Di hêviyên wan de sibehên fireh hîna ranewestiyane. Wekî ku wêneyekî li berbangê bikşînin şad dibin, gava navê te tê gotin. Li ser lêvên wan bişkurî dişkivin. Hesreta salan ji bîr dikin û bi te re dikevin xewna azadiyê.
Li Serhedê bi dengê lorîna dayîkan ve ji xewê radibin ciwan. Li kirê Tendûrekê bi dengê çivîkan, li navsera Gilîdaxê bi dengê bazan dihesin. Heçko kilamekî nas ji min re dixwîne. Hemû jî dişibin dengê piyên şoreşgeran. Wekî rîtmekî li ber guhê min dikevin, di her kêliya hizirînê de. Ba, bager, baran û hemû xweza ji bo vê klamê hevkariyê dikin. Senfoniyekî nû ava dibe bi dengê te û rêhevalên te.
BER BI AZADIYÊ VE HÊSTÊN SERHILDANÊ
Serdem Wan di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Bêguman di dîroka tevgera azadiyê de Wan xwedî ciheke dîrokî û bi nirx e. Têkoşîna ku bi salan ji aliyê tevgera azadiyê ve tê meşandin bandoriyeke mezin li ser gelê Wanê kiriye. Ev doza rast û mafdar ku ji azadiya gelê Kurd hatiye destpêkirin, hiştiye ku li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê tevlîbûn di nava refên gerîla de çêbibin. Yek ji bajarên ku tevlîbûna xwe herî zêde çêbûye jî bajarê qedîm û dîrokî yê Wanê ye. Dagirkerên ku li hember welatparêziya gelê Wanê hêrs dibûn, bi hemû polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê ve êrîş li ser gelê Wanê dikirin. Ji asîmîlasyonê bigire heta qirkirinan, li ser gelê Wanê pêk dihatin. Lê gelê Wanê tu carî li hember van êrîşên hovane serî netewandiye. Her bi serbilindî di nava berxwedanê de têkoşîna xwe li hember dagirkeran daye domandin. Serdem jî di bajarekî wisa berxwedêr û serhildêr de tê dinê.
RIYA RÛMETÊ
Serdem di nava geleke bi vê rengê welatparêz de hatina dinê, ji bo xwe tiştekî herî pîroz dibîne. Lê tişta herî zêde ji bo Serdem zehmet bû, di dema zarokatiya xwe de ne axaftina zimanê dayika xwe û ne jiyankirina çanda xwe bû. Serdem jî wek her ciwanekî Kurd di nav zilm û zordariyê de mezin dibe. Serdem wan rastiyan dibîne û li gorî wê kesayeteke serhildêr di xwe de ava dike. Serdem hewl dide rastiya ku di nav civaka Kurd de tê jiyan kirin bi têkoşîna xwe fêm bike û dixwaze xwedî li nirxê gelê xwe derkeve. Di nav her çalakiyekê de cihê xwe digire û ji ciwanan re pêşengtî dike. Bi demê re êrîşên ku li ser gelê Kurd têne meşandin dijwartir dibin. Li her qadê ku êrîş çêdibe, dengê berxwedanê jî bilindtir dibe. Serdem jî di sengera herî pêş de, di nav serhildanê de cihê xwe digire. Lê tişta ku wan li ser lingan digirt dîsa tevgera azadiyê bû. Her ku Serdem mezin dibe bi xeyalên mezin û bi zanebûna xwe ya civakî xwe nêzî tevgera azadiyê dike. Serdem kêm be jî dizane ku civaka wî çima bindest e û ji bo çi tê qirkirin. Ev yek dihêle ku rastiya dagirkeran jî nas bike. Li hember polîtîkayên dagirkeran nikare çav û guhê xwe bigire. Ji bo wê jî yek rê heye ku ew jî tevlîbûna nava refên tevgera azadiyê ye. Bi bandoriya berxwedana Kobanê, Şengalê û şehadetên ku dihatin jiyîn, Serdem tevlî refên azadiyê dibe. Di sala 2015'an de Serdem bi erka xwe ya şoreşgerî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
HER TIŞT DEST PÊ DIKE
Şoreşgerî çiqas peyveke bi aheng e, dema li cem navê we be. Her ahengek dilê şopdarên we dilerizîne. Her yek ji ya din cuda ye û bê dubare herikîna xwe didomîne. Her ahengek behsa jiyanekê dike, bîranînên kûr di mejiyan de ava dike. Bi qasî ku ruh pê mest dibe, bi qasî ku her tiştên nexweş dide ji bîr kirin û bi azadiyê ve dide girêdan, xewnan dike rastî, rastiyan dike xewn. Êdî Serdem jî digihêje xewn û xeyalên xwe yên azad. Wê Serdem li ser van çiyayan bibe gerîlayê ku nayê ji bîr kirin, wê bi berxwedanî û rêhevaltiya xwe ya rast ve bibe rêzanê rêhevalên xwe.
Piştî ku Serdem derbasî çiyayên azad dibe, destpêkê perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne. Di perwerdeyê de di milê bîrdozî de xwe pêş dixe û dibe gerîlayekî şareza. Ji bo Serdem, rastiya Rêber APO nasîn, tevahî civaka Kurd nasîn e. Gerîla Serdem rastiya gelê Kurd di bîrdoziya ku Rêber APO ava kiriye de dibîne û digihîje heqîqetê. Bi xilasbûna perwerdeyê re derbasî qada pratîkî dibe. Yekem car pratîka xwe li qada Heftanîn dide meşandin. Heftanîn ji bo wî dibe naskirina jiyana gerîla. Di her kêliya ku li Heftanînê jiyan dike, ji bo xwe bi nirx dibîne. Ji ber ku Heftanîn di dîroka xwe de şahidî ji gelek lehengên ku bi qehremanî şehîd ketine re kiriye. Li ser axa Heftanîn şopa şervanên azadiyê heye. Serdem jî dixwaze li axa Heftanînê bi keda xwe şopa xwe bihêle. Serdem gerîlayekî afirîner û jîr e. Li ku derê pêwîstî hebe xwe digihîne wê deverê. Lewma Serdem vê carê berê xwe dide keleha berxwedanê, qada Metîna.
ZILMA GIRAN Û BERXWEDAN
Dema ku derbasî Metîna dibe, li Metîna berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin. Dagirker jî bi hemû hovîtiya xwe ve êrîş dibin ser gerîlayan. Lê gerîlayên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO xemilandine, di her çeperekî de bangawaziya berxwedanê dikin. Serdem jî ji bo ku xwedî li bangawaziya rêhevalê xwe yê berxwedêr derbikeve, berê xwe dide çeperê şer yê herî pêş.
Gerîlayê dilwêr Serdem li kêleka rêhevalê xwe yê berxwedêr di tûnelê şer de amadekariya çeperê şer dike. Ev fedakariya Serdem û azweriya wî ya tolhildanê bala tevahî rêhevalên wî dikşîne. Ew bi xwestek û dilgermiyeke pir mezin di nav jiyanê de, wek milîtanekî APOyî tevdigere. Dema ku milîtanekî tevgera APOyî xwe bi azadiyê ve girê bide, wê demê tu astengiyê nas nake, bi tevahî şaneyên xwe ve li pey jiyana azad dikeve. Ew ê mirinê nas neke, ew ê jiyaneke bi rûmet ji bo xwe hilbijêre, ew ê bîranîna şehîdên doza azadiyê ku xwe fedakirine timî zindî bike.
BER BI TE, BER BI RAMANEKÎ BÊ DAWÎ
Di nav tevgera azadiyê de pîvana rêhevaltî û xwedî li nirxê xwe derketin li lûtkeya herî bilind e. Her şehîdek li pey xwe şopdarekî xwe dihêle. Serdem jî şopdarê rêhevalê xwe yê şehîd e. Heta dawî jî li ser şopa cangoriyên nemir meşa xwe berdewam dike. Ji bo tolhildana rêhevalên xwe, serî li her rêbazê dide. Bi tarzê gerîlayê nûjen û pispor xwe pêş dixe, tevlî gelek çalakiyan dibe. Di her çalakiyê de serkeftinê bi dest dixe. Herî dawî jî sala 2019'an dema diçe ser erka xwe rastî êrîşeke dagirkeran tê û tevlî karwanê nemiran dibe.
Bi êşên elemgirtî ji xewnên bi tirs mîna zarokekî ji xewê radibin. Her xewnek wek xatirxwestinekî dubare dibe. Ber bi te, ber bi ramanekî bê dawî, ber bi xewnekî xilmaşî ve diherikin, yên ku bi xeyalên azadiyê serê xwe datînin ser balîfê. Xatir ji cihana bê we dixwazin û dikevin ser riya azadiya welat. Şehîdên ku pîvana têkoşînê ji tarîtiyê derdixin û wek mîras li pey xwe dihêlin, zarokên herî hêja û pîroz ên Kurdistanê ne. Serdem Wan jî bû yek ji nirxên herî hêja û pîroz ên gelê Wanê, gelê Kurdistanê û mirovahiyê.
