HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rojhat Zelal, ciwanekî Botanî, ciwanekî ku dilê wî ji bo azadiyê lê dide. Dilê wî zelal û pak e. Rûyê wî ji şewqa rojê ye.

Wî di têkoşîna xwe de berxwedan ji xwe re kiriye rêgez. Ew dizane ku li dijî înkar û wêrankirinê tekane rê berxwedan e. Ew rê jî ji çiyan derbas dibe.

Kesên ku xeyalên wan mezin in, ancax bi mezin jiyan kirinê dikarin xeyalên xwe pêk bînin. Bi mezin jiyan kirinê dikarin bigihîjin armanca xwe. Rojhat Zelal jî xwedî xeyalên mezin e, ji ber ku hedef û armanca wî mezin e. Ew dixwaze li ser şopa şehîdan bimeşe da ku xeyalên wan pêk bîne. Çavê wî derveyî azadiyê tiştekî din nabîne. Evîna wî azadî ye.

Ew Dide Pey Şopa Şehîd Zelal

Diljar Hazar bi navê xwe yê kod Rojhat Zelal li warê ku di dîrokê de timî li hember neyaran û zilmê serî hildaye, li navçeya Hezex a girêdayî Şirnexê, li gundê Bafê tê dinê. Di nava malbat û derdorekî welatparêz de mezin dibe. Di sala 1998'an de xaltîka wî Zelal li Botanê digihîje şehadetê. Rojhat jî di zarokatiya xwe de xeyal dike ku rojekî mezin bibe û bide ser şopa xaltîka xwe. Ew timî bi çîrokên qehremanên gelê Kurd mezin dibe. Ji ber vê yekê tevgera azadiyê hîn di zarokatiya xwe de nas dike. Di heman demê de, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne, hîn di temenê xwe yê biçûk de şahidiya vê yekê dike. Di heman demê de, şerê li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî berxwedaniya Kobanê, bandoreke pir mezin li ser dike. Rojhat dibîne ku bê têkoşîn û berxwedanî serkeftin nayê bi dest xistin. Çiyayên Kurdistanê ji bo xwe wekî çeperên herî bi ewle dibîne.

Wê çiya şahidiya qehremanekî din bike. Wê çiya hembêza xwe ji ciwanekî Botanî re veke. Di sala 2014'an de Rojhat Zelal li Botanê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîlayê azadiyê dibe.

Çiyayên Botanê Ji Xwe Re Dike Dayîk

Rojhat Zelal li Botanê perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne. Di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla dibe û dest bi pratîkê dike. Çiyayên Botanê ji xwe re dike dayîk. Her kevirekî, her darekî, her newal û kaniyekî herêma Botanê dixwaze nas bike. Rojhat bi wêrekî, dilpakî û durustiya xwe di nava rêhevalên xwe de tê naskirin. Di heman demê de milîtanekî dilnizm e.

Hîs kirin fêm kirin e, fêm kirin jî bi coş, bi kelecan, tije hest barkirî, keyfxweş bûn û azad bûn e. Rojhat Zelal jî li lûtkeyên çiyayê Botanê her tiştî hîs dike û bi xwezayê re dibe yek. Her gav xwe bi kelecan davêje, her gav xwe bi azweriyekî mezin davêje, her gav xwe azadiyê difikire û wisa davêje. Her henaseya ku dikşîne, hundirê xwe bêhna azadiyê digre. Li pêşiya xwe tu astengiyan nas nake û meşa xwe ya azadiyê didomîne.

Şehîd Ji Bo Wî Rênîşanê Herî Mezin in

Di nava tevgera APOyî de, ji bo ku mirov xwe bigihîne armanç û hedefa xwe, tekane rê xwe perwerde kirin û Rêber APO fêm kirin e. Rojhatê ku di her kêliya jiyana xwe de perwerdê ji xwe re dike rêgezek bingehîn, xwe di felsefeya Rêber APO de kûr dike. Her ku xwe perwerde dike, rêhevalên li kêleka xwe jî tiştê ku fêr bûye hînê wan dike.

Şehîd ji bo wî rênîşanê herî mezin in û ji bo tola rêhevalên xwe yên şehîd hilîne, timî di nava lêhûrbûnê de ye. Rojhat Zelal hertim xwe di nava lêpirsînan de derbas dike. Ji bo ku rêgez, pîvan û taktîkên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bê kêmanî pêk bîne, timî xwe perwerde dike. Ji bo ku derbên giran li dijminê xwe bixe, di warê taktîk de xwe pêş dixe. Li qada Botanê tevlî gelek çalakiyan dibe û bi çalakiyên xwe derbên giran li dijminê xwe dide.

Her ku di qada Botanê de digere, dizane ku li ser vê axê bi hezaran qehreman meşiyane. Ji bo li ser wê axê bîranîna wan qehremanan bide jiyan kirin, xwe di hemû milan de pêş dixe. Girêdanbûna xwe ya bi şehîd, ax, gel û rêberê xwe bi pratîka xwe dide nişandan. Her tiştê xwe ji bo vê axa pîroz, ji bo azadiya gelê xwe û ji bo azadiya Rêberê xwe bexşê têkoşînê dike.

Di Çavên Wî De Hêviya Azadiyê Dibare

Dilê wî wekî volqanekî ye, timî dikele; her ku dikele dibe lava, her dikele û tu bendan li pêşiya xwe nabîne. Bi girêdanbûna xwe ya rêhevaltiyê re xwe ji nû ve dixulqîne; ev dilê îradeya wî ji pola ye. Di çavên wî de hêviya azadiyê dibare. Di rûyê wî de tola salan xuya dike. Her ku çavên wî kûr û dûr dinêrin, di wan awirên wî de pêşeroja gelekî xuya dike. Gerîlayê wêrek Rojhat Zelal timî tiştê herî zehmet hildibijêre. Ew dizane zorî û zehmetî mirovan qewîm dike, dihêle ku mirov li ser lingê xwe bisekine. Ji ber vê yekê, wî çi karê zehmet heba, xwe pêşniyar dikir. Hertim bi dil û can diçe ser erka pêşiya xwe û bi awayekî serkeftî pêk tîne. Baweriya ku dabû avakirin, dihêle ku di karên pir girîng de rol bilîze. Rojhat Zelal di her karê xwe de dibe milîtanekî serkeftî.

Hertim morali wî bilind, coşa wî bilind û kelecana wî bê sînor e. Her rêhevalekî wî yê ku pê re bîranîn jiyan kiriba, wê bîranînê tu carî ji bîr nake. Hêza ku pê re heye, kelecana wî ya jiyanê û morala ku dida hawirdorê, dihêle ku hertim di dilê rêhevalên xwe de cih bigire. Her ku tiştên nû fêr dibe, xweşikbûnên nû li ser wî zêde dibin.

Ew Dibe Hêviya Gelê Botanê

Erdnîgariya Botanê ji xwe re wekî dayîkekê dibîne. Axa Botanê ya dewlemend jî di her alî de ji bo Rojhat dayîktiyê dike û wî diparêze. Ew dibe hêviya gelê Botanê.

Di vê têkoşîna pîroz de gelek qehreman, ji bo heqê gelê Kurd bi dest bixin, ji bo bibin mirovên azad, bi vê ve ji bo civakeke ku jê re rêz tê girtin ava bikin, berdêlên pir giranbuha dane. Canê xwe feda kirine. Xwîna xwe li ser vê axê rijandine. Ev axa zuha bi xwîna wan cardin geş bûye û jîn daye.

Rojhat Zelal jî gerîlayekî azadiya Kurdistanê ye ku wê bi xwîna xwe nehêle ev ax zuha bibe. Di dîroka navbera 8 û 11'ê Hezîrana 2018'an de, li Botanê, li qada Besta, Dewleta Tirk a dagirker operasyoneke berfireh a dagirkirinê dide destpêkirin. Di vê operasyonê de milîtanê APOyî Rojhat Zelal bi erka xwe radibe û bi rêhevalên xwe re berxwedaniyekî bêhempa didin meşandin. Li vê herêmê pevçûnên pir giran diqewimin. Di 3 rojên pevçûnê de, ku di bin êrîşên hewayî de didomin, ji wan yûzbaşıyek û polîsekî taybet re gelek leşker têne cezakirin. Di encama vî şerê giran de, Rojhat Zelal bi 8 rêhevalên xwe re heta dilopa dawî ya xwîna xwe berxwedidin, derbên giran li dagirkeran dixin û digihîjin asta şehadetê.

Wî Rehên Xwe Berda Nava Çiyan

Rojhat Zelal di baranê de bereket, di hembêza dayîka axê de bû şitlekî azadiyê. Wî rehên xwe berda nava çiyan. Di ava Botanê de bû kaniyeke ku qet zuha nabe. Ew li ser zimanê hozanan bû kilam, li ser lêvê zarokan bû destan, li axa zêrîn a Botanê de bû efsaneyek. Di têkoşîna xwe ya 4 salên têr û tije de her tiştê xwe ji bo azadiya gelê xwe razand. Bê rawestan têkoşîn meşand. Di dilê her rêhevalekî xwe de, di dilê gelê Botanê de bû lehengê axa welatê xwe.