Şopên Lehengên Di Nava Cenga Azadiyê De Gihiştin Bêmiriniyê, Riya Azadiyê Nîşan Didin.
Dengek bilind dibe li Kurdistanê, ev deng dengê berxwedan û serhildanê ye. Dengek bilind dibe li axa Medya ya pîroz. Birînên hezaran salan disekinin, êş, komkujî û penaberî disekinin. Kurdistan êdî lê her derê cîhanê diqêre, êdî tirs winda bû. Bayê dagirkeriyê ku bi dijwarî dihat êdî li hember Kurdan binketibû. Roj li axa Medya ya pîroz ji nûve dayîk dibe, dîsa hêviyên azadiyê ji nûve şîn dibin. Agirê Zerdeşt dîsa xwe geş dike li perestgehên pîroz. Ew rastiyên ku hatibûn tepisandin wê dîsa werin jiyan kirin, wê dîsa gavên ber bi azadiyê biavêjin, wê şer bikin ji bo azadiyê, wê serî netewînin li hemberî îxanet û dagirkeriyê.
Her dema ku Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve dihat dagir kirin, dengê serhildanan qet kêm nedibû. Kurdan êdî hinaseya Kurdbûyînê kişandibûn, êdî dem dema Kurda bû. Efrîna berxwedêr ji dijminê Kurdan re serê xwe netewandibû. Gelek lehengê xwe di oxira şerê serfiraziyê de ji bo welatê pîroz diyarî kiribû. Efrîn ji bo kurd û Kurdistanê bibû sembola azadî û berxwedaniyê.
Ji Deştan Ber Bi Çiyayên Azad
Dunya Dîcle ango Sozdar Dîlî Hesen li Şehbayê di nava malbateke Kurdperwer de ji dayîk dibe. Ew ji ber welatparêziya malbata xwe bi zanebûyîna rejîma Beasê ve mezin dibe. Di temenê xwe yê biçûk de bi siyaseta bişaftin û dij mirovî naxape û cewhera ku ji malbata xwe ya Kurdewarî girtiye diparêze. Dunya her ku mezin dibe jiyanê baştir fêm dike û dest bi lêkolînan dike. Jiyan û têkoşîna gerîla her tim ber çavên wê ye û pir bandor dibe.
Ew her di nav meraqan de ye ku di çiyayên Kurdistanê de keç û xortên Kurd çawa jiyanek nû diafirînin. Şoreşa ku di pêşengtiya şervanên gelê Kurdistanê de pêş dikeve û şerê bi şeklekî fedaiyane tê meşandin bandoriyeke gelek mezin li ser ciwanên Kurd dike. Dunya jî wekî keçeke Kurd ji nêz ve şahîdiya vê şoreşê dike.
Çeteyên ku bi hovane êrîşî gel dikin, li hemberê xwe şervanên APO’ yî ku bi fedaiyane şer dikin dibînin. Şervanên azadiyê li Rojava şerekî dîrokî li hemberî çetayan didin meşandin. Ew bi ser çeteyan de diçin û wan dagirkeran li ser axa Rojava gav bi gav paqij dikin. Ev lehengtiya ku derdikeve hole Dunya pir bandor dike. Ew di encama vê bandoriyê de gav bi gav dikeve ferqa êrîşên li ser nasnameya gelê Kurd. Ji ber van rastiyan û di encama lêhûrbûnên kûr de ew biryara tevlîbûnê dide û di sala 2016’ an de beşdarî nava refên têkoşînê dibe.
Dunya di şerê li hemberî çeteyan de rolekî pir girîng dilîze. Ew xwe di warê leşkerî û birdozî de di her gavekê de bipêş dixe. Di nava refpn şoreşa Rojava de hemû erkên ku dikeve ser milê wê bi serkeftî bi cîh tine. Ji bo layiqî keda Rêber APO û şehîdan derbikeve berê xwe dide wargeha lehengan, çiyayên Kurdistanê.
Meşa Ber Bi Girê Amadiyê
Çiya ji bo gelê Kurd û Kurdîstanê bûye perestgehên azadiyê. Di her dema ku li ser Kurdan êrîşên dagirkirin û qirkirinê çêdibe, Kurdan tu carî serê xwe netewandin û di wan çiyayên asê de sengerên rizgariyê çêkirin. Bi çekên di destê xwe de û bi hêrsa di dilê xwe de mezin kirin di wan sengeran de şerê rûmetê meşandin. Jina tolgir Dunya jî bi vê zanebûyînê ji deştên Rojava ber bi çiyayên azad ji bo rûmetê meşiya û gihîşte perestgeha gerîlayan.
Dunya dema ku tê herêmên ceng û berxwedanê û bilindahiya wan çiyayên bi heybet dibîne pir kêfxweş dibe. Ew dixwaze li ser wan lat û zinaran sekneke Zîlanî di xwe de ava bike. Li ser vê esasê yekser derbasî saziya hêzên taybet dibe. Bi sekna xwe ya fedaî û bi biryardariya xwe ve derbasî keleha berxwedanê Girê Amediyê dibe.
Ew Li Rojavayê Zapê Wek Zîlanan Têdikoşe
Dunya li girê amediyê perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne. Di vê perwerdê de gelek ezmûnan bi dest dixe, serweriya xwe li ser teknîk û çekan çêdike. Di perwerdê de hevalê xwe bi baldarî, bi xwestek û bi meraqeke mezin guhdar dike û xwe zû fêr dike.
Dunya li keleha berxwedanê perwerdeya xwe serkeftî bi dawî dike û dibe gerîlayeke pispor di nava hêzên taybet de. Ew ji bo li ser şopa fedayî û pêşenga mezin Zîlan bimeşe û bibe layiqê fedaiyên azadiyê, bi hemû hêza xwe ve tevlî kar û xebatên girê amadiyê dibe. Ew bi fedekarî û rûkeniya xwe ve di dilê her hevalekî xwe de cîh digre, bi heskirina xwe ya jiyanê re û bi girêdanbûyîna armanca xwe ve her di nav lêhûrbûyînan de dibe. Li gorî vê jî xwe tevlî jiyanê dike.
Di şopa her şehîdekî de vîn û hêviyek nû şîn bûye. Her şehîdek bûye rêzan ji bo yê pişt xwe û ji wan re riya azadiyê vekiriye. Her şehîdek li çiyayên pîroz bûye şewqa azadiyê. Şewqa wan lehengan di asîmanên reş û tarî de hêviyên azadiyê bilind dike. Her ku diçe şewqa wan geştir dibe. Wan lehengan şitlê hêvî û azadiyê bi xwîna xwe çand. Ew li her çar hêlên welat de bûne nîşana azadiyê.
Gerîla Dunya bi hewldan û daxwazeke mezin li hemberî hemû zor û zehmetiyên qada Zap ê, xwe bi îradeya APO yî li ser piyan digre, sekneke hêja raber dike û bi vîna xwe dibe parçeyek çiyayên azad.
Şerkera Cenga Şehîd Savaş Maraş
Ji zarokatiyê heya gava ber bi azadiyê, Dunya her çîrokên bi êş dibihîse. Li welatê pîroz her dem şer û pevçûn e. Ew rojên bi êş paşde dimîne, roj ji nû ve bilind dibe. Ew rastiyên ku hatibûn tepisandin ji nû ve tên jiyan kirin. Waye îro hezaran keç û xort şer dikin ji bo serfiraziya welat. Wek şitlên ku nû şîn dibe, erd qelişandin û derketin li ser rûyê erdê. Bi îradeyeke pir mezin lat û zinar kolandin, kirin keleha berxwedanê, gerîlaya leheng Dunya jî li wan kelehên berxwedanê, li hemberî dagirkeran şer dike, li berxwe dide û roleke mezin di cenga Şehîd Savaş Maraş de dilîze.
Artêşa Tirk di şerê bi armanca xelaskirina tevgera azadiya Kurdistanê de êrîşên gelek berfireh dabû destpê kirin. Ev şerê qirêj li gelek qadên gerîla bi dijwarî didomiya. Artêşa Tirk bi operasyoneke berfireh dixwest li Zap, Heftenîn, Metîna, Avaşîn û Xakurkê hêzên gerîla tasfiye bike. Lê êrîşên dagirkeran li hemberî amadekariyên gerîlayan ve bi şikandineke mezin re rû bi rû dihat û li qadên azadiyê şerên pir dijwar diqewimî. Dewleta Tirk her ku êrîş dikir, gerîlayên cenga Şehîd Savaş Maraş jî derbên hîn girantir li dagirkeran dixistin. Wê Dewleta Tirk bi neçarî û bi mixabinan binketina xwe yê cenga Xabur û cenga Şehîd Savaş Maraş eşkere bikira.
Dunya bi ezmunên ku ji pratîka girê amadiyê de girtî, di aliyê sekvantî de rolekî pir mezin li hember binketina dijmin de dileyze. Ew li Zap ê gelek fermandar û şervanên hêja nas dike û ji sekna wan pir bandor dibe. Dunya pir kêfxweş dibe ku di sengerên girê amadiyê de bi wan rêhevalên hêja û fedai re rêhevaltiyê dike û şer dike.
Xatir Xwestina Xwedawenda Leheng
Dunya di sala 2024’ an de di êrîşeke dewleta Tirk de digihêje şehadetê û tevlî karwanên nemir ên Kurdistanê. Dunya bi hemû dilnizmiya xwe, di karên herî zor û zehmet de, bi fedakariyeke mezin beşdarî nav kar û xebatan dibe. Ew li hemberî hemû zor û zehmetiyên li qada Zap ê wekî mertalekê disekine û ji hemû pirsgirêkan re dibe xwedî hêza çareseriyê. Ew bi rûkenî û hevaltiya xwe ya samîmî ve ji hemû hevalên xwe re dibe mînaka rêhevaltiya rast.
Bila girê amediyê behsa lehengtiya te ya di nav şer de bike. Bila girê bahar bêje ka te wan leşkerên xwe firoş û tirsonek çawa hedef girt û derb lêda. Bila ew şîvereyê ku tu tê de meşiyayî vebêje, bila ew şopên te yê giranbuha vebêje. Bila şkefta birîndara vebije, bila girê Şehîd Pîrdoxan bêje û vebêje evîna te. Bila her çar hêlên Kurdistanê re bêjin ka tu çendî lehengî. Bila stêrkên asîmanên bê deng bêjin xewn û xeyalên te yê pîroz. Bila bêjin ji egîdên Kurdistanê re ku tola Dunya yê APO’yî li erdê nehêlin.
