HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Botan, navê bi êşên hezar salan e, hêvî û hesretekî welatek azade. Wana li ser axa Botanê ji bo azadiyê, bi salan li hemberî zor û zehmetiyan, dagirkerî û hovîtiyê şer kirin.

Di destpêka dîrokê de rihê berxwedaniyê heya roja me ye îro li Kurdistanê wek agirê Newrozê her geşbûna xwe domandiye.

 

Kurdistan dergûşa mirovahiyê ye, Kurdistan warê Zerdeştê kal, Kawa û Îbrahîma ye. Kurdistan axa pîroz a gelê Kurde. Li ser vê axê bizrên jiyana bi rûmet hatiye çandin. Gelê axa pîroz hertim bi axa xwe ve girêdayî, jiyanek bi rûmet domandin. Ti carî bi dek û dolabên dijmin nexapiyan.  Egîdên axa pîroz her li ser rêya Şerzanên çiya bûne û bûne şopdarê wan lehengên çiyayî.

 

Li Botana Berxwedêr Tevlî Refên Azadiyê Dibe

 

Zeynep ÖZKAN  ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye, di Cizîra Botan de çavê xwe di nav malbatek welatparêz de vedike. Ji  ber malbata Axîn cerdewantiyê qebûl nake di salên 1993’ an de dewleta tirk bi hovane  êrîşî gundê wan dike, gund dişewîtîne û gelê li wir bi zorê ji warê wan derdixîne. Malbata ÖZKAN her çiqas ji warê xwe dûr dikeve jî, lê dîsa çand û zimanê xwe diparêze. Zeynep ÖZKAN dema hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de ye bi veguhestinên malbata xwe hovîtî û dagirkeriya Dewleta Tirk dibihîse û li gor rastiya heyî tev digere. Zeynep her bi çîrokên gerîlayan ve mezin dibe. Zeynep gerîlayên azadiyê wek qehremanên Kurdistanê dibîne û her xeyal dike ku rojekî bibe yek ji wan qehremanên Kurdistanê.

Di salên 1990’ an de ji malbata Zeynep gelek kes beşdarên nav refên azadiyê bûne. Di nav malbata welatperwer de navê wan qehremanan her li ser zimanan e. Zeynep ji wan çîrokên ku tê gotin pir bandor dibe. Demekî ji gerîlayên azadiyê re mîlîstiyê dike. Di vê pêvajoyê de rastiya Rêber APO û gerîla ji nêz ve nas dike. Bi heman awayê Demekî ji aliyê Dewleta Tirk ve tê girtin. Di zîndanê de dijmin her çiqas bi zordariyan li ser Zeynep de biçe jî,  lê jina leheng gav paş de navêje û bi rihê Mazlûman li ber xwe dide. Zeynep demek şûnde ji zindanê derdikeve û ji bo xeyalê xwe yê zarokatiyê pêkbîne navê xwe dike Axîn Gabar û li Botana berxwedêr beşdarî nav refên azadiyê dibe.

 

LI BOTANÊ BER BI GENDÎLA PERESTGEH

 

Kurdistan, hemû xweşikbûyînên bihûştê di nava xwe de dihewîne. Kurdistan cîhê ku destpêkê mirovahiyê lê  jiyan kiriye û cîhê civakbûyinê ye. Mîlîtana APO’ yi Axîn Gabar demek li Botanê dimîne şûnde ji bo perwerdeyên di mile leşkerî û birdozî de pîspor bibe, derbasî Herêma Qendîlê dibe. Bi coş û kêfxweşî jiyana xwe ya nû pêşwazî dike. Ji bo ku xwe di warê leşkerî û Ramanên Rêber APO’ de zû pêş bixe, her di nava hewldanan de ye. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî xilas dike, bi kelecaneke pir mezin beşdarî nav xebatan dibe.

Li welatê rojê her roj ji bo jina leheng Axîn vejînek nû ye. Bi dil û can jiyana pîroz a gerîla himbêz dike û xwe pê re dike yek. Axîn 5 sal bê navber li Qendîlê tekoşîn dide meşandin. Di nav 5 salan de gelek ezmûnan bi dest dixe. ji bo ku layiqê şehîdan bibe fedekartiyeke pir mezin raber dike.

 

Dibe Şopdara Fermandar Vıyan Soran

Di sala 2019’ an de Dewleta Tirk li Heftanîn, Xakurkê û li gelek deverên Zagrosan operasyonên dagirkerî û qirqirinê dide destpêkirin. Axîn jî ji bo di vê cengê de cîhê xwe bigre derbasî herêma Behdînanê dibe. ji bo ji pêvajoyê re bibe bersiv, derbasî akademiya Hakî Karer dibe. Bi samîmiyeta xwe dibe mîlîtanek mînak a APO’ yî. Bi hevaltiya xweyî germ jiyana bi wate dike, dixemlîne û dibe fermandareke ciwan. Bi ezmûnên 5 salan ji her pirsgirêkê re dibe hêza çareseriyê. Axîn bi rihê şoreşgerekî nêzî erk û jiyanê dibe. Piştî ku perwerdeya xwe  bi serkeftî xilas dike derbasê qada cenga Heftanînê dibe.

Meşa azadiyê dirêj, zor û zehmete, barê Kurdistanê li ser pişta wan lehengaye. Bi hêviyeke pir mezin ber bi serkeftinê dimeşin. Roj û şev derbas dibe, ew gund û bajar, deşt û çiya derbas dikin. Lûtkeyên Pîrbûla, Partîzan û Geliyê Pîsaxa bi heybeta xwe ve Kurdistan xemilandiye û her li benda wan bûye.

Gerîla Axîn li Heftanînê, li ser şopa fermandara fedaî Viyan Soran dimeşe. Li Heftenîna rengîn di bin pêşengtiya fermandar Hêjar Zozan û Bargiran Erkendî de beşdarî kar û xebatên şoreşê dibe. Bi samîmiyet û fedekartiya xwe, baweriya hevalê xwe bidest dixe. Di demeke kurt de li Xantûrê berpirsyartîyê hildigre û ked û fedekariyeke mezin raber dike.

Di sala 2019’ an de Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe bidomîne li Heftenînê dest bi operasyoneke nû dike. Şehîdbûna rêhevalên wê hêrs û kîneke mezin di Axîn de ava dike. Ew dixwaze tola hevalên xwe rake û tevlî berxwedaniyê bibe. Fermandar Axîn weke gerîlayeke pispor tevlî cenga Heftenînê dibe. Bi pêşengtiya fermandar Bargiran Erkendî de gerîlayên wêrek di cenga Hefanînê de çalakiyên pir dijwar li hemberê dagirkeran pêş xistin.

Kîna dilê jina leheng her ku diçe kûrtir dibe. Xeteriya dagirkirina Başurê Kurdistanê, wÊ gelek bandor dike. Axîn li Heftanînê kîna xwe ye bi salan di çalakiyan de li hemberê dijmin pêk tîne. Ew li Heftanînê gelek erk û berpirsyartî hildigre ser milê xwe, hemû erkê xwe bi serkeftî bi cîh tîne. Ew ked dayînê weke mîrasê rêhevalên xwe yên şehîd dibine û li heftenînê jî xwedî li mîrasa şehîdan derdikeve.

Li girên Heftanînê bi tilîliyên xwe ve tirs dixe nav leşkerên dagirkeran. Fermandara dilwêrek Axîn Gabar, bi rihê Zîlanî xwe bi serkeftinê ve dike yek. Ew meşa ku ber bi azadiyê ve davêje bawer e. Lewma gavên saxlem û şopên giranbiha dihêle. Ji bo ku bibe rêhevaleke rast yê Rêber APO hertim di nav hewldaneke mezin de ye.

 

Şîvereyên Besta Û Çirav Li Benda Jina Leheng Axînin

 

Axîn li heftanînê erkên xwe bi serkeftî bi cîh tîne. Ji bo ku xwe di xeta Berîtanan de kûr bike derbasî Akademiya Şehît Berîtan dibe. Di pêvajoya perwerdê de, bi tevlêbûyîna xweyî xurt ve bala hemû rêhevalên xwe dikşîne. Bi nîqaşên xwe yê têr û têjî ve hemû hevalên xwe re dibe mînak. Xwe di Paradîgmaya Rêber APO de kûr dike û cewhera jin hîn zêdetir nas dike. Tecrûbe û zanabûyînên ku ji Akademiya Şehît Berîtan de digire di jiyana wî de dibe rûpelek nû, ew êdî ji hemû pratikan û qadan re amadeye. Axîn ji bo ku qirkirina li ser gelê Kurd bide sekinandin vê carê jî berê xwe dide botanê.

Ji çîya heya rûbarên Botanê, welat benda wan lehengan e. Şopê wan di şîvereyên çirav û besta de destpê dike. wan lehengan tovên azadiyê bi xwîna xwe avdan. Meşiyan ber bi azadiyê, meşiyan ber bi tavê. Li her çar hêlên Kurdistanê şer kirin. Ne bahoz û baran, ne jî berf û baran. Tu astengî nekarî wan lehengan bide sekinandin.

Axîn Gabar, şev û roj dimeşe. Tî, birçî û westiyayî. Heta ku digihêje Botanê dimeşe. Demek şûnde digîhêje warê pîroz Botanê. Dema gava destpêkê li Botanê diavêje, gundê wan yê ji aliyê Dewleta Tirk ve tê şewitandin, tê bîra wê. Her ku gavan davêje kîna wê hîn zêdetir dibe. Axîn Gabar bi serfirazî li botanê beşdarê jiyanê dibe.

 

Xatır Xwestina Ji Axa Bav Û Kalan

 

Axîn Gabar xwe di pratîka zor û zehmet a Bakurê Kurdistanê de zû adapte dike. Ew bi şerkeriya xwe û dilnizim bûyîna xwe ve di dilê hevalê xwe de cîh digre. Axîn her roj di lêhûrbûna çawa dijmin bibinbixe deye û her di nav hewldanan vê deye. Di 19’ ê hezîrana 2024’ an de li herêma Mawa Dewleta Tirk operasyoneke berfireh dide destpê kirin. Di pevçûnan de Axîn wek lehengekê li hemberî sedan leşkerên dagirker şer dike û derbên giran li dijmin dide. Heya fîşeka xwe ye dawîyê liberxwe dide. Her ku dijmin Bangawaziyên teslîmiyetê dike jî Axîn dîsa wek teyrekî baz dagirkeran nêçîr dike. Dema ku cebilxaneya wê xilas dibe û paş de vedikişe, digîhêje şahadetê.

Jina leheng Axîn Gabar, bi çiyayên Botanê re bû rêheval. Ew gav bi gav li Qendîlê heya Heftanîn, Behdînan û Botanê, bi azwerî meşiya û wek baraneke dijwar li ser dijmin de bariya. Ew bû navê berxwedanê, ew bû lehenga Kurdistanê.