HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

  Hevrê Mehmet Karasûngûr ê sala 1947’an li gundê Darabiyê yê girêdayî navçeya Gêxî ya Çewlikê hatiye dinyayê, dibistana seretayî li gund, a navîn û lîseyê jî li Çewlikê qedand, li Enstîtuya Perwerdeyê ya Erziromê Beşa Matematîkê xwend.

Karasûngûr ê wek rewşenbîrekî ku wezîfeya xwe didomand, gelek caran tê sirgûnkirin. Sala 1975’an tayîna wî ji bo Lîseya Çewlikê çêdibe.

       Mehmet Karasûngûr ê ji nêz ve bi gelek pirsgirêkan re mijûl dibe, ji vekirina Şaxa TOBDER a Çewlikê re pêşengî kir û di nav yekemîn endamên rêveberiya wê de cih digire.

Karasûngûr ê bi mamostatiyê debara malbata xwe dike, li gel vê hewl dide alîkariya madî bide hevalên xwe jî. Ji ber xebatên şoreşgerî yên zêde sala 1976’an ku tê girtin, li qereqolê ji ber li midûrê polîsan dide, rastî îşkenceke giran tê. Hevrê Mehmet Karasûngûr li Çewlikê di pêşxistina têkoşîn û bîrdoziya Apocî de xwedî rolekî diyarker e. Karasûngûr sala 1978’an dest ji mamostatiyê berdide û bi temamî dibe şoreşgerekî profesyonel.

Hevrê Karasûngûr ku bi awayekî aktîf tevlî xebatên avaki-rina PKK‟ê dibe, di şekilgirtina pêkhatinê de jî di refên herî pêş de ye. Li qadên rêxistinî, siyasî û leşkerî wezîfeyên girîng ku hildigire, wek pêşengekî Tevgera Azadiya Kurdistan wan erk û wezîfeyan bi serketî tîne cih.

Hevrê Karasûngûr bi taybet di berxwedanên Hîlwan, Siwêregê de di dîroka têkoşîn û berxwedana gelê Kurd de xwedî cihekî pir girîng e, berxwedanê rêxistin dike û heman demê fermandarê pêşxistina têkoşîna li van qadan e.

Fermandarê mezin Karasûngûr piştî darbeya faşîst a 12‟ê Îlonê ku derbasî Îranê dibe ji bo têkilî û tifaqên li ser navê Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya modern a li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistan û parçeyên din ên welat jî xebatan dimeşîne. Karasûngûr di dawiya 1980 de derbasî qada Lubnanê dibe û li wir di navenda xebatan de cih girtiye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Karasûngûr, timî li xeta pêş a şer, wezîfeyên herî zor û zehmet ku girt ser xwe, li qada Lubnanê piştî amadekariyeke berçav sala 1982’yan derbasî Başûrê Kurdistan dibe û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd pêk bê, dest bi wezîfeyên pir girîng dike.

Karasûngûr ji bo şer û pevçûnên li vê qadê yên di navbera hêzên Kurd de rawestîne, bêsekn bi ezm û îradeyeke mezin bi şev û roj dixebite.

Fermandar Karasûngûr ku feraseta partiya me di asta herî jor de temsîl kiriye, ji bo afirandina tifaqên pêwîst gavavêtinên mezin pêş xistine.

Di pêvajoyeke ku pirsgirêka yekîtiyê û berxwedanê bi awayekî herî dijwar xwe ferz dikir, şer û pevçûnên ku birîneke herî bi êş a gelê Kurd e, di navbera hêzên Kurd de didomiyan, ji bo rê li ber rijandina vê xwînê bigire û yekîtiyeke neteweyî bê avakirin, fermandar Karasûngûr ketibû nav hewldaneke mezin.

Mehmet Karasûngûr dema ev xebata xwe dimeşand, 2’yê Gulana 1983’yan de di pevçûneke komplowarî ya di navbera hêzên Kurd de bi hevrê Îbrahîm Bîlgîn re li çiyayê Qendîlê şehîd dibe û tevlê karvanên nemiran dibe.

Nasnav: Xalid

Nav û Paşnav: Mehmet Karasûngûr

Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1947/Gundê Darabiyê-Gêxî-Çewlik

Navê Dayikê: Zîncan

Navê Bav: Huseyîn

Dîroka Tevlîbûnê: 1977