Di welatekî ku rojê xwe ji esmanên wê kişandiye, hêyv lê nake ronî û ziman di nav de bi eslê xwe wernagere me çavên xwe li kulekek piçûk a ronahiyê daniye.
Heta bixwazî piçûk lê dîsa jî çavên me jê nabihûre. Ji wê kuleka piçûk a ji her derê welat xuya ye hêviya esmanek şîn û tavî dadiwerive hemû hewş, kolan û dilên bê hêvî. Bi vê hêviyê ronî dibe hemû quncik û eywanên tarî û çavên zarokên welat. Bi vê hêviyê tije dibe hemû dilên reşbîn û mejiyên xwe li xulamiyê qayîl anîne. Vê hêviya xwe ji kulekek piçûk dawerivandiye wê me ji vê reşbînî û ji vê mirina hêdî hêdî bifelitîne û rizgariyê bike xelat. Di zû de ye destê me ji vê hêviyê hatiye qetandin û ya li me hatibû ferzkirin gund, bajar û esmanek vala bû. Lewma em bi hezaran dikarin dilê xwe bi vê hêviya piçûk tije bikin û di nava dilê xwe de mezin bikin, lewma destê me jê nagere. Çimkî ew navê xwe hêvî laşê xwe welatek azad, jiyanek azad, zarokên azad û esmanek tavî ye. Çimkî ew e ya ku me li cewherê me, li welatê me vegerîne, çimkî ew e ya ku me ji derbederî, mirin û qetlîaman rizgar bike.
Bi avabûna partiya Karkerên Kurdistanê re hêviya jiyana azad xwe li paytext û hemû gund û bajarên Kurdistanê belavkiribû. Wekî ku ev bi sedan salane li bendê ye, gelê Kurd partiya PKK’ê, şervanên wê û doza wê pêşwazî kir. Bi vî awayî her ku çu li seranserê Kurdistanê PKK bû tekane hêviya jiyana azad. Gelê Kurd deriyên mal û dilên xwe li tevgera azadiyê vedikirin û xwe têkil vê herikîna azadiyê dikirin. Yek ji wan malbatan malbata Ûmît Tarhan bû ku li Ameda Paytext deriyên dil û mejiyê xwe ji bo tevgera Azadiyê PKK’ê vekirin.
Ûmît Tarhan di nava malbatekî ku bi avabûna PKK’ê re hêstên xwe têkil Tevgera azadiyê kirî û welatparêz de, sala 1985’an li Amedê çavên xwe li dinê vedike. Ji malbata Tarhan ji ber dildarî û dilsoziya bi PKK’ê re gelek tevlibûnên li nava tevgera azadiyê çêdibin. Ûmît tarhan jî bi welatheziya ku ji malbata xwe wergirtî şahidî ji van beşdarbûnan re dikir. Lewma wê ev tevlibûn kevirên destpêkê yên beşdariya wî jî lê bikira.
Ji ber welatperweriya malbatê her ku diçûn zextên dewleta Tirk jî zêdetir û tundtir dibûn. Di çavên neyaran de hêviya malbata tarhan li hinavên xwe dawerivandî weke tawana herî mezin dihat dîtin. Lewma jî zext û gefên dewleta Tirk dikir her diçû dijwartir dibû. Ûmît jî ji nêzve dibû şahidê vê zilma dijminên xwe û di nava vê zilmê de, bi nirxên qedîm ên civaka Kurd mezin dibû.
Ûmît di temenekî ciwan de neçar dimîne ku koçî welatên Ewropya bike. Lê eşqa welat a wî li hundirê xwe ragirtî nahêle ku ew bi jiyana Ewropayê re bibe yek. Wî 15 salan di nava dibistanên Tirkiye û Ewrûpayê de xwend û li zanîngehê di beşa Elektrîkê de perwerde dîtîye. Wekî ciwanekî jîr û zana lêgerînên wî jî di wan salên ku xwendewane de destpê dike. Lewra ew Kurdeke û weke her zarokeke Kurd kêmahiya Azadiyê ji nava dilê xwe hîs dike. Lewma dest bi lêpirsîn û lêgerînan dike. Ûmît bi van lêgerînên xwe li rûyê rast ê Ewrûpaya ku navenda Kapîtalîzmê ye rast hatibû û li miqabilê vê berxwedan û têkoşîna gelê wî li ser tesîrên mezin ava kiribû.
Di wan salên ku gelê Kurd hêviya di nava dilê xwe de mezin kirî, hêzên komploger û navneteweyî li ser Rêber Apo komployek lidar xistibûn. van hêzên armanc dikir ku hêviya jiyana azad a di pêşengiya Rêber Apo de pêş diket têk bibin. Bi vî awayî Rêber Apo dîl hatibû girtin. Ûmît li hemberî vê komploya navneteweyî hêrsek mezin di nava dilê xwe radigirt û êdî teqezî bawerî pê tîne ku divê li hemberî komploger û tora wan têkoşînek bê hempa were kirin û planên wana ji hev were xistin. Lewma ew di Sibata sala 2007’an de bi vê bîr û baweriyê tevli nava tevgera azadiyê dibe.
Êdî ew li Ewrûpayê di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de bi navê Rêzan Amed dest bi xebatan dike. Ji bo fikr û ramanên Rêber Apo ji hemû ciwanên cîhanê û Kurdistanê re ragihîne xwêdanê dirêje. Ew li her devera ku lê ye dibe pêşengek û li ku derê be rengê coş û morala xwe dide wê derê. Rêzan azadî li cewherê xwe kiribû û bi kar û xebata xwe bibû mînaka ciwanên azad ên Kurdistanê. Lê dewletên navneteweyî ku tehemûla wan ji bo Kurdê azad, mirovê azad nîne gelek caran Rêzan dixin binçavan û salekê jî zindanî dikin. Ew di ferqa rastiya van hêzên ku xwe weke demokrat didin nîşandan de bû. Lewma li gel zindanîkirina xwe ji rasteqîniya doza ku ew jî neferekî wê ye piştrast bû û bi vî awayî careke dinê rûyê gemarî yê demokrasiya Ewrûpayê dît.
Rêzan wekî ku tevlibûna xwe ya li nava tevgera azadiyê rastî dîrokek watedar anîbû hatina xwe ya li çiyayê azad ên Kurdistanê jî rastî dîroka avabûna PKK’ê anîbû û di sala 2009’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Rêzan Amed bi nasîna Rêber Apo re di jiyana xwe de destpêkên gelek girîng û watedar dikir. Wî her ku Rêber Apo nas kir, azadî nas kir, dijminên xwe nas kir û her ku Rêber Apo nas kir têkoşîna birêvedibir dijwartir dikir. Lewma wî rêka çiyayên azad girtibû. Ji bo wî destpêka serpêhatiyeke bi lehengiyê tejî ye destpê bibû.
Wî li herêma Qendîlê dest bi gerîlatiya xwe kiribû û pratîka xwe ya ewilê jî li wê derê birêve biribû. Bi sekn û biryardariya xwe Rêzan dibû mînaka milîtaniyê û bi azwerî û meraqa xwe jî li çiyayn tecrûbe kom dikir. Rêzan hemû hebûna xwe bi çiyayê azadiyê re kiribû yek û hemû kêliyên xwe yên li çiyayên azadiyê tije derbas dikir.
Rêzan Amed li herêma Qendîlê tevli akademiyên leşkerî bibû, li ser gerîlatiya serwer û 24 saetan gerîlatiyê lêhûrbûn û pratîk dikir. Wî bawerî pê dianî ku rêka serkeftina şoreşê bi gerîlatiya pispor re derbas dibe û li ser vê esasê di nîvenga perwerdeyên leşkerî de xwe amade dikir. Bi jîr bûn û serweriya xwe qasî xwe perwerde dikir rêhevalên li derdora xwe jî perwerde û amade dikir. Êdî ew di rêka pisporiya ku şoreşa Kurdistanê bi dest bixe de bibû neferek girîng û her ku diçû li ser zanebûna xwe ya pisporiyê jî zêde dikir. Bi salan li herêma Qendîlê gelek xebatê birêve bir Rêzan. Li miqabilê sekn û pratîka xwe ya zana û jîr rêz û hezkirina rêhevalên xwe jî bidest xistibû. Dema ku Rêzan li herêma Qendilê xwe ji bo şerên dijwar amade dikir, li aliyê dinê yê Kurdistanê paşverûtiya Daişê gefên mezin li qewm û gelê wî dixwar. Ne tenê gef li gelê wî dixwar, her kêliya ku çeteyên Daişê li ser rûyê erdê henase digirtin ewrên reş jî xwe li derdora Kurdistan û cihanê digerand. Lewma şerê ku li Kurdistanê li beramberî paşverûtiya Daişê bihata meşandin, wê şerê herî bi rûmet ê cîhanê bûya. Dema ku hemû hêzên ji xwe bawer li beramberî çeteyên Daişê çok datanîn, Gerîlayên Azadiyê û ciwanên Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê biparêzin bi ser paşverûtiya Daişê de diçûn.
Dema ku çeteyên Daişê êrîş birin li ser bajarê Kobanê, weke gerîlayên dinê yên li ser xeta fedaîtiya Apoyî dimeşin, Rêzan jî tevli berxwedana Dîrokî ya li Kobanê bû. Bi wêrekî, bawerî û giyana fedayî ya Apoyî li dijî çeteyên Daişê şer kir. Pisporiya ku Rêzan li çiyayên Kurdistanê di encama xebata bi salan dest xistî, ew li Kobanê wergerandibû pêşengek çalak ê şer.
Li gel di wî şerê dijwar de bi giranî brîndar jî bû tu caran vîna xwe ya Apoyî ji dest neda. Berovajî ji bo zûtir tendirûstiya xwe baş bike û vegere eniya şer di nava hewldanek mezin de bû. Rêzan li Kobanê bi şerê xwe, bi pisporiya xwe êdî wekî pêşengekê dihat dîtin û hemû hevalên wî yên di eniyên şer de rêzek mezin li beramberê wî raber dikirin. Wî jî weke bi dehan şervanên Apoyî di rizgarkirina bajarê Kobanê û parastina rûmeta mirovahiyê de kedek gelek mezin da û bû yek ji lehengên rizgariya Kobanê.
Êdî ji vir û şûnde pêşerojek dijwartir û berbirsyartiyên girantir li benda Rêzan Amed bûn. Lewma piştî ku wî erka xwe ya li dijî gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê bi cih anî, ji bo pêşengiya serdemeke nû hilgire ser milên xwe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji vir û şûnde Rêzan wê bibûya Navê Pisporiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Ew çirûskên azadiyê bûn, pêt û pêt ji nava agirê hinavê welat hildifiriyan nava taritiyê û rêka rizgariya welat bi xwe, bi çirûskan ronî dikirin. Her yek ji wana xwe li nava vî agirê kirin, bûn alavên agir, xwe di nav de helandin û ji vî agirê xwe hilavêtin nava baskên şevçirayekê. Erê ew di tarîtîya şevê de çiraya şopdar û canbexşên dahatûyê bûn. Wisa têk diçû ferza kuştina li ser netew û welat û lewma ew firiyabûn nava baskên şevçirayekê. Her yek ji wana tekane şewqa çavên bihezaran ciwanan bûn. Ji xwe di nava wê tirsnakiya bêreng de cuda roniyek nebû xwe bigihîne çavên ciwanan. Lewma ew yên herî bedew û xweşikbûn di nava wê bêrengiyê de. Ew wisa bûn rênîşander û bi rohniya xwe bûn Rêzanên welat.
Rêzan Amed erka xwe ya li bermaberê gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê bi cih anî şûnde ber bi çiyayên Azad ên Kurdistanê rê ketibû. Li gel brîna wî ya di şerê li dijî Daişê de giran jî bû tu astengî ji bo xwe nas nekir û bi bawerî, vînek mezin berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Rêzan ji tevgera azadiyê fêr bibû ku Baweriya ew di hundirê xwe de radigrin ji hemû astengiya dijwartir û bihêztire. Lewma tu zehmetî û hêcetan xwe li miqabilê baweriya wî ranedigirt. Rêzan bi vî awayî dûbare bi dil û can xwe têvli têkoşîna li çiyayên azad ên Kurdistanê kiribû.
Rêzan piştî ku vegeriya çiyayên Kurdistanê ji bo perwerdahiyê berê xwe da Ocaxa PKK’ê û li wê dere beşdarî dewreya perwerdeyê bû. Wî bi dîtina perwerdeyê re bingeha xwe ya pêşengiyê xurtir û qayîmtir kiribû. Bi heman awayê xwe di vê dewreyê de bi azwerî û baweriyek hêztir pêça bû Rêzan Amed.
Piştî dewreya perwerdahiyê ya Ocaxa PKK’ê qedand ew li hêrêmên Parastina Medyayê hat vesazkirin.
Wext hatibû ku ew erka pêşengiya serdemeke nû hilgire ser milên xwe. Ji bo daxwaz û xeyala xwe ya pisporkirina gerîla bi cih bîne ew wekî fermandarekê li akademiyên şehîd mahîr hatibû vesaz kirin. Hîna di wan kêliyan de ya di çavên Rêzan de xuya dibû hêza biryardarî û vîna gerîla bû. di hundirê biryardariya wî de hêviyek nixumandî ji bo gelê Kurd veşartîbû. Wî biryardariya xwe di cokê têkoşîna azadiyê de diherikand û hemû gemar û qirşikên di wê rêkê de dida li ber coşa xwe.
Rêzan li gel hemû zehmetiyên têkoşînê ketibû rêkek ji hemû rêkên dinê zehmetir û dijwartir. Çimkî barê wî dabû li ser milê xwe, ji bo hêla çarenûsa gelê xwe bide azadiyê barek giran bû berpirsyartiyek mezin bû. Wî li gel zanebûna vê rastiya dijwar ev berpirsyartî hilgirtibû li ser milên xwe. Lewma bêyî ku kêliyekê jî navberê bide têkoşînê dest bi xebatan kir û bêyî navber jî xebitî.
Di nava fermandariya Akademiyên Şehîd Mahîr de êdî Rêzan jî cihê xwe digirt. Ji bo dijminên xwe têk bibe rêhevalên xwe di taktîkên serdemê de pêş dixist. Nexasim Rêzan di serdema destpêkê ya fermandariya xwe ya akademiyên Şehîd mahîr de li ser branşa Sabotajê rêhevalên xwe perwerde dikir û di gelek akademiyan de perwerdeya sabotajê dida rêhevalên xwe.
Fermandar Rêzan Amed ji bo bikaribe gerîlayên azadiyê di her aliyê de ji serdema nû re amade bike, di nîvenga Akademiyên Şehîd mahîr de gelek kedên mezin dida. Wî bi tu awayî encamên baş ên derketine holê ji bo xwe bes nedît û da ku bikaribe pêşketinên baştir ava bike xebat dikir. Lewma Rêzan ne tenê di nîvengên Akademîyên şehîd Mahîr de, di hemû qadan de xwendewanên akademiyê dişopand. Wî bi vî awayî nebesiyên derketine holê tespît dikir û ji bo çareseriyê xebat dikir. Rêzan pêdiviya têkçûna dijminê gelê xwe ya li ser xaka Kurdistanê ji kûrahî ve hîs dikir. Vê pêdiviyê ew ber bi pêşketinên nû ve dehf dida. Ya îroj di şerê gerîla de diyarkere jî hewldan û keda Rêzan Amed û bi sedan xwendewanên wî ne.
Dema ku dijminên gelê Kurd êrîş bir li ser hêrêmên Parastina Medyayê gerîlayên Azadiyê singên xwe kirin çeper û li seranserê herêmên parastina Medyayê, li dijî dewleta Tirk şerek efsanewî birêve birin. Van ciwanan ramana azadiyê di destên xwe de weke mertalekê bikar dianîn û şerê qirêj ê ku dewleta Tirk li bermaberî hebûna gelê wana dida meşandin mehkûmê têkçûnek mezin kirin. Gelek ji van Ciwanan li ber destên hosta yên Rêzan Amed, bi milîtaniya Apoyî xwe gihandin û li ber xwe didan. Ji vî aliyê ve Rêzan tevkariyek mezin ji bo şerê Gerîla yê serdema nû dikir.
Rêzan di akademiyên şehîd Mahîr de gelek ciwanên Kurd ên leheng ji bo şerê azadiyê gihandibû. Wî armanca xwe ya pisporkirina gerîla di perwerdeyên akademiyên şehîd Mahîr de li nava dil û mejiyê dehan ciwanan de bicih kir. Van ciwanan di hemû eniyên şer de bi zanebûna ku Rêzan di nava dil û mejiya wana de bicih kirî li miqabilê neyaran şer kirin. Rêzan bi vî awayî bibû yek ji Pêşengên projeya jinûve avabûna gerîla û her ku rêhevalên wî derbeyek pisporî li neyaran dixist pêşengiya Rêzan jî mezintir û bihêztir dibû.
Êdî di hemû qadên têkoşînê yên welat de gerîlayên modernîteya demokratîk bi pisporiyek mezin şer dikirin. Vê pêşketina pisporî ya gerîla hêviya azadiya gelê Kurd mezintir dikir. Ji bo xwe li armanca xwe bigihînin gerîlayan di taktîkên xwe de gelek guhertin çêkiribin û li ser çeka ku dê wana li azadiyê bigihîne hostatiye mezin ava kiribûn. Bi sedan gerîlayên ku li ber destên Rêzan Amed perwerde dîtibûn berê xwe dabûn qadên herî zehmet ên têkoşînê û li beramberî teknîka herî pêşketî û dijwar a artêşa Tirk bi ramanek dijwartir û bi hostatiyek mezintir şer kirin.
Encama keda salan a Rêzan û dîsîplîna perwerdekariya wî asta têkoşîna li Kurdistan pir mezintir kiribû. Êdî gerîlayên modernîteya Demokratîk bi pisporiya Rêzan şer dikirin, bi pisporiya wî diçûn li ser dijminê xwe. ji vî aliyê ve êdî tu zehmetî, tu teknîka pêşketî nemabû ku bikaribe li miqabilê vê daxwaza bi coş a azadiyê û pisporiya gerîla li ber xwe bide. Lewra êdî daxwaz û armanca Rêzan dibû bombeyek di nava çeperên dijmin de, dibû guleya gerîlayek sekvan ku laşê dijminê xwe diqelişîne, di nava bahoz û tûfanê de dibû biryardariya têk birina dijmin.
Rêzan Amed bi dîsîplîna xwe ya leşkerî, bi dilnizmiya xwe, bi zanebûna xwe û bi sekna xwe ya milîtaniya Apogerî ji gelek rêhevalên xwe re dibû mînak. Bi dehan rêhevalên Rêzan ev taybetmendiyên wî ji xwe re kirin bingehê pratîkên serkeftî û ew ji xwe re mînak girtin. Rêzan di hemû jiyana xwe de hewl da ku zanebûna xwe veguheze nav mejiyê rêhevalên xwe. ji xwe bi hemû rêhevalên xwe re di nava dilê xwe de yek eşq dihewandin. Lê bi zanbûna xwe ya ku ji bo rêhevalên xwe veguhestî jî bi dehan şoreşgerên zana û jîr afirand Rêzan.
Rêzan di serdemeke girîng de ku neyarên Kurdan êrîşên xwe yên herî dijwar pêk dianîn bû pêşengê derçûneke mezin ê têkoşîna azadiyê. Wî weke mîrate gerîlatiyek pispor, zana û serwer ji bo hemû rêhevalên xwe hişt. Rêzan ferza guhertinên mezin nîşanê hemû rêhevalên xwe da û niha jî bi dehan gerîla bi mîrateya wî di nava çeperan de têkoşînê dikin. Rêzan di 18’ê Gulana sala 2022’an de dema li ser erka xwe bû di encama êrîşeke hewayî de tevli karwanên nemir ên Kurdistanê bû.
Niha jî di nava hemû sengerên azadiyê de rêhevalên Rêzan bi baweriya Rêzan di nava têkoşînê de ne. Rêzan ji bo rêhevalên xwe ne tenê mîrateya gerîlatiya pispor hişt, wî heman demê baweriyek naşikê, têkoşînek têk naçe û hêviya azadiyê hişt. Niha bi dehan rêhevalên wî, bi rêzaniya wî çeper çeper bi ser neyaran de diçin û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin.