HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“ÇÎROKÊN WINDA”

Zarokên bênav di nava welatên bêbext de diwelidin.

Dema çîrok winda dibûn li ser baskên evînê û zarokên bênav di wextekî bêbext de diwelidîn, mirin li êvarên bêhewar de aş dibû û nalînên bêhal di newalên kûr de winda dibûn. Gava xeyalên bênîgar di tarîtiya şevên bê şeveq de dialiqîn û zêmar (strana li ser miriyan) diniqutîn ji çavên bêkil. Wê gavê şîn, mexel dihat li guherên bêdil. Êdî, dema Egîd û Zîlanan dihat. Ji her deverê Kurdistanê keç û xortan xwe bi çek û rextan dixemilandin û ber bi rojê ve dimeşiyan...

“Serleşkerê Stêrkên Hêjar”

Dilxwaz Germiyan li navçeya Rizgarî ya herêma Germiyan de çavên xwe yên netirs li jiyanê vedike. Di nava eşîra Caf de mezin dibe û dibe xwedî çand. Di temenê xwe yê biçûk de çalakiya Pêşenga mezin Viyan Soran dibihîze û pê bandor dibe. Hema di wê temenê xwe yê biçûk de lêgerîna wî dest pê dike.

Çavên Dilxwaz di asîmanên raxistî de her tim şiyarin, çengên wî di bêqonaxiya stêrkan de pîvanê Azadiyê himbêz dike. Dema stêrk wekî leşkerên hêjar bêdengin û pesnê heyvê nadin, Dilxwaz ji wan re serleşkertiyê dike. Şewqa çavên Dilxwaz şoreşekî bêsînor e ku leşkerên wî nêçîrvanê dagirkeran e.

“Şitlê Camêriyê”

Dilxwaz demekê di xebata ciwanan de xebat dimeşîne û di gelek mijaran de dibe xwedî ezmûn. Piştre di sala 2018'an de berê xwe dide çiya û li Qendîlê tevlî gerîlayên azadiyê dibe. Dilxwaz piştî 2 salan li Qendîlê tevlî pratîkê dibe, di sala 2020'an de ji bo di fikrê Serok Apo de xwe hîn zêdetir kûr bike derbasî Akademiya Ş. Mazlûm Dogan dibe. Tevlîbûyîna Dilxwaz ya bi moral û kelecan li akademiyê de bala rêhevalên wî dikşîne û ev jî dibe sedem ku Dilxwaz ji aliyê hevalan ve were hezkirin.

Piştî lehiyê pêlek li perava çîrok da, rêwîtiyek dest pê kir. Ew ne dengê pêlan e, ne jî stranek e; ew lerizîneke. Ew di rêwîtiya xwe de bi zarokên heman çîrokê, lehengên heman xewnê û bendewarên heman rojê re dibe rêheval, dibe palpişt. Wekî ku birûskek li nava sînga aramiyê bikeve, ji gelê xwe re dibe hêvî. Bi rêwîtiya xwe ji bermahiya evînê azadî berhev dike û şitlê camêrtiyê av dide.

Piştî perwerdeya bîrdozî ji bo di şerê Herêmên Parastina Medya de cihê xwe bigire, pêşniyara xwe ji bo vê qadê dike. Pêşniyara wî ji aliyê rêveberiyê ve tê pejirandin û derbasî Akademiya Leşkerî ya Ş. Mahîr dibe. Li vir jî di beşa sabotajê de perwerde dibîne û dibe sabotajwanekî pispor. Ji bo di şerê li hember dagirkeriyê de ser bikeve di hemû aliyên leşkerî de xwe xurt dike û bi disiplin tevdigere, tu carî ji aliyê ewlekariyê de tavîzan nade.

“Hibra Xwînê Naqede”

Ji dergûşê heya gava destpêka ciwantiyê her tim çîrokên bi êş dibihîze. Li welatê wî hemû serpêhatî bi xwînê hatiye nivîsandin. Êdî hêsir miçiqiye ji çavên dayikên welat. Êdî ramûsanên derengiyê di demhijmêrên birçî de fetisiye. Êdî hemû xeyal di paxila şevê de mane. Waye dîsa serpêhatî, wê bi hibra xwînê were nivîsandin. Waye ji bo azadî bi dest bixe divê tekoşîn bê kirin.

Sala 2022'an dema li Zapê şer giran dibe, Dilxwaz xwe amade dibîne ku tevlî şerê li qadê bibe. Ew xwe di hemû mijaran de amade dibîne. Dema derbasî Zapê dibe, vesaziya wî ji xebata rêzaniyê çêdibe. Ji rêhevalên xwe yên çeperê şer re bi vî awayî dibe destek. Lê lêhûrbûyîna wî her tim li qada şer de ye. Ew pir girîngiyê dide karê xwe, lê ji bo derbasî Zapê bibe jî pir pêşniyaran dike.

Di dawiya sala 2023'an de pêşniyara wî tê pejirandin û derbasî qada Ş. Îbrahîm ya Zapê dibe. Li vir erka fermandariya Tûnelê digire ser milê xwe. Di gelek çalakiyan de pêşengtiyê dike û derbeyên giran li dijmin dixe. Piştî berxwedaniyekî bêhempa, 31'ê Adara 2024'an di encama êrîşên hewayî yên dagirkeran de digihêje şehadetê.

“Xewa Azadiyê”

Gava dayîkan delaliyên xwe welidandin, wê di gohê wan de navê we bi lêv bikin. Li her çar hêla welat deng vebide navên we. Heft roj û heft şevan wê şahiyê bi stêrkan re bikin li axa pîroz, li Kurdistanê. Li asîmana welat wê barana serkeftinê bibare. Helbet wê xweziyên rojên xweş bi dawî bibe di sînga Egîd û Zîlanan de. Wê demê êdî şehîdên welat wê bi dilrihetî bikevin xewa azadiyê.