Waye dîsa rojek nû derdikeve ber bi axa Kurdistanê, waye dîsa zarokekî nû çavên xwe ber bi roja Welatê evîndaran, welatê Derwêş û Edûlêyan vedike.
Wê di dîroka axa pîroz de romanek nû were nivîsandin û çîrokek nû were bilêv kirin. Wê dîsa zayîneke nû dîrokê bi xwe re bide guhertin û şopên Egîdan bide domandin. Heqîqet wê xwe bi Zîlanan re bide nîşandan û di dîrokê de rengê xwe yê rast bide raber kirin. Li Başûrê Kurdistanê ciwanekî dilwêrek bi navê Rana Kahtan Alî, ku ji rastiya pergalê û statuya jinê di nav civakê de dihese, xwe ji wê pergalê dûr dixe û berê xwe dide ber bi wargehê şerkeran.
Rana Kahtan Alî, bi navê xwe yê şoreşgerî Arîn Ararat, di nava malbateke welatparêz û xwedî çanda kevnewar a Kurdî de, li bajarê qedîm Şengalê ji dayik dibe. Tevgerandinên gerîlayan di bajar û malbata wê de dibin sedem ku naskirina malbatê bi tevgerê re çêbibe û Rana, li gel çanda gelê xwe, bi naskirina çanda şoreşgeran ve mezin dibe.
Çîroka fermanên li ser axa welatê wê hatiye meşandin û êrîşên hovane yên ku li ser cinsê wê hatiye pêkanîn, hêrsa wê ya li hemberî pergalê û dijmin zêdetir û xurtir dike. Ev hesta tolhildanê dil û mejiyên wê dixe pey lêgerîna azadiyê û tolhildanê.
Di pêvajoya êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê li ser Şengalê de, gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê ji bo parastina gelê Şengalê derbasî wê herêmê dibin û di encama berxwedaniyeke bêhempa û bi keda gelek cangoriyan ve bajar ji çeteyan rizgar dikin. Rana wê demê hîn di destpêka ciwaniya xwe de ye. Li ber çavê wê hem komkujiyeke ku di dîrokê de mînakên wê zahmet tê dîtin pêk tê, lêbelê di aliyê din de berxwedaneke ku mînakên wê kêm têne dîtin jî derdikeve holê. Pêşengên vê berxwedanê jî gerîlayên azadiyê ne. Rana van rastiyan bi ronahiya çavê xwe dibîne, têdigihêje û wateya berxwedanê fam dike. Ew wek şahideke vê qehremantiyê, ji fedakarî û cesareta gerîlayan bandor dibe û bi daxwaza tolhildana ji dijmin biryara tevlîbûna nava şoreşê digire. Li pêşiya wê riya serfirazî û azadbûnê heye. Ew di tûrikê xwe de hêviyên gelê xwe û daxwaza azadiyê bar dike û di sala 2015'an de ji bajarê Dihokê beşdarî nava refên gerîla dibe. Wekî keçeke ciwan gavên xwe yên destpêkê ber bi azadbûnê ve diavêje. Rana di nava gerîla de navê Arîn Ararat li xwe dike. Ew ê bi vî navî bibe keçeke dil ji pola ya gelê xwe û rêhevaleke rast ya Rêber Apo.
Gerîla Arîn di sala 2015'an de perwerdeya xwe ya bingehîn di herêma ku lê ji dayik bûye de dibîne û wekî milîtaneke APOyî dest bi pratîkê dike. Arîn di perwerdeyê de hîn zêdetir xwe di bîrdoziya Serok Apo de xurt dike, fikir û felsefeya Serokatî ji xwe re esas digire û bi awayekî têrker dixwaze derbasî jiyana xwe bike. Jiyana nû ji bo wê guhertinên mezin ava dike. Ew dîroka gelê xwe, ol û baweriya xwe û çanda xwe ya kevnar bi fikrên Rêber Apo re baştir fam dike û têdigihêje. Gerîla Arîn bi destpêkeke wisa re tevlîbûneke ji dil raber dike. Meraqa wê di aliyê naskirina xwe wekî jineke ciwan û şoreşgerekê de pêş dike. Ji ber vê jî xwe ji her milî de pêş dixe û li pey bersivê lêgerînên xwe didomîne.
Gerîla Arîn wekî gerîlayeke azadiyê dixwaze birînên gelê xwe bipêçe û jê re bibe derman. Gerîla Arîn bi cesareteke bêhempa mil bi mil bi rêhevalên xwe re tevlî çalakiyan dibe û ji bo parastina gelê xwe têkoşîneke xurt dide meşandin.
Ji bo her gerîlayekî/ê dema ku parastina gelê xwe dike û wan ji destê dagirkeran rizgar dike, ev dibe serkeftineke pir mezin. Gelê ku her tim rastî enfalê hatine û bajarên wan bi destê zordestan re her hatiye talan kirin, ji jiyana xweşik bê par mane; bi şervan û têkoşerên xwe re ji nû ve radibe ser piyan û jiyana xwe ji berê hîn xurtir ava dike. Gerîla Arîn her dem hewl dide ku ev şer bi dawî bibe, çeteyên DAÎŞ'ê bi tevahî werin binxistin, da ku gelê Şengalê jî bikaribe jiyaneke aram bijî. Gerîla Arîn dema ku hêz û îradeya gel û şerkeriya wan şervanan dibîne, ruhê yekîtiyê di hundirê wê de ava dibe. Gerîlayên azadiyê ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didin Şengalê û gelê li wir ji destê wan çeteyan rizgar dikin. Ev yekbûn e, ev ruhê netewî ye û nekeftina gelê Kurd pênase dike.
Di heman salê de şerekî zehmet li Rojavayê Kurdistanê dest pê dike. Li Kobanê li hemberî gelê Kurd êrîşên çeteyan rû didin û Kobanê dibe qada şerê parastina rûmeta mirovahiyê. Ev şer li hemberî nasname, çand û zimanê Kurdî tê dayîn. Gerîla Arîn li hember vê êrîşê bêdeng namîne û bi tecrûbeya ku ji encamên berxwedaniyê girtiye pêşniyara çûyîna qadên şer dike û derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Di vê şerî de wek jinek pêşeng û milîtaneke APOyî di xeta Zîlan û Bêrîtanan de seknake ji pola raber dike û heta kêliyên rizgariya bajarê Kobanê û gel di wî şerî de cihê xwe digire.
Ew wek jinek dilwêrek, milîtaneke fedakar û hevrêyeke dilsoz dibe rêhevaleke rast. Ji bo wê pîvanên ku Serokatî ji bo jiyanê daye diyarkirin her tim ji bo xwe esas digire û tu caran ji van pîvanan tawîz nade.
Ew li Şengal û Rojava di merheleyên girîng de rola xwe bi serkeftî dilîze û êdî dixwaze berê xwe bide çiyayên azad. Çiya perestgehên mirovahiyê ne û ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke gelekî hêja ne. Hele wek gerîlayekê di van çiyayan de şerê azadiyê meşandin serfiraziyeke pir cuda ye. Gerîla Arîn bi van hestan ve di Mijdara sala 2019'an de derbasî Herêmên Parastina Medyayê dibe. Rawestgeha wê ya destpêkê dibe qada Garê. Ew bi kelecan û coşeke mezin pratîka xwe ya nû li wê herêmê dide destpêkirin. Ji bo dîtina perwerdeyeke bîrdozî pêşniyara wê çêdibe. Daxwaza wê tê pejirandin û wê salê derbasî Akademiya Şehîd Îbrahîm dibe. Piştî pratîka 4 salan ya di nava şerê germ de, tevlî perwerdeyê bûn ji bo wê gelekî bi nirx e û ew dixwaze vê derfetê bi awayekî baş bikar bîne.
Gerîla Arîn perwerdeyê bi xwestekeke mezin guhdar dike û dixwaze dîroka ku bi ked û vîna Egîdan re hatiye nivîsandin bizane. Gerîla Arîn bi xwendina pirtûkên Rêber APO re hîn zêdetir zana û fêrker dibe. Nakokiyên xwe yên kûr dixwaze derbas bike. Ji ber wê jî dema ku kesayeta xwe dahûrandin dike û xwe lêpirsîn dike, dikeve ferqa xwe û heskirina wê ji jiyanê re zêde dibe. Jiyan û têkoşîna Gerîla Arîn ji vir dest pê dike. Dema ku lêgerînên wê yên azadiyê mezin dibin, tevlîbûneke ji dil raber dike û dibe yek ji wan lehengên ku li ser şopa rastiyê dimeşe.
Ji Şengalê heta Garê ya berxwedêr, wan rêyên dirêj bi eşqa avakirina azadiyê dimeşe. Şer dike, berxwe dide û heqîqetê diafirîne. Bi hesteke zelal û cesareteke xurt têdikoşe, da ku xwe bigihîne asta agirê dilê Ronahî û Bêrîvanan. Gerîla Arîn di her kêliyê û di her qadê de berxwedide, da ku ji rêheval û welatê xwe re bikaribe bibe stargeh û hêvî.
Jiyan di çiyayan de bi zehmetiyên xwe re xweşik dibe. Dema ku derfetên jiyanî kêm bin, ji bo gerîlayên Kurdistanê çiya di asta manevî de dibe qada xwenasîn û xwezanînê. Gerîla ji tunebûnê derfetan dixuliqîne û hebûnê ava dike. Gerîla Arîn jî ji pratîkên xwe yên zehmet tecrûbeyan digire û xwe ji her şert û mercî re amade dike. Ew bi hez û bê navber tevlî jiyanê dibe. Bi ruhê hevaltiya rasteqîn re di dilê rêhevalên xwe de cih digire û tê bîranîn.
Sala ku ew derbasî çiya dibe, operasyonên berfireh hene; dijmin ji tirsa gerîla ya ku her carê derbên giran li wan bixin ditirse û xofekê dijî. Ji ber wê bi her rêbazî li ser gerîlayan tê. Hem bejahî hem jî bi balafirên şer li ser qadên gerîla operasyonan pêk tîne. Gerîla jî bi hêz û baweriya xwe di nava van êrîşên giran de çalakiyên bi bandor li dar dixin. Ji ber ku li vê qadê jî hêzên gerîla bi rol û erkên xwe yên çalakvaniyê radibin, dijmin li qadê dest bi operasyonan dike. Her derê dorpêç dike, bi hemû teknîka xwe li ser qadê bi dijwarî bombebaranan dike. Di nava van êrîşên giran de, di dîroka 29'ê Kanûna 2021'an de li herêma Garê, li qada Şehîd Aslan, di encama êrîşeke hewayî de digihîje şehadetê.
Şehîd Arîn bi ruhekî fedaî heta hênaseya xwe ya dawiyê jiyan kir û şerê hebûnê da meşandin. Ji bo ku xwedî li dîroka xwe derbikeve bi erkê xwe radibe û bi fedakarî tevdigere. Ew wek jinek dilwêrek di nava van çiyayan de serpêhatiyeke hêzê dihêle. Gerîla Arîn mîrasa ji pêşengên doza azadiyê digire bi fedakarî hildide û ji paşerojê re dihêle.
