Her rêwîtiyek di destpêka asoyekî de dest pê dike. Her rêwiyê ku ber bi asoyên azad ve dimeşin, di rêya xwe de tu astengiyan nas nakin.
Ew rêwiyên azadiyê niha siwariyên xeyalên azad in; di her rêça ku ji wan re hatiye qedexekirin de, bi serbilindî meşiyan û şopên xwe li ser wan şîvereyên azadiyê hîştin.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ew kesên ku bi doza xwe ve girêdayî ne, li ser lûtkeyên wêran de bi hêviyeke mezin ber bi asoyan difirin. Bi hêviyan dibezin ber bi bîranînên azad. Lûtkeyên ku bi bilindahiya xwe digihêjin ezmanan, gerîla gav bi gav ber bi hêviyên bê dawî dimeşin.
Xew ji çavên wan koç kiribû; westandin çi ye nizanin, ji ber ku wan rêya azadî û heqîqetê hilbijartibû. Wan êdî bi azadiyê re, bi hinaseya heqîqetê re jiyan dikir.
Ew Êdî Dikeve Ferqa Ewrên Reş Ên Dagirkeriyê
Eylem Zêvkan, ango Şîlan Polat, jî yek ji wan lehengên lêgerînvanê azadiyê ye ku ber bi asoyên azad ve dimeşe. Ew lêgerînvanê heqîqet û azadiyê ye. Ew ji parçeyek lûtkeyên vejînê ye. Wê rêça ku ber bi serkeftinê ve diçe bi wêrektiya xwe tacîdar bike. Wê li ser wan çiyan wek Bêrîtan û Zîlanan govenda xwedavendî bigerîne. Wê li Gabar û Zagrosan ji bo tolhildanê têbikoşe. Wê rê nede dagirkeriya ku li ser axa wê ya pîroz dixwaze hebûna xwe bidomîne.
Şîlan Polat li navçeya Geverê ya girêdayî Colemêrgê ji dayik dibe. Gever her demê ji serhildan û berxwedaniyê re pêşengtî kiriye. Gelê welatparêz yê Geverê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jî cihekî pir girîng heye. Gelê welatparêz yê Geverê bi çand û zimanê xwe yê kevnar ve girêdayî ne; wan her bi hişmendiya dagirkeriyê ve zarokên xwe mezin kirine û ji bo doza têkoşîna hebûnê gelek zarokên xwe yên hêja diyarî welat kirine.
Şîlan Polat ji ber welatperweriya malbata xwe pergala yek-netew û yek-ziman a dewleta Tirkiyê ji nêz ve nas dike. Şîlan xetereya li ser çand û zimanê Kurdî dibîne û pir bandor dibe. Ji bo ku çand û zimanê Kurdî bide jiyan kirin û hîn zêdetir dewlemend bike, beşdarî kar û xebatan dibe. Ew her roj bê rawestan ji bo hebûn û nasnameya Kurd têdikoşe.
Bi Hêstên Tolhildanê Berê Xwe Dide Wargehên Azad
Şîlan Polat her ku mezin dibe, lêgerînên wê yên jiyanê jî hîn kûrtir dibin. Ew hîn zêdetir dikeve ferqa pergala kapîtalîst a zilam. Tu carî vê yekê ji xwe re qebûl nake; her ku dem derbas dibe, tehemûla wê namîne. Şîlan dema ku hîn piçûk e, xwişka wê tevlî gerîla dibe. Di heman demê de gelek tevlîbûn û şehîd jî di nava malbata Polat de hene. Şîlan ji bo li ser rêça wan bimeşe, biryara pîroz a beşdarbûna nava refên rizgariyê dide û di sala 2013'an de berê xwe dide wargehên efsaneyan.
Eylem Zêvkan êdî gerîla ye; ew êdî şervana azadiya welatê xwe ye. Eylem gavên xwe yên azadiyê destpêkê li perestgeha vejînê Zapê diavêje. Ew yekser perwerdeya bingehîn a gerîlacîtiyê dibîne. Di perwerdê de hişmendiya jina azad û rastiya pergala kapîtalîst ji nêz ve dibîne û digihîje zanebûnê. Her çend Eylem şervaneke nû be jî, sekna wê ya mîlîtanî û enerjiya wê ya herikbar li ser rêhevalên wê bandoreke mezin ava dike. Jina wêrek Eylem di perwerdê de tawîzan nade û bi eşqeke pir mezin nêzî jiyanê dibe û xwe ji her aliyê ve pêş dixe.
Li Çiya Têkoşîneke Layiqê Şehîdan Dimeşîne
Xwedavenda ciwan piştî perwerdeya şervanê nû derbasî herêmên dijwar û zehmet dibe. Ew di pratîka xwe ya yekem de gelek ezmûnan bi dest dixe û dibe gerîlayeke profesyonel a YJA Starê. Eylem dema bilindahiya Zagrosan dibîne, rihê wê yê têkoşer hîn xurtir dibe û her dixwaze li wan çiyayan têkoşîneke layiqê Rêber APO bimeşîne. Ew bi fedakarî û berpirsyartiya xwe ve bala her hevalê xwe dikşîne û ji hevalên xwe re dibe mînaka ked û zîrekiyê.
Şervanên azadiya Kurdistanê li Zagrosan wekî Kawayê Hesinkar, agirê Newrozê bi şerê xwe dixemlînin. Dijminê ku bi hezaran siwariyên xwe ve ji bo dagirkirina Zapê hatibû, li hember lehengên azadiya Kurdistanê sing bi sing tê pêşberî hev. Siwariyên dagirker her çiqas bixwazin pêş de werin jî, lehengên azadiyê derbên giran li dijminên dagirker dixin û dagirkerên ku bi siwarî hatibûn, peya dizivirînin.
Jina şerker Eylem di pratîka Zapê de gelek ezmûnan bi dest dixe; ew jiyana zor û zehmet a Zapê bi şanaziyeke mezin pêşwazî dike. Ew ji bo xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş bixe, derbasî akademiya sekvantiyê dibe. Eylem jineke ji xwe bawer e û westandin çi ye nizane. Ew ji bo di perwerdê de encam bigire, her di nava hewldana xwe ya zû fêrkirinê de ye. Eylem perwerdê bi serkeftî bidawî dike, dibe sekvaneke pispor û perwerdekar.
Li Botanê Wek Egîd Û Zelalan Şerê Rûmetê Dimeşîne
Botan dergûşa mirovahiyê ye, Botan dilê Kurdistanê ye, Botan cihê destpêkê ye ku gerîlayan gavên rûmetê lê avêtine, Botan cihê fermandarên wek Egîd, Nûda, Adil, Azîme û Zelalan e. Ji bo jina asî û çeleng Eylem, tekane rê tola şehîdan rakirin e. Eylem bi vê hişmendiyê û wekî ku Rêber APO gotiye, "jinên ku ez ji wan hez dikim bila berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê", tevdigere, vê berpirsyartiyê hildigre ser milê xwe û di sala 2017'an de ber bi Botanê dikeve rêwîtiya têkoşîn û azadiyê.
Bi hesreteke mezin, piştî rêwîtiyeke dirêj û dijwar, Eylem xwe digihîne Botanê. Botan bi xweşikbûn û berxwedaniya xwe ve di dîrokê de şahidiya gelek bûyeran kiriye. Botan ji gelek serhildanên dîrokî re pêşengtî kiriye û gelek serkeftinên mîsoger kirine. Li wan çiyayên asê û zehmet de destanên muazzam hatine nivîsandin; lewma her şîvereya ku tê de meşiyane li pey xwe şopên giranbiha hîştine. Va ye îro bi sedan keç û xortên ciwan li pey wan lehengan dimeşin, li wan çiyayên ku destan nivîsandine. Êdî ji bo Eylem pêvajoyek nû dest pê dike. Ev pêvajo pêkanîna erkên demê û xwedî li nirxên şehîdan derketin e. Gerîla Eylem li Botanê bi kelecaneke pir mezin xwe tevlî şer û jiyanê dike.
Berxwedana Bagokê dengê xwe dida her çar hêlên Kurdistanê; ji Botanê heta Serhedê, ji Mûnzûran heta Xerzanê, ji Zagrosan heta Hewremanê. Ji bo mirovahiyê, ji bo jiyaneke bi serbilindî û rûmet, çiyan deng didan hev; egîdên axa pîroz li kendal û perestgehên rengîn dibûn mizgîniya meşa azadiyê. Li Gabarê bi hêviya azadiyê şerê bîr û baweriyê dihat meşandin. Şervanên azadiyê doza mafdar bi berxwedaniya xwe dixemilandin. Destana qehremaniya Gabarê mirinê zindî dike, bi cenga xwe ve wekî tîrêja serxwebûnê li seranserê Kurdistanê ronî dike.
Ew Dibin Navê Berxwedanê
Jina serhildêr Eylem hin caran wek fermandar, hin caran jî wek şervaneke wêrek şer dike. Ew li Gabarê hemû bi xwestekeke mezin ve beşdarî erkên şoreşgerî dibe û ji bo ji pêvajoyê re bibe bersiv bi hemû hêza xwe ve têkoşîn dike. Li hember şertên dijwar ên Botanê tu carî xwe paş de nade. Fedakariya ku di nava şer de raber dike gelekî hêja ye û di jiyanê de jî heman fedakariyê raber dike. Ew ji bo dagirkeran ji axa qedîm a Botanê derxîne her di nava hewldanan de ye. Jina têkoşer Eylem ji bo binketina dijmin hertim çalakvaneke afirîner e; ew li Botanê tevlî gelek çalakiyan dibe û bi taktîkên nûjen derbên giran li dijmin dixe.
Di dîroka 3'ê Çileya 2021'ê de li çiyayên Gabarê şerê man û nemanê tê meşandin. Dijmin ji her çar aliyan ve dixwaze gerîlayan dorpêç bike. Qada Botanê bi tililiyên şoreşvanan diheje; gerîlayan bi fedaiyane ser dijmin de diçin û şerekî pir dijwar diqewime. Ji bo ku dijmin nekeve axa wan, bi her cûre fedekariyê ve li ber xwe didin û bi çalakiyên dijwar bersiv didin dagirkeran. Eylem di operasyonê de, dema pêşveçûna li ser dijmin de, bi çar rêhevalên xwe ve heta hinaseyên xwe yên dawî şer dike û bi fedaiyane digihîje asta şehadetê. Ew wekî çar lehengan dibin mîraseke gelekî mezin ku tu carî nayên jibîr kirin.
