Gerîla Cesûr Têkoşer, bi nasnav Yûsûf Gulbay, bi eslê xwe ji bajarê Kurdewar û serhildêr Colemêrgê ye. Ji eşîra qedîm Pinyanişî ye.
Ew di nav malbateke Kurdîn de ji dayik dibe. Ew ji ber welatparêziya malbata xwe hîn di zarokatiya xwe de çanda kevnar a Kurdîtiyê digire. Dema hîn di temenekî biçûk de ye, dagirkeriya dewleta Tirk li bajarê wî gelek baregehên leşkerî dide çêkirin, dagirkerî û desthilatdariya xwe her tim li ser gelê Kurd dide têxisandin. Ev tevgera dagirkeriya Tirkiyeyê di ciwanê serhildêr Yûsûf de hêrseke mezin ava dike. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser xweza, çand, nasname, ziman û jiyana siyasî ya gelê Kurd dibin sedem ku ciwanên Kurd li çarenûsekê bigerin. Li hember van kiryaran bersivdayîn û sekna gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser Yûsûf bandoreke mezin ava dike. Yûsûf bi hêz û baweriya ku ji gerîlayan digire, dixwaze ji bo gelê xwe ew jî êdî tiştekî bike. Ji ber vê jî Yûsûf di kar û xebatên ciwanan de cih digire. Ji bo hişmendiya dagirkeriya dewleta Tirk hîn zêdetir bide nasîn, bi hewldaneke pir mezin kar û xebat dimeşîne. Yûsûf bi ruhê xwe yê ciwaniyê, bi coş û kelecanê xwe gelek karên encamdar bi dest dixe û gelek tevlîbûnên hêja çêdike. Lê ew xebata ku dimeşîne ji xwe re bes nabîne; ji bo ku dagirkeriya dewleta Tirk bide sekinandin, di sala 2015’an de berê xwe dide hêlîna lehengan.
TEVLÎBÛNEKE JI DIL Û RÊWÎTIYA BER BI HEQÎQETÊ
Yûsûf piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe, navê Cesûr Têkoşer radike û ji bo ku tevlî perwerdeya bingehîn a gerîla bibe, derbasî qada Avaşînê dibe. Di perwerdeyê de tempoyeke bilind raber dike. Cesûr di perwerdeyê de rastiya dijmin û rastiya Rêber APO hîn zêdetir nas dike û bi vê hişmendiyê tevlî perwerdeyê dibe. Di qada perwerdeyê de dikare zû têkilî ava bike û danûstendinên xwe xurt bike. Ev aliyên wî dihêlin ku zûtir adapte bibe û li ser rêhevaltiya Tevgera Apoyî lêhûrbûnên di cih de pêş bixe. Piştî ku perwerdeyê bi serkeftî û encamdar bi dawî dike, li Avaşînê dest bi meşa gerîlatî dike. Ew gav bi gav li her gir û newalên Avaşînê digere. Heybeta Avaşînê bandoreke mezin li wî dike; ji ber vê jî ew dixwaze her dem li lûtkeyên Avaşînê têbikoşe.
Cesûr bi hêza ku ji perwerdeyê girtiye tevlî kar û xebatan dibe û fedakariyeke mezin raber dike. Di sala 2016’an de dewleta Tirk li Zagrosan dest bi operasyoneke mezin dike. Artêşa APOyî li hemberî operasyona dagirkeriyê berxwedaniyeke bêhempa raber dike. Ew keç û xortên fedaî li Zapê hesabên dijmin li dijî wî dizivirînin û Zapê ji wan re dikin dojeh. Bi şer û berxwedana xwe sekneke dîrokî û îradeyeke ji pola nîşan didin. Ev berxwedanî bandoreke mezin li Gerîla Cesûr dike û ew jî dixwaze bibe yek ji şervanên Zapê. Li ser vî esasî di sala 2016’an de berê xwe dide qada cengê Zapê.
XWE BI CENGA ZAPÊ RE DIKE YEK
Gerîla Cesûr, her çawa tê Zapê, xwe bi pratîka Zapê re dike yek. Bêdudilî beşdarî hemû karan dibe; ew, tevî ku hîn nû ye, xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş dixe û xwe digihîne asta gerîlayekî pispor.
Di dîroka Zapê de gerîlayan li hember dagirkeran, di wan lat û zinaran de, dijmin tar û mar kirin û her bihustek ji axa Zapê ji wan re kirin goristan. Kawayê hemdem Cesûr li Zapê bi rêhevalên xwe re agirê serkeftinê dadide; di her lêdana wan a li hember dijmin de agirên li çiyayan hîn geştir dibin. Wan bi serkeftina azadiyê re li rêzeçiyayên Zapê serkêşiya govendê girt û mizgîniya rizgariyê teqez kir.
LI PERESTGEHA VEJÎNÊ DIGIHÊJE ŞEHADETÊ
Gerîlayê dilpola Cesûr, 7 salan bê navber li Zap û Avaşînê têdikoşe. Ew bi fedakarî û wêrekiya xwe di dilê her hevalê xwe de dibe mînak. Di her qada ku lê maye de bêdudilî beşdarî jiyan û têkoşînê dibe û sekna mîlîtaniya Apoyî di xwe de ava dike. Ew di her gava ku diavêje, her şîvereya ku tê re derbas dibe û her lat û zinarên ku lê dimîne de, li pey xwe şopên şoreşê dihêle; lewma rêhevalên wî yên dozê ji wî mînak digirin.
Di sala 2022’an de, di encama êrîşeke namerdane ya dewleta Tirk de, bi du rêhevalên xwe Baran Kobanê û Mazlum Amed re digihêje şehadetê.
Ew her sê lehengên Kurdistanê, wek hemû lehengên Kurdistanê, wê her tim di dil û bîranînên gelê Kurd û rêhevalên xwe yên têkoşînê de bên bîranîn. Ew bi têkoşîna xwe ya bêhempa bûn sembola rêhevaltiya rast û lêgerîna heqîqetê. Ew ê bi sekna xwe ya Zîlanî li Kurdistanê her tim bibin meşaleya azadiyê.
