Gihiştina sirra jiyana bi mane ne hêsan e. Meşîn û pêşketina li ser vê rêyê û di vê rêwîtiyê de gihiştin hêz, wêrekî û dilekî mezin dixwaze.
Ji ber ku ketina vê rêyê ne karê her kesî ye. Rê dijwar, bi êş û zehmet e. Pejirandina wê jî karê mirovên dilêr e. Ji ber vê, dema te biryar da ku ji bo jiyaneke bi mane bijî û têbikoşî, ev rê bedew, ji dil û bi qasî wê jî şahîdar e. Bes mirov bizane rast binêre. Jindar Ezgî Dersim, ku li PKKyê—dergâha jiyana bi mane—ji bo hebûn, kesayetî û têkoşîna xwe bi mane bike gihiştibû sirrên jiyanê, lêgerînvana maneyê bû. Ji bo jiyanê bi mane bijî, perdeya asayîtiyê çirand, xwe ji asayîtiyê derxist, gihîşt heqîqeta maneyê û bû şoreşgerek, rêhevalek. Dema dixwest maneyê bide hebûna xwe, di aqil û dilê xwe de gelek kaos jiya, pirs kir û têkoşîneke dijwar meşand. Ji ber ku gihiştina sirra jiyanê ne hêsan e. Heval Jindar ku hay ji vê heqîqetê hebû, nivîsîbû: “Ey jiyana bi heybet, ey gerdûna ku em nekarîn bibin xwediyê sirrên te, ey gerstêrka me ya ecêb, cihê jiyana me, ey mirovahî… Yên hatine, çûne û wê bên. We jî êşên di hundirê min de jiyan, dijîn û wê bijîn. Zanîn, ger maneya rast nebîne, lawaziyê diafirîne. Dem, ger bi hestên dostane neyê hîskirin, eziyetê dide. Kêlî, ger neyê mezin kirin, dibe gora biçûkatiyê. Û rêbaz… Hîn jî bi êşên lêgerîna xwe ditawim. Hîn jî hewl didim maneyê bidim hebûna xwe. Hîn jî hebûna bi dehan zincîrên ku divê bişkînim hîs dikim. Ey zanîn. Zanayê min. Ya nedîtî ya jiyanê min sêhr dike. Hîs dikim ku ez aîdî wan im.” Jindar tu carî, li tu cih û demî, ji bawerî û lêgerîna jiyana bi mane dest berneda; bi baweriya bi bedewiyên wê hewl da wan fam bike û bijî.
Jindar Ezgî Dersim dema hewl dida maneyê bide hebûna xwe, di rêwîtiya xwe ya hundirîn de her tim bi zanîna heqîqeta xwe ya dîrokî û civakî, xwe pirsî. Ji ber ku di bingeha pirsên wê de rastiya dîrokî û civakî hebû, kesayetiya xwe mezin kir û maneyê da xwe. Lêgerîna maneyê hebûna Jindar anî dinyayê; hebûna wê jî li hember jiyana bi mane nemir bû. Ji ber vê zanî xwe çawa bide hebandin; li her cih û demê ku çû û di her dilê ku dest lê da de şopên mayînde hişt.
Heval Jindar li Dêrsimê, erdnîgariyeke sêhrî û bi heybet, ji dayik bû û mezin bû. Di rastiyeke ku çar alî bi çiyan hatiye dorpêçkirin, keskahî her der girtî, av pir in, xweza zindî tê dîtin, perestîş tê kirin û pîroz tê dîtin de mezin bû. Ji ber ku ji biçûkatiyê de hezkirina xwezayê û pîroz dîtina wê hîn bûbû, têkiliya Heval Jindar a bi xwezayê re jî cuda bû. Her dara ku didît maç dikir, dest lê dida, silav li ya dûr dikir û rojhilat bi pîrozîeke mezin pêşwazî dikir. Ji heywanan hez dikir û ji bo ku kulîlkekê neêşîne bi hestiyarî nêzîk dibû. Ji xwezayê pir hez dikir û rêz lê digirt; xwezaya dayîk jî bi vê pîrozî wê hembêz dikir. Her tim digot xwezaya dayîk min dibîne, dişopîne û diparêze. Ji ber ku di hawîrdoreke ku nirxên civakî tê de bihêz bûn de mezin bû, evîna wê ya ji mirovan re mezin bû. Nêrîn û helwesteke wê hebû ku jiyana bi evîn û danîna evînê di bingeha jiyan û têkiliyan de esas digirt. Ji ber vê digot: “Ez bawer dikim ku evîn bingeha hemû bedewiyan e. Evîn bedewiyan derdixe holê. Dixwazim bedewiyên di mirovan de derxim holê; bi rastî hewla vê didim.” Ji ber vê Heval Jindar şelaleyeke evînê bû; li her derê ku bû û di her rêhevalê ku parve kir de şahî û nirx diafirand. Şahî belavî her rêhevalî dikir. Deriyê nihêrîna bedew vedikir û her tiştê baş û rast bi te re dida hevdîtin. Jindar wate zanîna bi evîn jiyîn, nihêrîn û hîskirinê ye. Di her rêhevalê xwe de ev hest afirand û li ser hemûyan şopên mayînde hişt. Evîn û girêdana Heval Jindar a bi Rêbertiyê re jî pir cuda bû. Dema behsa Rêber APO dikir, birûska di çavên wê, rastgo û dilsoziya parvekirina wê bandor li me dikir; dihêla em zêdetir bi Rêbertiyê ve girêdayî bin, wê fam bikin û jê hez bikin. Hestên xwe yên der barê Rêbertiyê de dinivîsî. Nivîsên wê me didan fikirandin, asta fahmkirina me mezin dikirin û ronahî didan şoreşgeriya me. Di kampa zivistanê ya 2013’an de di rojnivîska xwe de nivîsîbû: “Rêbertiya me mirovê ku nirxên mirovî yên vê serdemê hildigire, dijî û diparêze ye. Ew mirovek e ku gihîştiye evîna heqîqetê û jiyana xwe ji wê re terxan kiriye. Mirovê herî berxwedêr û herî nêzî azadiyê yê serdema me. Dost û rêhevalê herî nêzî jinan. Mirovê ku zarokan di rewşa wan a herî paqij de fam dike û dikare bikeve dinyaya wan a pak. Kurê baş û zarokê bedew ê xwezaya dayîka me. Ez bi rastî pir jê hez dikim. Çavkaniya moral, hêz û wêrekiya min e. Armanca min a bingehîn ew e ku hewl bidim layiqî bedewiya Wî bim. Hewl didim maneyê bidim evîna xwe û wê bi nirx bikim.”
Heval Jindar di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de zanî di nav heybet û mezinahiya çiyan de li ser rêya rast bimeşe. Her çiqas hemû zehmetiyên jiyanê wek barekî giran xwe ferz kirin jî, hemû hilda ser milên xwe; bê gilî, bê ku baweriya xwe winda bike, kesayetiya xwe di agirê têkoşîna azadiyê de heland û bi ked û evînê xwe da hebandin. Vê li welatê bi heybet ê Cîlo û çiyayên serhildêr ên Dêrsimê afirand. Li cihên ku germa têkoşîn û pevçûnê tê de dihat jiyîn maneyê da hebûna xwe. Cîlo û Dêrsim wek mamoste, dayîk û mecraya zanînê dît û pusûlaya jiyan û têkoşîna xwe li gor wê destnîşan kir. Ji ber vê çiyayên me ne tenê cihên parastinê, di heman demê de cihên perwerdeyê bûn. Çiya ji Jindar re cihê zanînê, Jindar jî ji çiyan re zarokeke bedew bû.
Rêheval Jindar, wek Dêrsimî, ne tenê zarokeke baş a Dêrsimê bû; di heman demê de ji sala 2001’an ku tevlî têkoşînê bû heta 2018’an, wek şoreşgereke Kurdistanî û sosyalîst zarokeke baş a hemû Kurdan û mirovahiyê bû. Li Çiyayên Zagrosê, dergûşa mirovahiyê, têkoşiya; xebatên ciwanan û gel meşand; paşê bi şeş sal gerîlatiya Dêrsimê jiyan û dem tije jiya. Bi kesayetiya xwe ya berxwedêr û serî natewîne, wek berdewama Besê, Zarîfe û Bêrîtanê, li dijî dijminê zalim û barbar şer kir û hêz û esaleta gerîlaya jin nîşanî hemûyan da. Di operasyona ku dijmin di 15’ê Tebaxê de da destpêkirin, bi hemû bawerî, girêdan û wêrekiya xwe bi Heval Berfîn û Heval Çekdar re li dijî dijmin şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.
