Ew lêkolînên li ser misyonê cewanê Rojhilatê Kurdistanê hema hema bi tamamî rastiye rêjîma dewlta Îranê û dîroka hemû insanên Kurd dide diyar kirin.
Di Rojhilatê Kurdistanê de siyaseta ku milekî de dibin navê ola İslamiyetê de, di milê wê rêjîma Îranê de tê meşandin her insan û bi taybetî her insanê Kurd, ciwan û civaka Kurd hertim dibin guneh karî û wekî insanekî xwedî qisûr li gorî qanûnên, heyanî roja me ya îro jî dewam dikin.
Di pêvajoya ku em tê de derbas dibin jî, dibin navê gunehkarî kirinê de, hemû ciwanên Kurd dibin û di işkencê re derbas dikin û îdam dikin. Ma heya niha kîjan insan ji boy ku xwe bide jiyan kirin hatine îdam kirin? Hin kesan dibin dukjin tine dikin, hinkesan jî dibin bi ruh û mêjiyê wan dilîzin, di ruh de dukjin tenê fîzîka wan saxlem dimîne, wê jî dibin dikin kolê xwe û her rojê di deh îdama re didin derbas kirin. Bi wê dixwazin jiyana civaka Kurd bidin tune kirin. Wekî dîtir jî dibin navê xwe parestinê de, insanên Kurd dibin û dikin çete.
Dibin wê siyasetê de dixwazin di Rojhilatê Kurdistan de her insanekî Kurd lihemberî sazî û partiyên Kurda bidin bikaranîn. Heya ku karê wan pê xelas dibe, bibin di pazara siyasî de bi cî dikin û difiroşin hinek dewletê dîtir.di heman axê de Kurd bi rengekî dîtir, bi siyasetekî cûda dîsa dibin xizmete berjewendiyên xwe de, dide bikar anîn.Kurd di rêjîma İslamî a Îranê de ya ku bi sexte kariye xwe tê naskirin dide bikar anîn.Rêjîma dewleta Îranê ne tenê ciwane an jî civaka Kurd tune dike, ciwanên Kurd îdam û tune dikin, dikin kole ji boy sîstema kaptalîzmê. Bi van şêwaza jî çavê hemû gelên di Îranê de wekî Fars, Ecem, Ereb û hemû gelên ku di Îranê de jiyan dikin ditîrsînê, bê deng dike û li hemberî rêjîma xwe û siyaseta îdamê kirinê, di dilê wan de tirsekê dide rûniştandin, cesareta wan dişkînin.
Serok APO di çarçeva îdeolojiya xwe de, parestina cewherî ji me re pêşniyar kir. Ji boy wê di çarçeva parestina cewherî de pêwîste ciwanên me ê Rojhilat hem xwedî nêrînbin, hem jî xwediyê piratîkekî rast û serbilindbin, çiqasî xwe ji dewletê qut bikin tevlî qadên xwe ê leşkerî bibin ê fersêta azadiya xwe a insanî ewqas kûrbikin û bi pêşve bibin. Her cewanekî ku dikarê siyasetê bike, dikarê xwedî li dîroka xwe derkeve.
Leşker ÛRMİYE