HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –I-

Gelê kurd ku di dîrokê de wekî Hûrî, Gutî, Mîtanî, Naîrî, Ûratûyî, Hîtîtî û Medî hatine binavkirinê, yekane neteweke ku bi hejmara xwe ya zêde, hem li ser welatê xwe hem jî li her devera dinyayê gelekî ji her cure mafên mirovî û welatekî ne azad bêpar mayî ye. Zihniyetên dewletparêz hewl dane vê yekê wekî qeder bi gelê kurd bidine qebûlkirin.

 

Serdestên ku Kurdistan dagir kirine, fetihkirina welatê kurdan û tunekirina çanda kurdan ji xwe re maf dîtine û wekî fermana Xweda bi zihniyeta Netew-Dewletê ku li ser bingeha Yek-Dewlet, Yek-Ziman, Yek-Çand û yekên bê wate ev dirêj dibin kurdan ji qirkirina çandî, siyasî, aborî û leşkerî de derbas kirine. Wisa hatiye kirinê ku, ev fenomen di mejiyê mirovan de hatiye înşankirin an sazkirinê, mîna ku ev di ayetên pirtûkên pîroz de hatibin nivîsandin, dane qanîkirin û bawerkirinê.

Li ser vê bingehê Rêber Apo di zirûfên herî dijwar de, digel ewqas bêderfetiyan li Îmraliyê pênc parêznameyan nivîsand û hemû qirêjî û înşayên şaristaniya derewîn ku li ser destdayîna nirxên mirovahiyê xwe ava kiriye, deşîfre dike.

Di parêznameyên Rêber Apo de, şer û pevçûnên di navbera Şaristaniya Demokratîk û Şaristaniya Dewletparêz de tê bi dest girtin û bi me dide selmandin ku, mirovantî li ku winda kiriye pêwîst e li wir bê gerîn. Lewre ji bona ku em fêm bikin, ka ev sîstema kambax -ku xwe wekî ŞARISTANÎ binav dike- ji ku derket, çawa xwe gihande van rojan, li ser çi esasan xwe da jiyandin, pêwîst e em ji avabûna gerdûnê (evren) dest bi çîroka xwe bikin. Nexwe em vê nekin, mîna ku modernîteya kapîtalîst –ku pêşengiya wê Ewropa û Emerîka dike-  her tiştî ji xwe bide destpêkirin û li ser hemû nirxên mirovantiyê rûnê û bike malê xwe. Nirxên ku 13,8 milyar salî de bi avabûna gerdûnê re destpêkirine, modernîteya kapîtalîst ku xwedî emrekî 400 salî ye, xwe wekî afirînerê van nirxan dihesibînin û li serê dinyayê, xwezayê û mirovantiyê bûye bela.

Ya herî girîng ev e ku, ji Sûmeran em bigrin û hetanî modernîteya kapîtalîst, ku her tiştên xwe  wekî HEQÎQAT binav dikin, hemû jî hatine sazkirin ango hatine înşakirinê. Yanî em ji olan bigirin hetanî çînan (sınıf), ji dewletan bigirin hetanî sînoran, ji bazirganiyê bigirin hetanî ew pereyên ku em rojane bikartînin û ya herî girîng zihniyetên ku li ser mirovan hatine ferzkirin, hemû jî hatine înşakirinê. Ji ber vê yekê, tiştek ku hatibe înşakirin jî, em dikarin xera bikin û ji nû ve saz bikin. Berxwedaniya Rêber Apo jî bi parêznameyan ev e ku, vê zihniyetê biguherîne. 

Dema ku em li herîkîna şaristaniyan dinêrin, bingeha xwe ji Serdema El-Ubeyt digirin (B.M-5500). Çi dibe wê demê dibe. Heta wê demê di pêşengiya jin-dayîk de, genim tê çandin, heywan têne kedîkirinê, ji kafikan firaqan çêdikin, ji giyayan derman têne çêkirin. Ji ber ku di dema jiyana klantiyê de, encax dikarin rojane xwarin bibînin. Ku di klanê de  rojane jin berhevkarî û mêr nêçîrê nekin, wê birçî bimînin. Lê bi neolîtîkê re, pirsgirêka civakê ya tunebûnê namîne. Êdî di dest civakê de zêdehî hene. Genimê zêde heye, heywanên kedîkirinê zêde bûne, ji hêriya wan sûd tê girti. Li gorî ehlaqê klanan, zêdehiyan li cem xwe hiştin gunehê herî mezin e û rê li ber belayan vedike. Loma jî zêdehiyan li perestgehan li hevûdin diyarî dikin, yanî wekî hediye didin hevdu. Çi dibe wê demê dibe. Dayîk an jina ku 3 milyon sal pêşengiya civakê dike, civakê birêve dibe, pîroz e û xwedawend e, zilamê kone û bi hêz, çav berdide zêdehiyan û hîmê zilm, çewsandin, mêtandin, şer, koletî, dewlet, çînan tê avêtin.

Heta ku em çîroka ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ fêm nekin, heta ku em jiyana komûnal a klanan fêm nekin û dîsa berî klanan avabûna dinyayê fêm nekin û bi taybet jî heta ku em çîrok û mîtolojiyên sûmeran dernexin zanebûnê, wê her dem di navbera mirovan de dubendiyên serdestî-bindestî, bihêzî-nebihêzî, efendî-kole, axa-xulam wekî hedîsê pêxemberan bibine heqîqat.

Hema mirov têne li xwezayê, li xebatên arkeolojîk, li tabletên sûmeran binêre wê hemû derewên şaristaniyan derên holê. Bi kurtasî jî be, em bahsa mirovê yekem bikin, wê gelek çîrok deşîfre bibin. Ev gerdûna ku emr an temenê wê 13.8 milyar sal tê hesibandin, wisa ji nişka ve çênebûye. Zindiyên ku dişibin mirovan û wekî PÎRÎMAT têne binavkirinê, 7 milyon sal berê li Rojhilatê Efrîqayê di nav ewqas zindiyan de dertên pêş û bi qasî 3 milyon sal berê, cudahî û ferqa xwe dixine navbera hemû zindîweran. 3 milyon sal berê ev PÎRÎMAT(mirovên yekem) wekî KLAN jiyan kirine. Piştî ku zirûfên xwezayî jiyanê zehmet dibin, ev civakên ku wekî klan dijîn û hejmara wan di navbera 25-30  kesî de ye, di xeta RÎFÊ de li dinyayê belav dibin. Ev klanên ku bi berhevkariya giyayan û nêçîra heywanan xwe li piya dihêlin, milyonek sal serdemeke cemedî an qeşayî dibînin, di vî 3 milyon salî de her diçe xwe bi pêş ve dibin û herî zêde li derdora Çemê Dîcle-Ferad, Çemê Nîlê û Çemê Pêncavê ku li Hindistanê ye bi cî dibin. Piştî ku 20 hezar sal berê, ku IV. SERDEMA CEMEDÎ ÇARÎN ku ya dawîn e diqede, li derdora van çeman, bi taybetî jî li Mezopotamyaya Jorîn, derbasî Serdema Neolîtîkî dibin. Serdema Neolîtîk –ku çandinî destpê dike û kedîkirina heywanan tê kirin- di pêşengiya jin-xwedawend de ango di pêşengiya dayîkê de bi pêş dikeve, bi taybetî 8 hezar sal berê gelek şoreşên mezin tên avêtin.

Ger ku derfet hebin, nebesta min ev e ku, di nivîsên dîtir de, cî bidime Civaka Komûnal û şerê di navbera Civakên Demokratîk û Dewletparêz de. Dîsa wekî Rêber Apo di parêznameyên xwe de diyar kiriye, rûyê qirêj ê sîsteman nas bikin, tehlîla olan bikin û li hember vê wekî alternatîf, Şaristaniya Komûnal (Modernîteya Demokratîk) ango Konfederalîzma Demokratîk, ku bi qasî erd û ezman rastî û heqîqateke, derxînin zanebûnê. Wê demê jî em ê xwe bigihînin CIVAKEKE POLÎTÎK Û EXLAQÎ.

Wê bidome…

Rûbar Andok