HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Nivîsa xwe ya berê de me gotibû “her tişt ji bo Rojava.” Le welê tê xûyakirin ku ew gotinên me pir kêm dimînin. Pewîste em hîn firehtir ser vê mijarê bisekinin.

Îro li Kurdistan’a Rojava’de rewşekî şoreşgerî jiyan dibe. Rewşa şoreşgerî çi ye? Rewşa şoreşgerî tê çi wate yê?

rojava2Rewşên şoreşgerî bi xwezaya xwe pir nazik dibin. Her dem yê çi bibe ne diyare. Hem ê ku li dijberên şoreşê nav hewldanên xurt dane, hem jî bizava şoreşgerî hundirê liv û libatan de ye.

Li gel vê, erîş û daxtên pir zede li ser civaka Kurd heye. Gelek hêz dixwazin derdorên wan bigirin. Dîsa qada nawnetewî de gelek derdor hene ku ji bona Kurdan xêrnaxwazin. Kurdan nasnakin. Naxwazin Kurdan nasbikin jî. Dîsa dewleta tirk, milîmek mafê Kurdan nenasîn ve tê. Ji bona vê jî çi dike herkes dibîne. Begûman gelek tiştên ku zerar didin Kurdan û yên ku dixwazin bidin Kurdan mirov dikare rêzbike, pêve bike.

Lê mijara herî girîng ewe ku li Rojava li hundir de hinek derdor bi şixulên kirêt ve mijûlin. Qandî em dibînin û pê dihesin hinek derdor yekser bi dewleta tirk bi hev re dijî derkeftiyên Rojava ditekoşin. Çekên dewleta tirk digirin û dijî Kurdan şer dikin. Ji dewleta tirk pere digirin û dijî ked û kespên Kurdan kar dikin. Dîsa yekîtiya kurdan ji bona têk biçe aloziyên curbicur rêvedibin.

Mînak, helwesta ku dixwaze kurdên derdorê YPG kombûyî, bi çek kirina hinek kesan qels bixe. YPG wek tevgera giştî yên kurdên Rojava û parastina kêm netewên li wê derê dijîn em nasdikin. Dîsa em dizanin ku YPG cîhê xwe di bin siya Desteya Bilind de digire. Dîrektîf, telîmatên xwe li ser esasên destûrnameya xwe li vê saziya kurdan ya pîroz digire. Demê ku hinek kom bixwazin ji bilî van rastiyan tevbigerin, begûman evê şaş bibe.

Lê mixabin komên  ku ji dewleta tirk çekan digirin dixwazin îro li Rojava tevlîheviyan bikin. Û kî li cem van tevlîheviyan cîhê xwe bigire bêgûman ew ji wê bibin şirîkên van kirêtiyan. Dîrok ê van kesan, baskan, aliyan welê nav bike. Ev teqez e.

Niha ango vesta îro li Rojava kî van kirêtiyan dike û dixwaze bike diyare. Baş e, gelo kî piştgiriya van komika dike? Kî van stare dike? Ki van gur dike da ku kanibin li Rojava tevlîheviyan çekin? Ki îro astengiyên mezin ji bona kespûkarên Rojava çênebe hewldide? Kî, rastî îro alîkariya dijminên kurdan dike?

Bersiv pir hêsane!

Kî bi karên xwe ve bikevin bin xizmeta dijmin ewnane.

Kî dixwaze Kurdên me yê Rojava bi niyaza û birçî dîl weringirtin, ewnane.

Kî sînorên Kurdistanê dorpêç dike ewnane.

Kî nahêlin ku li Rojava yê Kurdistanê pergala xweseriya demokratîk avabikin, ewnane.

Her wiha em dikarin van tiştên ku li ber serkeftina şoreşa Rojava’yê Kurdistan dibin asteng pey hev re bijmêrin.

Lê pewîstî heye ku, nav hejmartin zêdetirîn beramber tevayî kes û derdorên ku dijminiya Rojava’yê Kurdistanê dikin em dijberiye ke tund hember vana raber bikin.

Berevajiya vê eger em helwest û bertekiyên xwe tund neynin ser ziman û dijber dernekevin, emê kêm û kurtiyên pir ciddî û giran bijîn.

Qasim Engîn