Rêber APO, şerê siyasî bi pênaseyeke bêhempa di mêjiyê me de nivîsand. Rêbertî daxuyakirin ku; “şerê siyasî, şerê welatparêziyê, şerê parastina ax û dîrokê”ye. Heya niha tu fîlozofî, tu siyasetvanî, tu nivîskarî pênaseyeke welê balkêş û xwerû (sade) nekiriye.
Di şêwazên parastina ax û dîrokan de helbet pir cure hene. Di nava wan de şerê çekdarî jî heye. Niha ji bo Kurdistanê jî bi heman awayî, hem şerê çekdarî, hem jî şerê siyasî heye û tê meşandin. Şerê çekdarî ji aliyê gerîla ve tê meşandin. Hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û şoreşger dikarin nava refên gerîla de cihê xwe bigire û bi vî şêwazê parastinê pêkbîne. Ev pir girînge û karekî welatperweriyê ye.
Lê tiştekî din jî şerê siyasî ye ku derveyî însanên me yê ku nikarin şerê çekdarî de cihê xwe bigirin eleqedardike. Helbet gerîla di heman demê de şerê siyasî jî dimeşîne. Lê belê bi taybet civaka sîvîl divê şerê siyasî yê ku Rêber APO diyarkiriye ji xwe re esas bigire.
Ev şer wê çawa bê meşandin? Bi kîjan polîtîkayê? Bi kîjan ferasetî?
Beriya her tiştî divê mirov li xwe hayîl be ku, ax û dîroka Kurdistanê di bin gefxwarina dijminan de ye. Ev dijmin ne yeke, pirrin. Dixwazin ku hemû dewlemendiyên bin erd û ser erd yên Kurdistanê ji bo xwe bikin malê bazarê. Dixwazin zevî û baxçeyên Kurdistanê zuhabibin, birçîtî, xizantî hebe. Dixwazin axa Kurdistanê parçe parçe bimîne ku hîn hêsantir bi rêvebibin. Û her tim ew li ser serê me rêveber bin. Dixwazin dîroka Kurdistanê neyê zanîn ku em wekî gelekî qedîm bêne naskirin. Ji bo vê niha li gelek deverên Kurdistanê bi bendavan (baraj) dîroka zindî ya Kurdistanê di bin avê de dihêlin. Ji bo li berçavên me xuyaneke. Ji xwe ya ku xuyaneke jî piştî demekî tê ji bîrkirin!
Niha pirsgirêk pirrin. Bi nivîsandinê naqedin. Li hemberî gelemperî van êrîşan, polîtîkaya herî guncav; parastina cewherî ye. Ango hem xwe parastine, hem jî welatê xwe parastine. Çawa? Wekî mînak; dewlet niha hema bêje li her derê qereqol (yan jî qaleqol) an çêdike. Li hemberî vana derketin û rê nedana wan parastin e. Çete dixwazin li Kurdistanê madeyên hişbir belavbike. Li hemberî van çeteyan bertek nîşandan parastin e. Dixwazin fihûşê bînin Kurdistanê. Qewitandina wan parastin e. Dixwazin me di dibistanên xwe de bihelînin, wekî xwebikin. Li hemberî vê, ji niha û pê ve neçûna dibistanên dewletê parastina cewherî ye.
Yanî welatparêzî ye. Mirov dikare axa xwe jî dîroka xwe jî wiha biparêze. Li taxekî, ciwan, kal, pîr, jin, kî dibe bila bibe, dikare vê parêzvaniyê bike. Bi taybetî ev karê ciwana ye. Raste. Lê belê dema em bixwazin parastina xwe jî pêkbînin, ne hewceye ku em tiliya xwe di çavê hineka re bikin. Parastina cewherî, parastina ax û dîrokê eger bi çek be , cihê wê çiyayên Kurdistanê ye. Refên gerîla ye. Na eger emê li nava bajaran vê parastinê pêkbînin, wê demê jî bi rêxistinbûn û çalakiyên curbecur ku her kes, hemû gelê me bikaribe tevlîbibe li darbixe.
Mesela, niha meclîsa ciwanên BDP’ê bi slogana “LI KURDISTANÊ MÊTINGERİYÊ NEJÎ Û NEDE JIYANKIRIN” kampanya daye destpêkirin. Ev şêwazekî baş e. Eger bikaribin veguhêzin rêxistinbûnê û bikaribin gelê Kurdistanê di vê mijarê de hîn bêhtir xwedî zanebûn bikin pirr başe. An na ji bo ku em hêza xwe nîşanî hinek kesan bidin hewce bi cureyên derveyî pêvajoyê nîn e. Carna hinek helwestên me ne li gorî demê pêşdikevin. Wekî mînak; demê şer û bê şeriyê nabin weke hevdu. Ji bo vê divê gavên me yan jî çalakiyên me li gorî dem û cihê xwe be. Ji bo civaka Kurdistanê ciwanên welatparêz hêza avakirinine. Yanî ciwanên welatparêz ji bo hemû ciwanan mînakin. Divê wisa be jî.
Em karên xwe bikin, rêxistinbûna xwe berfirehbikin, xwe bikin hêzeke ku tu kes nikaribe pişta me deyne erdê; lê heya ji destê me tê, em şaşiyan nekin. Em polîtîk nêzbin. Taxên me, gundên me, bajarên me, dayîkên me, siyasetmedarên me, çiyayên me, kolanên me emanetê me ne. Ax û dîroka dayîkniştimana me li benda parastina me ye. Azadiya Rêber APO li ser milên me ye.
Ciwanên ku dixwazin li hemberî dilnexwaz û neyarên Kurdistanê dijwartir şerbikin jî, divê rojek ji ya din zûtir werin û di nava refên gerîla de cihê xwe bigirin.
Serhed TENDUREK