HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Bi rast hatina 13. salvegera bêbextiya qomploya navnetewî, vê rojê bi kîna dilê xwe hemû hêzên di vê bêbextiyê de cihê  xwe girtine lanet dikim.

Bi esareta Serokatî ku di 15’ê Reşemeha 1999’an de hate jiyan kirin, dijmin di wê fikrê debû ku wê bi esareta Serokatî tevgera azadiyê ji holê rabike.  PKK wê tasfiye bibe. Lê bi pêkhatina esareta Serokatî re PKK bi dawî nebû. Berovajiyê wê hîn bêhtir potansiyela gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê derkete holê. Li himberî gotinên pûç yên mîna wê PKK bi esareta Serokatî tasfiye bibe, çalekiyên gel gûr bû. Dewlet û hezên desthilatdar carekê de  xwe li himberî berxwedana gelê Kurd dîtin. Çalekiyên gel û gerîlla bi esareta Serokatî re bû narincok di destê hêzên desthilatdar û di dilê wan de teqiya.

Gerîlla û gel çiqasî bi Serokatiya xwe re girêdayî ye, bi vê rastiyê derket holê. Bi awayekê vekirî derket holê ku, ev qomplo wê ti carî negihe mirazê xwe.

Di roja me ya îro de, li Rêbertî qomplo bi rêbazên cuda yên mîna tecrîd û izolasyona giran tê meşandin. Lê belê, Serokatî bi helwesta xwe, bi sekna xwe, bi zanista xwe vê bêbextiyê vala derxist.

Digotin, gava Serokatî bê girtin, gerîlla wê tasfiye bibe, belav bibe ku karibin bi her awayî êdî gerîlla bigrin dibin venêrîna xwe û hegomonya xwe li ser rojhilata navîn bidin meşandin. Lê ev ya nîşanda ku hêza Serokatî, dijmin vala derxist. Ev hemû bi sekna Serokatî a berxwedêr û radîkal çêbû. Bi zanista xwe zanista xwe, şêwazê xwe, felsefeya xwe, bîrdozî û raman xwe Serokatî dijmin vala derxist.

15’ê Reşemehê di dîroka gelê Kurd de weke rojekê reş tê binav kirin û her sal tê şermezar û lanet kirin. Roja şînê ye ji bo gelê Kurd. Ji ber ku Serokatî ji bo vî gelî, ji bo hemû cîhanê, bi taybet jî ji bo Kurdan cihekê xwe yê taybet heye. Ji ber kedeke mezin a RÊBER APO di hişyara vî gelî de çêbûye. Dîroka Kurdan, dîroka Mezopotamya yê, dîroka rojhilata navîn, Serokatî bi lêkolînên xwe hemû rastiyên wê derxistiye holê. Dîrok derketiye li ser rûyê erdê. Rastî derketiye holê. Agirê dîrokê êdî geş bûye ku dijmin nikare êdî vî gelî binbixîne. Ji ber ku Serokatî xwedî felsefe, bîrdozî û ramanekê pir bi hêz e. Ti hêzên desthilatdar nikare xwe li himberî ramanên RÊBER APO li berxwe bide. Gel bi xwîna hezaran şehîdên xwe zindî bû. Gelekê ji nû de şîn bûye û şitil daye. Êdî gelê Kurd xwedî wê hêzêne ku rê li ber hemû bageran bigre. Zarokên vî gelî îro ji bo Serokatî û azadiya gelê xwe çek girtiye destê xwe û bêyî navber di çiyayên Kurdistanê de tekoşîna serfiraziyê dide. Li cihê ku pêwîst jî bike, wê canê xwe jî di ber de bide.

Piştî van berxwedanî û hêza Rêbertî, gelê Kurd û gerîllayên tevgera azadiyê, êdî dijmin jî dizane ku wê bi qirkirina fizikî nikare vî gelî bixîne û tine bike. Dîrok êdî weke darekê şîn dibe, pelçimên xwe vedike, kulîlk vedike. Çiqasî bixwazin bişkînin û serde biçin jî, êdî dîrok derketiye li ser rûyê erdê û şîn bûye. Zanist û bîrdoziya RÊBER APO ewqasî bi hêze ku, mêtîngerî li himberî wê serê xwe diçemîne û li binkeftina xwe mikûr tê. Gelê Kurd êdî gelekî zana ye, xwedî Serokatiyeke bihêz e, xwedî tevgereke azadiyê ye.

Bêyî Serokatî, bêyî tevgera azadî gel dizane ku êdî jiyan nabe. Bi şoreşa zihnî ya RÊBER APO re rabûn û mezin bûn. Xwestin vê mezinbûnê di 15’ê Reşemeha 1999’an de bin ax bikin, lê nekarîn.

Weke gerîllayekê bi berpirsyara pêvajoya li pêşiya me, bi ruhê ku sala 2012’an bixin sala azadiya RÊBER APO, em vê roja reş pêşwazî dikin. Di her mercî de em bi doza Serok û gelê xwe rene. Ji herdemî zêdetir em ê tekoşîn û berxwedaniyekê mezin bidin nîşandan. Ji bo vê jî, her kesê ku dibêje ez xwedî rûmet im, di vê li Serokatiya xwe xwedî derbikeve. Xwedî şehîdên xwe yên bi xwîna xwe dîroka rast nivîsî derbikeve. Di vê bi awayekê herî rast di xeta azadiyê asta tekoşîn û berxwedanê bê bilind kirin.

Bahoz Hêvî