HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji dilê çiyayên azadiyê ez silavên xwe yên bêdawî ji tevayî rêhevalan re dişînim. Di serî de cejna Rêber APO û tevayî girtiyên azadiyê pîroz dikim, rêz û girêdana xwe ya bêdawî nîşan didim.

 

Her du cejnan, hem cejna Heciyan û hem jî cejna vejîn û azadiyê, cejna PKK’ê li her kesî û bi taybetî jî li tevayî girtiyên azadiyê, berxwedêrên zindanan li her derê pîroz dikim.

Hevalên hêja...

Pir caran name û silavên we digihin me, em bi silav û nameyên we dilşad û serbilind dibin. Belkî ku derfeta dayîna hemû navan li vir tunebe, ji ber vê yekê, em hemû hevalên girtiyên azadiyê, li her zindanekê silav dikin. Tevayî hevalên li zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê, hevalên li zindanên Îranê, li zindanên Silêmaniyê, li zindanên Azerbeycanê, li zindanên Sûriyeyê û li her derê silav dikin.

Bi taybetî em li hemberî berxwedaniya hevalên me yên li girtîgehên Sûriyeyê bi taybetî jî zindana Adrayê û girava wan a birçîbûnê bejna xwe ditewînin û rêzên xwe diyar dikin.

Di kevneşopiya dîroka PKK’ê de her tim berxwedanî û qehremaniyan riya pêşerojê afirandiye û pêşiya şoreşê ronî kiriye. Ji berxwedana Mezlum, Kemal, Xeyrî, Akîfan heta berxwedana Îmraliyê û mînaka roja îro li zindana Adrayê ev şopdariyê û berxwedanê dewam dike.

Em gerîla, li çiyayên Kurdistanê di ronahiya berxwedanên rêhevalên xwe yên di zindanan de têdikoşin, ji bo pêkanîna xeyalên rêhevalên xwe yên li zindanan têkoşînê her bilind dikin.

Hevalên hêja...

Dijmin her tim hewl daye û dide ku bi riya girtin û zindanan îrade û vîna azadiyê ya şoreşê lawaz bike, lê berxwedaniya rêhevalên di zindanan de, her tim ev hewldanên dijminan pûç kirine û zindan veguherandine kelehên berxwedaniyê û dibistanên partîbûyîn û têkoşînê.

Em pir bawerin ku tevayî rêheval di zanabûna rol û misyona xwe ya di têkoşîna bîrdozî de ne. Bi qasî berxwedanî û têkoşîna gerîla, ewqasî jî têkoşîn û berxwedana zindanan girîng û jiyanî ye.

Di serî de berxwedaniya Rêber APO ya bêhempa û tevayî berxwedaniyên rêhevalan ji bo me dibe hêza bilindkirin û xurtkirina têkoşînê...

Rêhevalên hêja... bi têkoşîn û berxwedaniyê hêviya me pir mezin e ku em ê rojek ne dûr hev li wargehên azad bibînin.

Bi gelek ji we hevalan re me li qadên şoreşê yên cuda cuda têkoşîn û kar kir, bi gelekan re nas kirin û bîranînên me çêbûn, ew kêlî û bîranîn di dil û mejiyê me de her zindî ne û xwedan nirxên giran û buha ye.

Hevalên hêja... di demên dawiyê de gelek silav û nameyên we gihîştin me an jî me lê guhdarî kir. Bi kurtahî be jî em dixwazin bersiva çend nameyan bidin:

Ji girtîgeha Karataş Adana ya Jinan nameya heval Bêrîvan Sirûç û Serhildan Erzirom berî 10 rojan gihîşt me. Em ji bo nameyên we spas dikin. Di nameyan de him hestên xurt û him jî ramanên bihêz hebûn, tê de kûrbûna di ramanên azadiyê yên Rêber APO de hat dîtin. Di nameyên we de moral, kûrahî û serkeftina ruhî diyar dibû. Em di vê baweriyê de ne ku hûn ê di vê xetê de xwe xurtir û kûrtir bikin. Di xeta fedayîtiyê, têkoşîn û jiyanê de em ji we re serkeftinê dixwazin. Em ê hewl bidin ku di demek kurt de bersiva nameyên we her duyan bidin.

Hevalên hêja...

Eger ku heval Tîrêj Siwêrekê li nameya me guhdarî dike, me dixwest agahiyekê jê bigirin. Ku nameyek ji wî bigihîşta me wê baş bibe.

Di dawiyê de em dîsa, di serî de cejna Rêber APO, ya tevayî girtiyên azadiyê, rêhevalên têkoşer, gelê me yê qehreman û welatparêz pîroz dikin.

Di têkoşîn, berxwedanî û jiyana we tevan de serkeftinê dixwazin. Ligel silav û rêzên bêdawî.

Bahoz Erdal

Çiyayên Kurdistanê