Hozan Ehmed Arîf di helbesta xwe ya bi navê Pidika Adîloş de wiha dibêje::
“Vanan
Margîstk û çiyan in
Yên çav berdana
Xwarin û nan ê me
Vanan ê çav berdane
Vanan nas bike
Nas bike û mezin bibe
Ev namûs e
Di kûnyeya me de hatiye xeritandin
Ev jî sebr e
Ji axuyan parzûn bûye
Hemêz bike
Hemêz bike û mezin bibe”
Di rastiyê de dema ku Ehmed Arîf vê helbestê nivîsandiye, tarîfa AKP’ê dike.
Hê jî hinek ji naskirina AKP’ê dûr in.
Ev rewş, bi kurdan êş dide kişandin.
Ma ne AKP bû ku di sala 2005’an de “Zagona 1’ê Hezîranê” derxist.
Bi vê yekê zagonên ferdî derxistin û hewl dan bi vê planê Rêber Apo heta hetayê di zîndanê de bihêlin.
Ma ne AKP bû ku, her tiştê der barê Rêber Apo de li derveyî biryarên AHÎM’ê hiştin.
Ma ne AKP bû ku, di sala 2006’an de zagon derxistin û zîndanan bi zarokên kurd tijî kirin.
Ma ne AKP bû ku, fermana kuştina zarokên kurd da.
Ma yên ku fermana vê da, ne Erdogan bû, ma kî bû!
Ma piştî vê fermanê bi dehan zarokên kurd nehatin kuştin.
Ma li ku derê zarokek 18 mehî di hemêza dayîka xwe de dema ku şîr dimijiya hatiye kuştin?
Ya ku vê kirin AKP û polîsên fetûl-mûnafiq in.
Ma li Cizîra Botan Mehmed Uytunê 18 mehî kuştin, ne polêsên AKP’ê bûn?
Ma ne AKP bû ku, piştî hilbijartinên 2007’an zagona çetevaniyê derxistin û hejmara cahşan zêde kir.
Ma ne AKP bû ku, ji hinek wekîlên wan serekcahş in.
Wekîlê Çewlikê Kazim Ataoglu, wekîlê Colemêrgê Rûstem Zeydan, wekîlê Mêrdînê Sûleyman Çelebî, wekîlê Rihayê Eyûp Cenap Gûlpinar û Sebahattîn Cevherî ne serekcahş in?
Ma ne AKP bû ku, sê caran biryara tezkereyê derxist û şerê li çar parçeyên Kurdistanê belav kir?
Ma ne AKP bû ku, di sala 2008’an de zagona kotratiye derxist û peywirgirtina kontrayan li Kurdistanê rewa kir.
Ma ne AKP bû ku, di sala 2007’an de hewl da Rêber Apo jahrî bike, di sala 2008’an de porê wî qusandin û îşkenceya fîzîkî kirin.
Herî dawîn jî Rêber Apo avêtin çala mirine.
Ma ne AKP bû ku, hevdîtina bi Rêber Apo re daxistin 45 deqîqeyan, hevdîtinan asteng kirin û cezayên hûcreyê dan.
Ma ne AKP bû ku, dest daye ser nexşeya rê ya Rêber Apo û dest dan ser parêznameyan.
Yên van hemûyan kir, AKP’ya fesat, diz, virek e.
Di bin van hemûyan de, qaşo wekîlên kurd ên ku bûne cahş û veguheziyana nîjadperestiya tirk, îmzeyên wan hene.
****
Ey ciwanên kurd, van çiyanên AKP’ê nas bike.
Ey ciwanên kurd, ku tu îro peywira xwe neynî cî, di demeke din de kirin bê wate ye.
Ku tu bikarîbî derê çiya, derê.
Roj, roja ji AKP’ê roja hesap pirsînê ye.
Roj, roja ji cahşên siyasî, hesap pirsînê ye.
Roj, roja cahşên siyasî û çekdar en AKP’ê hesap pirsînê ye.
Ger ku tu niha li Rêber Apo xwedî dernekevî û azad nekî, tu yê nikaribî tu demê xwedî derbikevî û azad bikî.
Berxwanî, berxwedanî!!
Ya îro, ya qet!!!
Ozgûr Bîlge