HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji welatê herî kevnar yê Rojhilata Navîn Kurdistanê, ji çiyayên Kurdistanê ji bo hemû gerîlayên FARC’ê silav bin!

Ji bo hemû Qartalên azadiyê silav!

Ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo şopînerên enternasyonelê herî mezin Ernesto Che Guevara yê ji Latînê Amerikayê hezar silav!

Em di rêya ku Rêber Apo vekiriye de weke hêzên HPG’ê yên ku li ser xeta gerîlayên PKK’ê tekoşîn dimeşînin, 50. Salvegera FARC’ê a ku xwedî tekoşînekî demdirêj, bi qehir û lehengî pîroz dikin, hemû rêhevalên FARC’ê bi hesên şereşgerî yên herî kûr silav dikin, di tekoşîna wana bilind a azadiyê de serkeftin dixwazin û dixwazin bînin ziman ku hertim emê mil bi mil li rex tekoşana azadiya rêhevlên xwe yên FARC’ê cih bigirin.

Pêş niha 50 salan li hemberî êrişên dewleta faşîsta Kolombiyayê yên li hemberî komara 16 a azad dane destpêkirin, rêhevalê şoreşgerê pêşeng Manuel Marulanda li gel komekî rêhevaln 27’ê Gulana 1964’an di berxwedana ku li Komara Maquetaliayê de nîşa kiriye de, bingehekî kûr yê tekoşîna azadiya kûr û bi bigeh avêtiye. Weke gerîlayên Kurdistanê ku 30 salin li hemberî faşîzm û dagirkeriyê tekoşîna azadî û demokrasiya Kurdistanê dide Tekoşîna Azadiya Kolombiya û berxwedana lehengî a FARC’ê pîroz û silav dikin.

Rêhevalên birêz;

Tekoşîna ku em li Kurdistanê dimeşînin, tenê ne tekoşîna gelek û welatekî ye. tekoşîna me, li hemberî polîtikayên asimilasyon, zext, dagirkerî û soykirima yên ku hêzên dagirker li ser gelê me ferz kirine li hemberî polîtikayên hêzên hegemonîk yên navnetewî ku li Rojhilata Navîn yên dagirkerî, zext û bê kesayetî kirinê, tekoşîna me a mirovahiyê ye. Tekoşîna me li ser bingehê Paradîgma Civaka Ekolojîk-Demokratîk a ku rêheval Rêber Abdullah Ocalan pêşxistiye li Rojhilata Navîn hilbijartekî nû a demokrasî û azadiyê derxistiye holê.

Rêhevalên birêz;

Li hemberî hêzên hegemonîk yên navnetewî, tekoşîna ku gel li Rojhilata Navîn û Latîn Amerîka dimeşîne gelek aliyên hevbeş hene. Di rastiya cîhana ku global dibe de hemû hêzên şoreşger ji bo hîn zêde bikevin nava piştgiriyekî mezin de ketiye rewşekî ku jê neyê vegerîn de. Li ser vî bingehî em piştgiriya gelê Kolombiya û Kurdistanê pir bi wate û giring dibînin. Li hemberî tekelên ku hêzên dijmin yên şerê teybet pêşxistine, em bi diyar kirina piştgiriya xwe a ji bo tekoşîna rêhevên me yên FARC’ê a li Kolombiyayê, serbilidin.

Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî hemû teknîşa şer a demê ya pêşketiye bi temamî pişt didin hêza xweya cewherî, mirovahî û xeta rast li ser bilind kirina îradeya mirovane ji bo bi destxistina serkeftinê em dihizirin ku wê bi piştgiriya bi were çêkirin re çêbibe. Li Rojhilata Navîn serkeftina gerîla ku ji bo gerîlayên Latîn Amerîka dibe piştgiriya herî mezin, serkeftina gerîlayên Latîn Amerîka jî pir diyare ku wê bibe piştgirya herî mezin ji bo gerîlayên Rojhilata Navîn. Di serdema me de gerîla û tekoşînên azadiyê li hemberî textîkên teybet yên dijmin pêşxistine serkeftin bi dest xistiye, ji bo hemû gel û çînên bindest bûne ronahiya hêviyê û wê berdewam jî bike.

Bi van hestan 50. Salvegera damezrandina Artêşa Gel-Hêzên Çekdarên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC-EP) bi hemû coşa xweya şoreşgerî pîroz dikin û ji bo we serkeftinên mezin dixwazin.

Her bijî tekoşîna azadî ya ku di rêya edalet û mafê bindestan de tê meşandin!

Her bijî biratiya gelan û enternasyonalîzm!

Silav û Rêzên Şoreşgerî…

27.05.2014

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HÊZÊN PARASTINA GELÊ KURDISTANÊ (HPG)