ji gelê meyê welatparêz û raya giştî re!
Li hemberî konsepta tasfiye û înkara komploya Navnetewî, 10’mîn salvegera pêngava 1’ê Hezîranê a ku ji aliyê Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatiye destpê kirin pîroz dikin, em hemû şehîdên xwe yên ku mîmar û kedkarên vê pêngava dîrokî ne, di kesayeta Erdal, Şîlan, Viyan, Adil, Nuda, Rûstem, Çîçek, Alîşer, Xebat, Mehmet, Rojîn, Reşît, Huseyîn, Kerîm û Nûmanan de bi rêzdarî bibîrtinin. Bîranîna şehîdên me bi dayina soza ku bi bilind kirina tekoşîna azadiyê û bi afarinadina welatekî demokratîk-azad dana jiyîn, didin.
Di sala 1999’an de dewleta Tirk, paşverotiya herêmê û bi alikariya hêzên hegemonîk yên navnetewî hildana pişt xwe hedef kirine ku li hemberî Rêber APO êrişan zêde bikin û encam bigirin. Lê pêşbiniya mezin a Rêber APO û sekna wî a Rêbertiyê komploya navnetewî vala derxist û pirsgirêka Kurd di ser bingehê çareseriya demokratîk de deriyê pêvajoya çareseriyê vekiriye. Li ser vî bingehî banga ku hemû hêzên gerîla pêvajoya çekan bi rawestînin û bikişin dervey sînorên Tirkiyeyê kir. Tevgera me û hêzên me yên gerîla ev banga Rêbertiya me bi cih anîne û ji qadên Bakûrên Kurdistanê vekişiyane. Ji sala 1999’an heya 2004’an, tevayê pêvajoya 5 salên derbaz bûy de Rêbertiya me û tevgera me li hemberî vê baldarî û nêzikatiya çareseriyê, dewleta Tirk jî weke ku ti gavekî ji bo çareseriyê ne avêtî, polîtikayên xweyên têkbirinê yên sexte bingeh girtiye. Bi teybetî jî hikûmeta AKP’ê a ku di hilbijartinên 2002’an de hate ser desthilatdariyê, Şerê Iraqê û pêşketinên li herêmê weke firsetek dîtin, bi armcana ku komploya navnetewî a ku bê encama mayî ber bi encamekî ve bibe li hemberî tevgera me konsepta tesfiye û îmhayê daye destpê kirin. Li ser vî bingehî ji aliyekî ve bi zagonên ‘Zagona Qezenckirina nava Civakê’ li aliyê din giranî dana ser êrişên leşkerî yên li hemberî gerîlayên me, xwestiye ku tevgera me ji hindir da tesfiye bike.
Di tevayê 5 salan de li rexmê hemû înkar, îmha û zextên dewletê li pêş tevgera me a ku seberekî mezin nîşa kiriye û nêzikatiya xwe ya berpirsiyartiya dîrokî nîşan kiriye, komploya navnetewî a ku hikûmeta AKP’ê pêşxistiye û li hemberî êrişên tinekirinê pêngavekî berxwedan û bibiryarbûnê daye destpê kirin.
Bi vê boneyê di nava pêvajoya 10 salan de di aliyê gelê Kurd de pêşketinên ku çêbûne divê weke berhemekî Pêngava 1’ê Hezîranê werin dîtin.
Gelê Kurdistanê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di tekoşîna zadiyê a ku ji salan ve ye berdewam dikin de di 10’mîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê de li ser bingehê “Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk” pêşwazî dike. Bê gûman ev pêvajoyekî ku gelê me ber bi serkeftinê ve bibe îfade dike. Di demên bûhrî de bi perspektîfên Şerê Şoreşgerî yê Gel re li hemberî pêşketinên mezin yên ku pêşketin, bi şêweyekî mafdar encamên mezin yên şerê parastinê û berxwedana mezin derxistin hole, tekoşîna gelê me ya azadiyê gihande astekî nû.
Pêngava 1’ê Hezîranê 11’mîn sala tekoşînê ji bo çareseriya mayînde a pirsgirêka Kurd û di rêya pêvajo vegerîna azadiya Rêber APO de, li hemberî polîtikayên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên tesfiye kirina gerîla, lewaz xistin, bê bandor kirin û helandina çandî, em bang li ciwanên welatparêzên Kurdistanê dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin, gerîla bi hêz bikin û di 11’mîn sala Pêngava 1’ê Hezîranê de tekoşînê hîn bilintir bikin, dikîn.
31 Gulan 2014
Fermandariya Biryargeha Navendi Ya Parastina Gel
