HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me yê welatparêz û raya giştî re!

Di dîroka tekoşîna mede ‘meha şehîdan’ ku di meha gulanê de cihgirtî hem ji bo tekoşîna azadiya Kurdistanê, hem ji ji bo tekoşîna şoreşgerî ya Turkyê ji mehekî xwedî şehadetên bi kesayete. Dema 18 gulanê roja şehadeta Heqî Karer, çaran ( Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Necmî Öner,) û Îbrahîm Kaypakkaya be ji, 19 gulanê Xelîl Çavgun û Mûslûm Baran, 1 ê gulanê ji ji eyaleta Garzan fermandar Ramazan Kaplan ( Celal Hoca) û li gel rêhevalên xwe, fermandarê Cudî yê bi nirx Hemze û rêhevalên wî, 2 gulanê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgin, 6 gulanê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn înan, 11 gulanê Gurbet Aydin ( Mizgîn), 16 gulanê de li Hewlêr li gel Hêlîn, Salîh û Ozan bidehan rêhavlên din roja gihiştina şehadetê ye. Herwiha dîsan di 9 gulanê de ji mîlîtanên PJAK Ferzat Kemanger, Şirin Elemhulî, Elî haydariyan û Ferhad Vekili, roja bi biryardarî û bi qehremanî çune ser mêzê darvekirinê. Meha gulanê ku tê wateya dewreya Gêrilla, mehekî ku bi sedan qehreman bi berxwedanê gihayîne şehadetê ye. Di kesayeta van şehîdên meyên bi nirx de tevahî şehîdên xwe carekî din bi bîrtînîn, sozdariya tacîdar kirina bîranînên şehîdên xwe bi serkeftinê bidîn jiyankirin.

PKK partiyek şehîdane. Rastiya PKK zanîn, bi famkirina rastiya Şehîdan gengaze. Dîroka Kurd bi xwe, ji bo nirx, çand, ziman û biyanî kirina ji buna xaka wan , hêzên dagirken yên ku dixwestin tevahiya Kurdistanê çi hebe ji holê rakin, herwiha ji buna vê çandê û exlaqê sereke bê guman ne hêsan bu ji bona van tiştan şehadeta xwe anîna ber çavan. Bi asayî ev xeleka rêwîtiya şehadetê ya bi Heqî Karer û Xelîl Çavgun destpêkirî, li kurdistanê bi cewherê kesayet û civakê re li hevahatina bingehê herî bi hêz afirandiye.

Bêguman ya dozekê di ke dozek rastîn û wê dibe serkeftinê, ew kesên ku di wê oxirêde canê xwe bi fedayene danîne şehadetê ne. Gelek ku xwedî li zarokên xwe yê ku canê xwe danîne ser vê xake ji buna azadiya gelê xwe dernekevin ne gengaze ku azadiye bi destxe.

Bê guman ya ku dozê dike dozekî rasteqîne û wê dibe serkeftinê, ewe ku ewên di wê oxirêde canê xwe bi fedayane radixin ser wê xakê şehîdin. Azadiya gelekî ku li zarokên xwe yên ku canê xwe ji bunu wan fedakkirî dernekevin ne gengeze ew azadi bigihije. Ev rastî weke ku di berêde wusan bu di roja meya îro deji rastiya xwe di parêze.

Ger ku gelê Kurdistanê îro bi pêngavê bawer ber bi azadiyê ve dimeşe, bê istisna bi saya ji ber wan şehîdên ku canê xwe ji buna vî gelê danîne holê. Ewan ji buna doza azadiyê, di oxira wê de bi qedrê mirinê nirx danîna holê re, ji bo gelê me û me rêhevalên wanre hiş û bîr, wêrekî û di doza azadiyê de bi biryardariya îsrarbunê daye xuluqandin.

Di rêya avakirina vê berxwedanê de rihê qezenç kirina wêde, ji tevlîbuna rihê fedekarane yê paye bilind ku rihê tekoşîn û sekna jiyanê ku şikil girtî xwedî rol mîsyonek dîrokî û berteka ji buna rihê bîranîna şehîdên me ku em bidîn, bi biryardarî meşîyana ji buna xeta serkeftinê be. Weke herdemê pêkhatî, ji vir û şunde dibin fermandariya van şehîdan de berpirsyartî û erkên ku dikeve ser milê me bi şeklê herî serkeftî anîna cih, tevahî erkên demê divê tewerê de bi plan kirin, di bin fermana van nirxande û weku pêwîstiyek ku girêdayîna bi bîranînan di îsrara bi bandora ya pêkanîna wan de mutlaqe.

weke mîlîtanê PKK ê partiya şehîdan, beramberiya herî baş ya ku em bidin van nirxên herî bilind, ji buna serxistina erkên xwe hertiştî danîna holê û keda şehîdên em û di rastiya hêviyên gelê mede wê bibe bidestxistina serkeftinek mezin.

Tekoşîna me di bingehê keda fedekariya mezin ya şehîdên me qehremanî û keda Rêbertiya me, ji vê dîrokê derbazî pêvajoyekî lûtkeyî buye. Di vê serdema dîrokî de ji her demê bêhtir di xeta şehîdan de kurbuyîn û weke berpirsyarên wan ku biranînên wan dayîna jiyankirin weke deyneke li ser milê me. Ji sala dinve weke hêzên HPG li gorî projeya ji nuve avakirinê pêngava ku hatinê ji salên din hin bêhtir di xeta şêhîdên mede rol leyîstiye.

Pêvajoa rêbertiay me di Newroza 2013 ande dayî destpêkirin tevahî gêrîllayên me bi rêkûpêk şopdar buyîne li gorî perspektif û biryarên ku hatîn dayîn destbi tevgerê kirine. Lê belê dewleta Tirk, bi temamî li gorî quralên agirbestê tevnegerane, bi taybet ji di bihara 2013 ande bi amadekariyên şerekî giran bi navek din şerek mezin daye destpêkirin. Di vê çarçovê de heya ku zivistan qedayî di çêkirina qereqol û qeleqolan de, herwiha bi hinceta rêyên leşkerî bendav û rêyên ku berdewam dikin dewleta Tirk, bidestpêkirian biharê re ev xebatên xwe hin bêhtir mezin kiriye û weke ku raya giştî ji dizane li hinek deveran bi mecburî li hevketin rudaye. Di encamê van rû bi ru bûnan de li çiyayê Meskan a Colemêrgê di 13 gulanê de rê heval Sîdar Kobanî ji ber êrîşên dijmin yên li ser gêrîlla de şehît dikeve. Bi vî awayî ji 14 çile ya 2013 an ve yekem şehîdê ku di encam êrîşên dewleta Turkve pêhatî de me ji destdaye.

Di vî bingihî de ew mutlaqyeteke ku emê bîranîna rêheval Sîdar Kobanî ku tevlî karwanên pakrewanan buyî bê guman bidin jiyandin. Ji tevahî şehîdên me yên meha gulanê, bi nîşandana tevahî berxwedan û biryardariyên xwe herdemî ji buna me bune rê nîşanker û bibin serekaniya hêza me.

Li ser vî bingehî carekî din em şehîdên xwe yê meha gulanê bi bîrtînin, herwiha sozdariya teşkoşîna wan ya azadiyê jibo gihandina serkefitnê bidin jiyandin nû dikîn.

17 Gulan 2014

Fermandariya Biryargeha Navendi Ya Parastina Gel