Ji çapemenî û raya giştî re!
Tevî hemû hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê û fedakariyên yek alî yên Tevgera me ya Azadiyê, hukumeta AKP’ê di berdewamkirina polîtikayên înkar û îmhayê biisrar e.
Di rojên derbasbûyî de rojnameya Zamanê ku bi nêzikbûna xwe ya AKP’ê tê nasîn, bi nûçeyeke dûrî rastiyê, bi armanca reşkirina tevgera me hate weşandin, pîştî nûçeyeke manîpûlatîf weşand e, tê dîtin ku li navçeya Geverê ya bi serhildan û welatparêziya xwe tê nasîn, tevgerên kontra yên nû ketine nava hewldanan.
Komeke ku navê Mezît li xwe kirine, ji navçeya Geverê destpêkirine û hewl didin polîtîkayên înkar û îmhayê dixin meriyetê. Li cîhekî weke Geverê ku ji aliyê Artêşa TC’ê û polîsên AKP’ê adeta rewşa awarte di meriyetê de be, di şeva 18’ê Sibatê de, li navenda bajêr wesayîteke bê plaka, karibe din ava rojê de bombeyan dayne û karibe çalakiyeke provakatîf lidarbixe, ev ispat dike ku ji aliyê hêzên şerê taybet ê qirêj tên bi rêvebirin. Tu têkiliya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi vê rêxistina navê Mezît li xwe kiriye çênabe. Bibe wê bibe rêxistineke dirêjahiya AKP’ê û rêxistineke hewldide polîtîkayên wê yên komkujî û provakasyonan pêkbîne.
Cîhê rêxistina Mezît dixwest bombeyê deyne, 300 metre nêzî Muduriyeta Ewlehiyê ya Geverêye, kesê ku çalakiya provakatîf lidarxistiye ber bi lojmanê polîsan direve , nîşan dide ku ev bûyera provakatîf ji hêla kê û kîjan hêzan hatiye lidarxistin. Cardîn ku heta niha kesên ev çalakiya kirêt lidarxistiye nehatibe girtin, îspata ku ev ji aliyê zarokên baş ên AKP’ê tên parastin.
Hukumeta AKP’ê di ji ber ku di referandûma 12’ê îlona 2010’an zêdetirî %90 dengên boykotê derketibû, vîna gel nekare bipejirîne, ji ber vê jî dixwaze herî zêde polîtikayên xwe yê îmha û komkujiyê li vî bajarî pêkbîne. Gelê me yê welatparêz ê Geverê divê li dijî leystokên qirêj ên AKP’ê rêxistingeriya xwe ya xwe parastinê bi awayekî herî xurt avabikin, û nehêlin van derdorana li bajarê wan rawestin. Wan derdorên şer, yên dixwazin leystokên qirêj ên AKP’ê pêk bînin ketine nava hewldanan û navê Mezît li xwe kirine, divê endamên wê werin teşhîr kirin û li dijî wan bi awayekî herî xurt parastina xwe pêk bînin. Ev hêz, vîn û rêxistingeriya gelê me yê welatparêz ê Geverê heye. Wê destûr nedin kesên ku bixwazin vê rêxistingeriya wan xirabikin. Ji bo vê tedbîrên xwe yê pêwist bigre û xurtir bike. Baweriya me bi vê xurt e.
23 Sibat 2011
Fermandariya Bİryargeha Navendî ya HPG’ê
