HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji bo gelê me û raya giştî re!

Gelê Kurdistanê 12. salvegera  komploya navnetewî  ku li dijî Rêberê me, vîna gelê me hatiye lidarxistin bi hemû kîn û nefreta  xwe li dijî hemû dewlet û kesayetên ku di vê bêbêxtiya reş de cîh girtine şermezar û lanet dikin.

Di 12. Salvegera komploya navnetewî de ku di 15’ê Sibata 1925’ande li dijî hebûn û nirxê civaka kurd hatibû destpêkirin di roja me ya îro de jî di şexsê Rêberê me de xwestin berdewam bikin.  Her çiqas Rêberê me bi berxwedaniya 12 salan ev bêbextî dek û dolabên neyaran vala derxistibe jî hîn jî hêzên komploger û kes û derdorên tasfiyekirina tevgera azadiyê ji xwe re kirine armanç li ser karin.

Komploya navnetewi ya li dijî Rêber APO hate lidarxistin û xwestin bi vê riyê di şexsê Rêber APO de tevgera azadiyê û destkeftiyên gelê Kurd binpê bikin. Lê bisekna Rêber APO ya li girava îmralî nişan da bi felsefeyeke nû, bi dahûrînê şaristaniya heyî  û bi pêşxistina alternatîfa wê hemû leystokên kompogeran vala derxist. Bi berxwedaniya bêhempa ya Rêber APO, bi sedan lehengên ji xeleka agir li derdora Rêber APO civiyan û gotin ‘Hûn nikarin ROJ’a me tarî bikin.’, gelê me yê welatparêz ku Rêber APO weke vîna xwe nîşandan, bi hezaran leheng û pakrevanên tekoşîna azadiyê bi mêrxasî şer kirin, komploya navnetewî vala derxistin û xwestekê dagirker û komplogeran di qirika wan de hiştin.

Rêber APO yek ji sedemên girîng ya komployê weke ‘Hevaltiya kêm û dostaniya sexte’ binav kir. Di sedêmê pêkhatina vê komployê de ew hevaltiya kêm ya ku me nîşan da bû, rexna wê li xwe digrin û weke HPG em dibêjin ku emê heta Rêber APO azad bibe wê artêşa fedaî  li berxwebide û tekoşînê berdewam bike.  Emê sonda xwe û rexnedayina xwe bi serkeftina berxwedana xwe tacîdar bikin.

Ji her demê bêhtir pêwistiya gelê kurd bi parastinê heye. Bi her cûre qirqirinê re rû bi rûye. Pêwiste di 12. Salvegera komploya navnetewî de di destpêkê jin û ciwan hemû gelê me tekoşînê bilind bikin, rêxistingeriya xwe xurt bikin û li dijî leystokên neyaran hişyar û li ser piyan bin.

Em çiqas xurt bin, tevger û rêxistingeriyê xurt bikin wê serkeftin ew qas ya vî gelî be. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê kurd vê roja tarî  bi serhildan û xwedî derketina Rêberê APO û nirxê xwe wê komployê vala derxînin. Wê serkeftin ya gelê serhildêr û berxwedêr be.

14 Reşemi 2011

Biryargeha Navendî ya HPG’ê