Ji gelê me û raya giştî re!
Di 13'ê Sibatê de li Şirnexê li dijî herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi armanca tunekirinê operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîla yê me yê li operasyonê zû hayil bûne û di navbera leşkerê dijmin de di navbera herêmên Mêrgûmar û Geliyê Hêzil ê bi ser Bestayê ye pevçûnên dijwar ên du rojan berdewam kiriye qewimiye. Di van pevçûnên her cûre teknîk jî ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye bikaranîn herî kêm 3 jê payebilin bi dehan leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. artêşa dagirker a tirk ku nekarî berxwedana gerîla yê me bişkîne û bi dehan wendahî dane, li dijî gerîla yê me bi dijwarî teknîk bikaraniye. di encama pevçûnên dijwar ên qewimî de 15 gerîla yê me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.
Agahiyên di derbarê Hevalê Hemze Şirnex û Hevala Zozan a di berxwedana Bestayê de şehîd ketine em bi gelê xwe re par ve dikin. Herweha di derbarê vê bûyerê de û nasnameyê gerîla yê me yê din ê di vê pevçûnê de şehîd ketine di rojên pêş de em ê eşkere bikin.
|
Nasnav: Hamza Şirnex |
Hevalê Hemze yek ji bajarên welatparêzî ji herî kûr tê jiyakirin li Şirnexê çavê xwe li dinê vedike. Xaka lê mezinbûye gundê Bajrît ê di kûrahiya Bestayê de ye. Gundê Bajrît ê bi welatparêziya xwe tê nasîn gelek ciwanên Kurd ji vê derdorê tevlî nava refê gerîla bûye. Ji ber van taybetmendiyê xwe yê welatparêz bûye hedefa artêşa dagirker a tirk. Gelek caran rastî îşkenceya wan hatine. Hevalê Hemze jî weke encdameke wê heyamê mezin bûye û weke gelek ciwanên Şirnexê di temene ciwan de tevlî nava refê gerîla bûye.
Yurtsever bir aileden gelen 1974 Şırnak-Bajrit doğumlu, Hamza Şırnak kod adlı Abdülmecit İke yoldaşımız özgürlük mücadelesine 1988 yılında mücadelenin en gelişkin olduğu alanlardan olan Şırnak’ta gerillaya katılır.
Hevalê Hemzê yê di gelek qadên tekoşînê de maye û gelek perwerdeyên partiyê dîtiye, di sekna wî ya jiyanê de, di têkiliyê hevaltiyê û bi gel re, di taybetmendiyê xwe yê kesayetê de hemû dîroka Kurdan veşartiye. Hevalê Hemze yê xwedî kesayeteke dilnizm, rêzdar, welatparêziyeke kûr û hevaltiyeke xurt bû herdem ji aliyê hevalê xwe bi germî dihat pêşwazîkirin.
Hevalê Hemze yê demeke dirêj di nava refê gerîla de di şert û mercên herî dijwar de tekoşiya, herî dawî jî herêma Bestayê di şert û mercê zivistanî de berxwedaniyeke mezin nîşan daye û bi 14 rêhevalê xwe ve bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Ew ê li beramberî şahadeta hevalê me yê vê zivistanê şehîd ketine û êrîşên hovane yên artêşa dagirker a tirk wê bersiva me dijwar be.
|
|
Nasnav: Zozan Herekol |
Hevala Zozan Herekol jî di heman herêmê de jidayikbûye û bi hişmendiya welatparêziyê mezin bûye. Hevala Zozan a di sala 2010'an de tevlî nava refê gerîla bûye bi cewherê welatparêz û berxwedêr ê Botanê tevlî tekoşînê dibe û bi biryardarî li vê qadê xebat meşandiye. Hevala Zozan a du sale li vê qadê tekoşînê dimeşîne tevlî nava pêşengê jin ê berxwedana azadiyê bûye.
Em bang li gelê xwe dikin da ku di kesayeta Rêheval Hemze de ku heta guleyê xwe yê dawî li Betayê li berxwe dane û gihîştine şahadetê bi ruhê serhildanê di asta herî jor de pêşwazî bikin. Divê ciwanên Kurdistanê bi hezaran bibin Hemze û weke bi hezaran Hemze cihê xwe di nava tekoşîna azadiyê li çiyan de bigrin û sonda xwe bi vê biryardariyê nîşan bidin.
18 Sibat 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê


