Ji gelê me û raya giştî re!
Di 13'ê Sibatê de li Şirnexê li dijî herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek bi armanca tunekirinê hatiye lidarxistin. Di vê operasyonê de gerîlayê me berxwedaneke bi ruhê APOyî nîşandane. Hevala Mahabad jî berxwedana xwe bilind kiriye û ji bo azadiyê gelê Kurd canê xwe daye û cihê xwe di nava şehîdên berxwedana destanî ya Bestayê girtiye.
Hevala Mahabad a herdem di nava hewldana afirandina kenê azad bû
|
Nasnav: Mahabat Penaber |
Hevala Mahabad a di sala 1985'an de li navçeya Şirnexê Silopiyê jidayikbûye, di kevneşopiyeke welatparêziya wê li pêş û li derdora tekoşîna me ya azadiyê bûye yek de mezin bûye. Di her konaxa tekoşîna me de di malbateke bi hişmendiya welatparêziyê erkê xwe pêk dianî de weke jineke di nava tekoşîna azadiyê de mezin bibe pêşketina xwe berdewam kiriye. Di pêvajoyên herî dijwar de bi welatparêziya xwe piştgirî dane tevgera azadiyê ji ber vê jî rastî zext û zilma dijmin hatine û naçarî penaberiyê mane. Di sala 1999'an de berxwedana bi heybet a gelê me yê wargeha Şehîd Rustem de nîşandaye, Hevala Mahabad jî ji hestên kûr ên vala derxistina komploya navnetewî ya li dijî Rêbertiya me hate lidarxistin, berê xwe dide çiyayên azad û tekoşîna xwe bilind dike. Ji bo azadiya Rêbertiya me û azadkirina jinê bi tevlûbûna xwe gaveke girîng avêtiye.
Hevala Mahabad a li çiyan gav bi gav pêş de diçû, bi kedê re di temeneke ciwan de dipije û di rastiya PKK'ê de kedê hîn bi wate dike û gav bi gav mezin dibe. Bi dilnizmî, coşa xwe û herdem bi rûkeniya xwe, li her qada lê maye bûye çavkaniya coş û moralê. Tecrûbeyên kûr û perwerdeya rêxistinî ya bidestxistiye, di her cure berpirsyariyê xwe de bûye xwediyê sekna şoreşgerê mînak.
Hevala Mahabad her dem ji bo xwe Şervaniya Heqîqetê esas girte û meşa xwe ya bi hevalê xwe re bi berxwedaneke mezin tacîdar kiriye û tevlî nava karwanê şehîdan bûye. Em bi bawerin ku wê gelê me yê welatparêz hevala Mahabad a mîlîtana jin a berxwedana Bestayê, bi heman ruhê berxwedanê bi heybet pêşwazî bike û xwedî li tekoşîna wê derkeve. Wê rêhevalên me yê gihîştine şahadetê bibin meşa me ya serkeftinê ya herî bi biryar.
21 Sibat 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê

