HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Deklarasyona dîrokî ya Newroza 2013'an a Rêberê Gelê Kurd Serok APO aşkera kir re pêvajoya çareseriya demokratîk-aştiyane ya pirsgirêka Kurd destpê kiriye. Ev pêngava ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye, bi manewrayên cuda ji hikûmeta AKP'ê bersiva pêwîst nedîtiye. Tevî vê yekê jî hêzên me yên gerîla li gorî mercên agirbestê tevgeriya ne.

Lê belê dewleta Tirk mercên agirbestê ji xwe re weke firsendekê dît, çeperên xwe şidand, li gelek qadên cuda yên erdê Kurdistanê bi şêweyeke ji nû ve dagir bike qereqol û kalekol çiqand û hewl da navendên nû yên operasyonê û baregehên leşkerî çê bike. Bi van baregehên leşkerî yên bi projeyên bendavên xwedî armancên leşkerî hatin avakirin re, diyar e ku artêşa Tirk xwe ji bo şerekî berfireh ê tinekirinê amade dike. Ev xebatên leşkerî yên li gel qîjqîja hikûmeta AKP'ê ya çareseriyê tên meşandin, berevajî pîvanê agirbestê li dijî ruhê çareseriyê ne.

Li hemberî van pêkanînên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li gelek deverên Kurdistanê derdorên demokratîk-sivîl û gel çalakiyên protestoyî lidar xistin, li Liceyê ev 16 roj in ji bo pêşîgirtina li çêkirina bendavên xwedî armanca leşkerî û baregehê leşkerîl, pêvajoya çalakiyên demokratîk-siyasî tê meşandin. Li hemberî çalakiyên girtina rê, ku weke rêbazeke demokratîk û girîng a çalakiyan derket pêş, hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk, bi şêweyên cuda destwerdan kirin û serî li taktîkên cuda yên bidawîkirina çalakiyê dane. Li hemberî girseya gel, bi awayekî yekalî guleyên rastî hatine berdan, bi gotina 'bi çekê bersiv ji me re hatiye dayîn', nûçeyên ne rasta li çapemeniyê hatine belavkirin. Her wiha gule li herêmên hêzên me yên gerîla dibe ku lê bin hat reşandin da ku bersiv ji wan re bê dayîn. Bi van pêkanînan re derketiye holoê ku li dû provokasyonê ne, hewl dane bingehekê ji komkujiyê re ava bikin û ev rewş di 06.06.2014'an de bi daxuyaniyeke Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê re weke hişyariyê ji raya giştî re hatiye ragihandin. Mîna ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ti eleqeya hêzên me yên HPG'ê bi vê pêvajoyê re nîne û bi ti awayî çek nehatiye bikaranîn.

Hêzên ewlekariyê yên di nava 3 rojên dawî de li dû provokasyonane, taliyê di 07.06.2014'an saet li dora 6'an, li nêzî gundê Biryas ê ser bi Liceyê bi panzeran êrîşî gel kirine, çekên A-4, BKC û çekên sûîkastê bikar anîne û xwestine bi awayekî plankirî komkujiyekê bikin. Di encama vê de welatparêzên me yên bi navê Bakî Akdemîr û Ramazan Baran gihaştine şehadetê û tevî Abdullah Akkullu yê bi giranî birîndar bû gelek mirovên me yên welatparêz birîndar bûne.

Ya hatiye kirin komkujiyeke plankirî ye. Hêzên ewlekariyê yên Tirk ên girseya gel ji wê herêmê derxist, li cihê komkujî lê kiriye bicih bûye. Tevî vê jî daxuyaniya Walîtiya Amedê ku digot, 'Li hemberî hêzên ewlekariyê êrîş hatiye kirin, hêzên ewlekariyê jî bersiv daye' bi temamî derew e. Li vê derê hêzên ewlekariyê yên Tirk bi awayekî yekalî li dijî girseya gel a çalakiyeke sivîl lidar dixist êrîş kiriye û komkujî kiriye. Em wek HPG ti pêwendiya me bi vê bûyerê re nîne.

Li dû vê êrîşa hovane ya li hemberî mirovên me yên bê çek û bê parastin, hêzên me yên gerîla duh êvarê saet li dora 20:30, li hemberî hêzên ewlekariyê yên Tirk ên li herêma komkujî lê kirin bicih bûn, çalakiya bersivdayînê lidar xistin. Piştî çalakiyê bi 2 helîkopterên skorsky mirî û birîndarên hêzên ewlekariyê yên Tirk ji herêmê hatine rakirin.

Ev çalakiyên bi pêşngiya gelê me li Liceyê bi mebesta aşîtî û çareserya demokratîk li gelek herêmên Kurdistanê berfireh buye. Di van çalakiyên bi watedar de ji malbatên Şehîd Ramazan Baran û Haci Bakî Akdemîr, gelê Lice û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin.

Ramazan û Haciyên di vê pêvajoay çalakiya gel a watedar de şehîd ketin şehîdên me yên leheng ên şoreşa me û tevgera serhildanê ne. Bîranîna wan wê di têkoşîna di rêya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad de bijî. Em bawerin ku gelê me wê ji bo bîranîna şehîdan têkoşînê bilindtir bike û bîranîna şehîdên me bidin jiyîn.

8 Hezîran 2014

Fermandariya Biryargeha Navendi Ya Parastina Gel