HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Tevgera azadiya Kurdistanê sala 2011’an li pey xwe hişt û derbasî saleke nû ya tekoşînê bû. Ji niha ve diyar bûye ku wê sala 2012’an ji bo gelê Kurdistanê bibe sala bidestxistina azadiyê, sala berxwedanê û şerê aktîf ê bi awayekî herî xurt were meşandin.

Sala tekoşînê ya 2011’an de berxwedanên bi heybet hate nîşandan, bi şahadetên mezin ê hate jiyandin jî bi peymana biryardariyê li hemû qadên me yê tekoşînê hîn xurtir hate meşandin. Ji destpêka salê û vir ve li gel hemû êrîşên artêşa dagirker a hovane û dijwar, tu pîvanê exlaqî jî li ber çavan negirtiye. Li beramberî van êrîşan berxwedana gerîla ji bakur, başûr heta Rojhilatê Kurdistanê belav bûye û gav bi paş de bi dijmin daye avêtin. Dewleta tirk û hukumeta AKP’ê ku li dijî gerîla serkeftin û serfirazî nekare bidest bixe, kete xeflet û şaşitiya şer bi teknolojiyê derxîne asta herî jor. Bi vî awayî bawer kir ku bi serbikeve.

Artêşa dagirker a tirk wendahiyên mezin ê jiyankiriye ji civakê veşartiye û bi şehadatên me jiyan kiriye xwestiye weke serkeftineke mezin nîşan bide. Lê ev sal bûye saleke ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hîn bi hêz bûye. Şehîd Mazlûman, Şehîd Bazan, Şehîd Simkoyan, Şehîd Çîçekan, Şehîd Rusteman, Şehîd Elîşêran bûne sûnda mîsogeriya meşa serkeftin û serfiraziya tekoşîna azadiyê.

Di serî de tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me, operasyonên li ser gelê me û saziyên wê tê meşandin weke encama naçarbûna konsepta nû ya komkujiyê derketiye asta herî jor. Herî dawî jî bi komkujiya Roboskiyê ruyê xwe yê rastîn raxistiye ber çavan.

Li beramberî van êrîşan weke HPG mîsoger bûye ku em ê biryardariya tekoşîna gerîla di sala 2012’an de dersên sala 2011’an jê derxînin û bi hêztir pêşwazî bikin. Wê tekoşîna me ya sala 2012’an bibe biryardarî û bi tekoşîneke xurt û afirandina Rêbertiyeke Azad û Kurdistaneke azad.

Li ser vê bingehê em berfirehiya şerên di sala 2011’an hate jiyandin ji gelê xwe û raya giştî re pêşkêş dikin. 

Operasyonên Hate Lidarxistin

236

Êrîşên Kobrayan

68

Êrîşên Hewayî

126

Êrîşên Hewan û Obusan

250

Pevçûn

45

Hejmara Dijmin ê Hate Kuştin

505

Çalakiyê ji Aliyê Gerîla yê me ve hate lidarxistin

167

Gerîla yê me yê gihîşte şahadetê

165

Wesayitên Hate Rûxandin

58

Teçhîzatên ji aliyê gerîla yê me ve hate desteserkirin

45

Şewata di encama êrîşan de derketiye

43

Gerîla yê me yê dîl ketiye dest

22

Polîs, Leşker, Mamoste û Hevkarên ji aliyê me ve dîl hatiye girtin

55

Ji van êrîşan bi dehan caran zevî û rezê gundiyan zirar dîtiye, ji 50’î zêdetir gelê me yê sivîl bi awayeke hovane hatiye qetilkirin, bi dehan ji wan jî birîndar bûye. Herweha ji ber rewşa zivîstanî di vê bîlançoya me de agahiyên li Çewlik û Cûdiyê hate jiyandin, gerîla yê me yê şehîd ketiye û dîl ketiye dest cîh nagre. Dema ev hatin zelalkirin wê ji gelê me û raya giştî re were parvekirin.

1 Çile 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê