Daxuyaniya Fermandariya Giştî a Tirkan ku di derbarê komkujiya li navçeya Qilabanê ya bi ser Şinexê ji aliyê balefirên artêşa tirk hate lidarxistin de tu têkiliyê wê bi rastiyan re nîne. Herêma Sinaht a bi ser Heftenînê ya tê îdiakirin ku êrîş hatiye lidarxistin û di navbera cihê bûyerê herî kêm 30 km. heye. Cihê bûyer lê qewimiye herêma Serê Saş a ku li ser sînor e û nêzî gundên Afrokê û Roboskî ne.
Ne baregeh ne jî tevgera gerîla yê me li cihê her dem bi sedan hêstiran însanên sivîl jê derbas dibin çênabe. Weke tê îdia kirin li cihê tê behskirin de ne baregehek me, ne cîhek me tuneye û herweha tu tevger û hewldana me ya çalakiyê jî çênebûye.
Ev komkujî, ne qezayeke, ne jî tevgereke bê xwestek hatiye kirin e, pir bi rêxistinkirî û plankiriye. Waliyê Şirnexê û Fermandarê Tumenê yê Şirnexê jî di nav de hemû leşker û rayedarên rêveber ji bazirganiya li sînor a li ser sînor tê kirin agahdarin. Li ser sînor bi dehan kîlometreyan li ser gir û li qereqolan sînor tê kontrolkirin. Tevî vê ne mumkune ku tevgera li ser sînor neyê dîtin. Herweha di 28’ê Kanûnê de ji saet 17.00’an heta saeta bûyer qewimiye li ser însanê me yê li ser sînor firokên keşfê herêmê keşif dikin. Hema her roj li heman herêmê nedîtina însanên sîvîl ên bê çek û bi hêstiran tevdigerin an jî gotina gerîla ne bi giştî derewe.
Komkujî bi plansaziye, ev rastî bi beriya komkujiyê bi rawestandin a gundiyan a ji aliyê leşkeran ve jî derketiye holê. Ger birîndar negihiştiba, agahiyên rast nedana îhtimaleke mezin bû ku ser bûyerê binuxumînin. Ev komkujiya rastiya paketên rayeyaderên AKP û Atalay derxistiye holê. Dayina mafê Kurdan ê Bulent Arinç behsa wê kiribû ev komkujîne.
Ev komkujî êrîşeke li dijî gelê me yê welatparêz ê Botanê ye. Bi salane di serî de gelê mey ê Qilabanê hemû gelê me Botanê bi welatparêzî û girêdana xwe fedakariya nîşan dide ev bersiveke dewleta tirk a ji vê berxwedêriyê re ye. Tolhildana ji gelê Botanê yê serbilind e.
Di serî de yên li vê herêmê jiyan dikin hemû cerdewam jî pêwîste çekên dewletê daye li ruyên wan bixin û bertekê xwe li dijî vê komkujiyê nîşan bidin. Di serî de em bang li gelê me yê Şirnex û Colemergê hemû gelê Kurdistanê dikin da ku berteka xwe li dijî vê komkujiyê nîşan bidin û bi serhildanan hesap ji kiryarên vê komkujiyê bixwazin.
