Ji çapemenî û raya giştî re!
Hukumeta AKP’ê û artêşa wê ji bo binkeftina xwe ya di sala 2011’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê jiyankiriye bi plan û leystokên nû bi hezar dek û dolapan, bi xapandinê dinuxumîne û dixwaze encam bigre. Nemaze li ser navê nêçirvaniyê hewldanên îstîxbarêtê dike û dixwaze cîhê gerîla yê me lê ne deşîfre bike û operasyonên bi armanca tunekirinê li bar bixe. Eşkere bûye ku operasyonên di demê dawî de zêde bûye di encama hewldanên bi vî rengî pêşketiye.
Ji ber van sedeman divê li herêmên Botanê, Amedê, Dersimê, Erziromê û Serhedê kesên nêçirvaniyê dike divê bi lez dest jê bedrin. Artêşa tirk a nêrçirvanên tu armanceke wan a xirap nîne weke kamujlajê bikar tîne û bi endamên xwe yê yekîneyên veşartî vê faaliyetê dimeşîne. Em weke HPG’ê kesên nêçirvaniyê dikin hişyar dikin. Nêçirî û hewldanên bi vî rengî wê weke ji dijmin re agahî birîn bê nîrxandin û li dijî van derdoran jî wê pêkanînên me pêş bikeve.
4 Çile 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
