HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Berya neha fermandariya me ya Şengal a HPG û Yekîneyên Berxwedana Şengal YBŞ a Şengal da diyrkir ku wê têkildarî şer û komkujiya li gundê Cudale yê girêdayî Şengalê rû dabû daxuyaniyek berfireha were dayin. Di vê çarçovê de:

Li hin gundên qûntarê Şengalê bi taybet jin û zilamên îxtiyar hene. Ev mirovên me naxwazin xaka xwe terk bikin. Ji ber ewlekariyê em navê van gundan aşkera nakin. Lê belê li gelek gundan mirov hene. Me jî xwest em van mirovên xwe bikişînin qadên bi ewle. Lê belê van mirovên îxtiyar gotin, ‘Eger mirinek hebe jî bila li van xakên pîroz û gundê me be’ û tevî hemû israrên me jî xwestin li gund bimînin.

Em wek hêzên gerîla û YBŞ’ê li gor derfetên xwe yên bi sînor me xwest em vî gundî biparêzin. Lê belê çeteyên ku ferq kirin ev mirov li gund in di hefteya dawî de gelek êrîş pêk anîn. Ev hemû êrîş vala hatin derxistin û darbeyên giran li çeteyan hatin xistin. Ji 20’an zêdetir çete hatin kuştin. Nêzî 10 wesayîtên wan hatin rûxandin.

Lê belê sibeha 24’ê Tebaxê çete wesayîtên piraniya wan wesayîtên zirxî bi zêdetirî 80 wesayîtî êrîşî gund kirin. Hêzên me tavilê bersiv dan wan. Nêzî 2 saetan şerekî nêz û di nav hev de çêbû. Çeteyên ku derbeyên giran xwarin, taktîka xwe guhertin û berê xwe dan gundê Cudalê yê mirovên sivîl lê dijîn. Li wir piraniya wan ku temenê wan ji 60'î zêdetir bû, 15 mirovên me yên sivîl hatin qetilkirin. Di vî şerî de ji 10’an zêdetir çete hatin kuştin, wesayîteke zirxî ya bi navê Hamir ket destê hêzên me. 2 wesayîtên wan jî ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Ji hêzên YBŞ şervanê bi navê Şemo Reşo Elî bi lehengî şer kir û tevlê karwanên şehîdên nemir bu.

Di daxuyaniya berî niha ya ji aliyê DYA ve hat kirin ku hat gotin ‘Me dorpêç şkandiye, pêdivî bi alîkariya mirovî nîne’, ne rast in û komkujiya li gundê Cudalê daxuyaniya DYA derew derdixe.

Bi vî awayî bi dehan gund di bin tehdîta komkujiyan de ne. şêniyên gundê Cudale birine Tirbeya Şêx Mend û gundî xistine tirbeyê û teqandine. Ji bo bê îspatkirin ku hê jî gundên Êzidiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatine dorpêçkirin gelo divê hîna çend gund di komkujiyê re derbas bibin? Eger dorpêçkirineke hatibe şikandin hebe, ev jî korîdora ewlekariyê ya hêzên YPG’ê ye ku bi 10’an şehîd dane û vekirine. Û îro ev korîdor di bin êrîşa çeteyan de ye û bi rîska girtinê re rû bi rû ye. Di rewşeke wiha de wê tevahî herêma Şengal bikeve çembera çeteyan.

Îxtiyarên temenê wan di ser 60 salî birin Tirbeya Şêx Mend a ji aliyê Êzidiyan ve pîroz tê dîtin û li wî mekanî gundî di tirbeyê de, tevî tirbeyê teqandine.

Gelê me yê Êzidî yê rûpelên dîroka wan bi komkujiyan tijî ye îro jî li ber çavên tevahî cîhanê di komkujiyekê re derbas dibe. Divê ev bê dîtin.

Em wek hêzên HPG û YBŞ em careke din dubare dikin ji bo parastina gelê me yê Êzidî wezîfeyên dikevin ser milê me bi awayekî layîq em ê bi cih bînin.

27 Tebax 2014

Fermandariya HPG -YPŞ a Şengalê