Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21’ê Kanûnê de di navbera navçeya Mêrdînê Kerboranê û navçeya Şirnexê Hezexê li dijî Geliyê Cehennmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di navbera leşkerê dijmin ê derketiye opersayonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye, di encama vê pevçûnê de hevalê me Egîd Batman – Yusuf Akdari bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.
|
Nasnav: Egîd Batman |
Bi meha Kanûnê ve li dijî gerîla yê me yê derbasî baregehên xwe yê zivistanî dibin artêşa dagirker a tirk êrîşên xwe dijwar kiriye, li her çar aliyê Kurdistanê hêzên di bin fermandariya hukumeta AKP’ê ji bo gelê me û gerîla yê me tune bikin zendên xwe badane. Di erdnigariya mirovahî dest bi jiyanê kiriye, di şexsê gerîla yê lehengên Kurda yên nobedariya azadiyê digirin, dixwazin mirovên azad tine bikin.
Artêşa dagirker û faşîst ji aliyekî êrîşên xwe bênavber didomîne, ji aliyê din jî di raya giştî de bi nûçeyên derewîn li dijî gelê me û raya giştî ya demokratîk şerê xwe yê psikolojîk berdewam dike. Bi vî awayî dixwaze di derbarê bûyerên li Cûdî, Amed û Çewlikê mejiyan tevlihev bike.
Arteşa dagirker a tirk adeta weke tola xwe ya di sala 2011’an de ji gerîla yan xwariye bêexlaqî û bi elçaxî şert û mercên xwezayê jî bikartînin û konsepta şer xistine meriyetê. Di encama yek ji van pevçûnan de li Geliyê Cehennem de rêhevalê me Egîd gihîştiye şahadetê.
Hevalê Egîd ê di sala 1980’an de li Êlihê di malbatake welatparêz de hate dinê, vê kevneşopiya malbatê bi berxwedana xwe xemiland û di sala 1996’an de di temenekî ciwan de tevlî nava refê gerîla bû. Ev 15 sale nûneriyeke xurt ya ruh û fikra APOyî dikir û lig elek herêmên cûda ev kar bi serkeftî meşandiye. Ji Mêrdîn, Gabar, Botan û Qendîl di serî de li gelek qadan tekoşîneke xurt meşandiye. Tevlî gelek çalakiyan bûye û du caran jî birîndar bûye. Tevî zorî û zehmetiyên kişande jî tu car ken ji ruyê xwe kêm nedikir û her dem li dijî neyarên xwe xwedî helwest bû.
Di pêvajoya 1999’an de ku gerîla derketin derveyî sînor, li herêmên Gabar û Mêrdînê xwedî kedeke mezin bû hevalê Egîd. Herî dawî jî ji bo şervan û fermandaran perwerde bike û bibe mînak, ji bo rêhevalên xwe biparêze bi cangorî tekoşîya û tevlî nava refê nemiran bû.
Rêheval Egîd bi dilnizmî, coş û mêrxasiya xwe her dem di ruyê wî yê biken de diteyisî, herdem şopdarê riya Agîdan bû. Feraseta berpirsyarî û erk ê ya Heval Egîd, dilsoziya wî û kurbûna wî ya di bîrdoziyê de ji bo me herdem rêbereke xurt e. Van rojên em bi Egîdan gihîştinê cardin demê em herî nêzî azadî û serkeftinê ne em ê bi Egîdan biserbixînin.
27 Kanûn 2011
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê

