HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Gelê me û raya giştî re!

pêngava 2004’an yek ji xalên girîng yên di dîroka Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de, 2’mîn ruhê 15’ê Tebaxê derxist holê, planên îmha û înkarê yên hem li hundir û derve vala derxistiye. Hikumeta AKP’ê bitaybet piştî ku hate ser desthilatdariyê naxwaze daxwazên gelê Kurd yên demokratîk bibîne, ji ber polîtîkayên înkar û îmhaya Kurd her tim êrîşî gelê me û gêrîlayê me kiriye. Li ser gelê me û gêrîlayan îmha ferz kiriye. Bi pêşketina van êrîşan re gelê me û gêrîlayan ji 1’ê Hezîrana 2004’an ve bi ruhekî berxwedaniyê tekoşîn daye meşandin. Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an destpêkir heya 1’ê Hezîrana 2010’an  ber bi stratejiya şerê gel yê şoreşgerî ve bilind bû û îro jî bi Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk berdewam dike.

Piştî pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an pêşketina berxwedanê re, di nava van dehsalan de, ji aliyê gelê Kurd ve hem berxwedanên mezin, hem qehremantiyên mezin û hem jî destkeftiyên mezin hatine qezenc kirin. Di serî de berxwedan ku li hemberî dewleta Tirk, polîtîkayên ewlekariyê û leşkerên hikumeta AKP’ê biryarbûn û hêza berxwedanekî dîrokî derxistiye holê. Pêngava berxwedanê ya ku di pêşengtiya gêrîlayan de pêkhat, nîşanî tevayî cîhanê daye ku gelê Kurd bê xwedî û parastin nîne. Bi taybet piştî ku plana hikumeta AKP’ê ku hemû hêzên cîhanê girte pişt xwe û bi “modela Srîlanka” xwest êrîş bike vala derket, hêza gêrîla ya rast ji aliyê hemû hêzên cîhanê ve hate zanîn. Di nava van dehsalên ku berxwedanek mezin têde hat kirin de, daye nîşankirin ku berxwedana tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd bi rêbazên leşkerî xilas nabe.

Pêvajoya ku ji pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an destpêkir û bi şerê gel yê şoreşgerî giha lotkê, her wiha encamê vê berxwedanê jî pêşketina pêvajoya nû ya sala 2013’an bi Newroza Amedê re pêşket berdewam dike. Pêvajoya nû ya Avakirina Jiyanek Azad û Rizgariya Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, em armanc dikin ku vê pêvajoyê bi azadkirina Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser esasê demokrasiyê pêş ve bibin. Tevgera me di vî alî de rêxistinkiriye, hişyar û biplane. Em weke HPG di vê xalê de weke girêdana bi şehîdên xwe ve, her erkê ku di keve ser milê me heya dawiyê em bê bikin. Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk ya îro em pêktînin dê bi guhê mezin yê pêngava 1’ê Hezîranê biser bikeve.

Li ser vî bingehî em hemû rêhevalên xwe yên di pêngava 1’ê Hezîranê de şehîd ketin birêz bibîrtînin û weke girêdana bi bîranînên şehîdan heta ku azadiya Rêber APO û gelê Kurd dê tekoşîna xwe berdewam bikin û dubare ji rayagiştî re radigihînîn.

31 Gulan 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê