HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di nava hefteya dawî de, di serî de navçeya Şirnex Qilabanê û qadên Heftanînê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser sînor, tevgereke zêde ya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker tê jiyîn.

Ji 15'ê Sibatê û vir ve, hêzên dijmin ên bi ewlekariya balafiren keşfê, helîkopterên êrîşê yên kobra û balafirên şer ji bejahî ve bi pêş ve diçin, hewl didin di navbera Girên Meymûn, Deriyê, Dawetiya û Şehîd Kendal de rê û qereqolên nû çê bikin û bi vî rengî herêmê têxen bin kontrola xwe.

Di vê çerçevêde:

1. Di 20'ê Sibatê saet di navbera 11:00 û 12:00 de, dîsa di heman rojê saet di 15:00 ê de li herêma Şehîd Kendal dem bi dem pevçûn qewimîn.

2. Di 21’ê sibatê de saet di navbera 05.03 û 07.30’an de li qadên Deriyê Dawetiya û Şehîd Kendal bi obus û topên hewanê bombebaran kirine. Her wiha qada Şehîd Kendal saet di 06.00’an de bi helîkoperên taarruzê yên kobrayê hatin bombebarankirin û pişî ku hêzên me bersiv dane helîkopterên kobra neçar mane vekişin. Her wiha qadê Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiyan bi tanq û obusan hê jî tê bombebarankirin.

3. Di 20’ê sibatê de saet di navbera 11.00 û 12.00’an de û her wiha di 21’ê sibatê de jî saet di navbera 08.00 û 10.00’an de Girê Kuro Şîno ya qada Aruşe (di heman demede ev herêm Girêdayî Heêma Metîna ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê veye) ya girêdayê Navçeya Qilabana Şirnexê ye ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi obus û topên hawanê hate bombebarankirin.

4. Di 19’ê Sibatê de saet di navbera 16.30 û 17.30’an de Girê Genîş, Girê Gostê û Girê Şehîd Sîdar yê girêdayê Şemzînan a Colemêrgê ne, tevgera berfireh ya helîkopterên kobra hatiye çêkirin. Li xeta sînorê Şemîzanê û geliyê ava Hecî Beg jî sewqiyata leşkerî hat kirin û her wiha hewl tê dayîn ku xeta sînor bi telan bên dorpêçkirin.

ligel van hemûyan ev saleke agirbest hatiye îlankirin tê wateya binpêkirina agirbestê, Hêzên me yên gerîla li dijî van êrîşên ku li hemberî qadên gerîlayên me pêk tên xwe diparêzin û di vê çarçoveyê de dem bi dem pevçûn jî tên jiyîn.

Hêzên me bi baldarî û tîtîzbûneke mezin guh didin biryara agirbestê ya tevger û serokatiya me û divê bê zanîn ku hêzên me dê bi awayekî aktîf bersivê bidin her cureyê êrîşan.

21 Sibat 2014

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel