Ji gelê meyê Cizîrê û çapemeniya demokratik re!
Di rojên dawî de komekî ku li ser rûyê xwe maske danîne li hemberî welatparêz û hinek saziyên demokratîk êriş pêkanîne, li ser hinek kesên welatparêz yên ku di tekoşîna demokratîk de cih digirin tundî pêkanîne û gefên mirinê li wan kirine.
Koma bi maske a mijara gotinê ye ti eleqeyekî wan bi yekîneyên me yên gerîla re nîne. Ev kom bi temamî komekî çete ye. Li bajarekî me yê weke Cizîrê ku welatparêzî û girêdayîna xweya bi tekoşînê re xûrt de, hewil didin ku bi van kiryaran serê gelê me tevlîhev bikin, navendê tevlîhev bikin û zererê bidin pêvajoya hilbijartinan a pêş me.
Pêwiste gelê me yên li Cizîrê û raya demokratîk di derbarê van komên çeteyan de agahdar bibin û li hemberî vê yekê banga şiyarbûnê dikîn.
23 Sibat 2014
Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel
