HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Bo Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Demoqratîka

Di demek ku Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê demên hesas û dîrokî tên jiyîn herwiah li ser herêmê peşveçûn û şer desthelatdariya xwe dide nîşandan Hêzên Parastina Gel (HPG) bi serkeftî 7. Konferansa xwe li darxist.

konfernas foto

Konferansa ku di navbera dîroka 10-18'ê cotmehê de bi tevlîbuna 194 delegeyên ku ji hemu qadên tekoşîna Gerîla temsîl dikir amadebuna li ser rojevek têr û tijî herwiha bi hişyarî û berpirsyartiyek mezin û aktif hatî nîşandana konferansê, 9 rojan bi nîqaşên berfireh, analîz û nirxandîn bingehîn bi awayek serkeftî konferansa me bi dawî buye. Konferansa ku bi duruşma ''Konferansa Serkeftin û Ji Nûve Avabûnê'' a 7. ya HPG'ê li ser pratîka HPG'ê û projeya ji nûve avabunê, nirxandin u rexne u rexnedariya xebat û pêşketinên 2 salan ên sîyasî û leşkerî li cîhan, Kurdistan û herêmê hatiye gihiştina biryar û plansaziyan.  

Konferans me, Moderniyeta Kapitalist a ku rewşa krîzek kur jiyandike bi têkelîbuna wê ya li ser krîza rojhilata navîn ku weke xebatên aliyê çareserkirina vê krîzê hatiye nirxandin. Rewşa Kaos û şer ya li Rojhelata Navîn tê jiyan kirin heman demê de krîza ku tê zanîn weke sibera ji vê rewşê temaş kiriye. Piştî şerê cîhanê yê yekem sîstema bi têgeha netew-dewlet a nîjadperest şekil girtî bi vê ve girêdayî serdest, ji rastiya gel dûr rejîmên dîktator ên monarşîk êdî di can birinê dene. Bi sed salan gelê herêmê li hev dana kuştin, zilm, belengazî, qetlîam û vê rejîma ku koledarî dayî jiyankirin êdî gelê herêmê hatiye rewşa teqînê u serîhildane. Ji 2011'an û vir ve serhildan û îsyanên gel yên tên jiyankirin, hesreta gelê herêmê ya ji bu azadî û demoqrasîyê çiqas bi hêz, ji bona wan bi qasî av û hewa yê ku di giringiya ku nayê terk kirin dide nîşandan. Gelên herêmê yên fedekarî û berdêlên mezin dayîn, civakek ji pêşengtiya îdeolojîk, siyasî û rêkxistinî bê pare hênajî li gorî mafê ku heq kirî ne girtî ji, di tekoşînê de ji rê daye valehiyan. Hêzên serdest yên navnetewî û herêmî ku van valehîyên şoreşê dinirxînin, pêşveçunên şoreşgerî di bingeha berjewendiyên xwede di bin xebatên bandorkirin û bi aliyê xwe ve birinê dene.

Îro ew pêşveçûnên li Suriye tên jiyankirin, vekiri nîşaneya vê rewşê ye. Ew şerê ku li Suriye tê jiyankirin ne tenê şereke di navbera rejîm û mûhalefetê de, rewşeke herêmî û navnetewî, weke zemînek yê hesap pirsikirina di navbera van hêzan de û bi navê wekaleta van hêzan şereke li ber çavane. Eger îro rejîm û ew kesên mûhalefetê piştgirî dikin di wateya siyasî û leşkerî de xetimîn û ne serkeftin tê jiyankirin. Ger di tevahîya welat de bibe sedemê têkçunek û trajediyên mezin, ev, bi wateya herdu aliyên şerker jî ji sedemê nebuna bersiva hesreta û xwastekên azadiyê yên gelê suriye û ne girtina ji cihen pêwist ya gelên Suriye ve girêdayî ye.

konfernas foto1

Bi buyîna xwediyê tekoşîn û mîrasek mezin û gelê meyê rojava ku îdeolojî u felsefeya Rêber Apo esas digrin, ne di bin sîbera tu aliyan û li cêgirbuyîna tu hêzan de, weke hêz û xetek sêyem xwe rêkxistin kirye û şoreşa xwe di 19'ê Tîrmehê de pêkaniye. Rewşa rastiya ya di şoreşa rojava de derketî, dîroka hevbeş ya gelê herêmê, çanda hevbeş, bi perspektifên jiyanek hevbeş xeta sêyem ya ku Suriyeyek demoqratîk û pirjimar kirî armanç, şansê xetek ya serkeftinê daye îspat kirin. Şoreşa Rojava ya ku ji şoreşa demoqratîk a Suriye re ronahî digre heman demê de, ji bo çareseriyek demoqratîk a pirsgirêka Kurda ya di parçeyên din yên Kurdistane re ji buye rê nîşanker.

Hêzên dagirker û hevkarên wan yên xwe li hember hêzgirtin û azadbuna gelê meyê li Rojava ne girtî xetimandina şoreşê û şikandina hêza gelê me ji xewere kirine armanca sereke. Li ser vî esasî ji kampanyayên ambargoya ekonomî, dezenfarmasyon û reşkirinê, xwe bi hêzên siyasî-diplomasî yên li herêmê ranegirtiye hêzên navnetewî yên terorîst dayîne êrîşkirina ser gelê mede. Li hemberî gelê me yê li Rojava bi taybet di van 3'ê mehên dawî de hêrîşên terorîstan yên hatin pêşxistin ne bi tenê bihêzên çete, bi hêzên navnetewî û herêmî yên ku pişta wan digrin ve girêdaye. Hinek hêzên Kurdistanî yên dijberî şoreşa Rojava û welatparêzî û Kurdistanîyê ji bi helwestên xweyên dijberwarî buyîne parçeyek yê vê konsepta xeniqandinê. Lê belê gelê me li hemberî van êrîşan bi rastîn û fedekarî berxwedanek dîrokî nîşandayîn, herwiha ew êrîş bê encam hiştîn ji daye nişandan ku yek ji hêzên sereke yê şoreşa Rojavane.

Hukumeta AKP'ê ya ku mûdaheleya ji bo Rojhilata Navîn û ji nuve sererast kirina herêmê dîtî, ji bo gelê Kurd para xwe ji vê negire û nebe xwedî statû karê yekem daniyî pêşiya xwe helwestên tasfiye kirina tevgera azadîxwaz a Kurdane. Hukumeta AKP'ê ya ku piştî hilbijartinên 2011'an bi helwesta ketina konseptek berfireh ya qirkirinek bi şêwazê tevgera Tamîla, bi ve armancê hem ji bo hêzên navnetewî û herêmê xwestiye piştgirî bistîne, taktîkên herî modern yên teknolojiya şer xistiye meryetê, artêşa taybet, timê taybet û leşkerên xwe yên bi mûçe (dirav) berdaye pêş, li ser vî bingehî bi armanca tasfiye kirina hêzên me yên gerîla du salan aktîf xebat meşandiye. Bi vê ve girêdayî jî, bi 10 hezaran zêdetir siyasetmedarên Kurd û kesên bi îradeya gel hatîn hilbijartin hatin girtin û bi vê ji xwere şikandina îradeya gelê me kirine hedef û armanç. Van êrîşên xwe bi dezenformasyonek berfireh û şerek pîskolojîk piştgirî dayê.

konfernas foto2

Ev konsepta îmha kirinê bi nîşandayîna berxwedana hemdem ya Rêbertîya me, gelê me, girtiyên siyasî yên di zindanan de tên girtin û hêzên me yên gerîla ne hiştiye bigihije serkeftinê. Rêber APO ku vê pêvajoyê û pêngava berxwedanê digre dest û dinirxîne, bi bangawazî ya Newrozê ya di sala 2013'an de rê li pêşiya demoqratîkbuyîna Turkiyê û ji bo çareşerbuna pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demoqratîk bê çareserkirin vekiriye. Hem tevger hem ji weke hêzên HPG pêvajoy rizgariya demoqratîk ya Rêbertiya me dayî destpêkirin xwedî lê derketine, tişta ku ketiye ser milê me ji hatiye pêkanîn. Her çendî ku derdorên dijber xwestibin ku rewşek ya şer were derxistin û ji bo rewşek ya şer bê berdest kirin jî, lê belê ew vale hat derxistin û rewşa agirbesta yek alî hat danezîn kirin û dîlên ku di destê mede hatin berdan û veguheştina hêzên me yên di sînorên Tirkiyê de hatiye destpêkirin.

Weke Rêbertî û tevgera me li rexmê bi fedekariyek mezin ew pêngav hatine avêtin jî, lê belê dewleta Tirk û hukumeta AKP'ê tû pêngavên bawerî pê were ne avêt. Herçendî ku rîayet ji pêvajoya agirbestê re îji qaşo nîşan dayîbe, lê belê di aliyê derbazkirina zîhinyeta têgihiştina qirkirinên çandî, tevgerên asîmîlasyon û înkar-îmhayê tu pêşketin ne daye nişandan. Di bingeha pêkanînên hemu daxwazên mede li rexmê wê berevajo pêknanînên hemu xebatên xwe herwiha ji gihiştandina bicih anîna hemu daxwazên me û sererast kirina cihê Rêbertiya me, berdana girtiyên siyasî herwiha dest ji siyasetên xwe yên înkar û îmha, asîmîlasyon ku di pêvajoya duwem de di bin berpirsartiya dewlet û hûkemetê de bun tu pêngav ne avêtin. Dev ji van berdin, li Kurdistanê bi sedan qerqol çêkirina wan hatiye destpê kirin, bi armanca parastinê bi çêkirina rê û bendavan, lez hatiye dayîna cerdevan kirina gel. Li herêmên gerîla jê derketin mewzîbuyîn pêşxistin bi hêzkirin, li dijî kurdistanê sewkiyatên leşkerî û cebilxane hatiye pêkanin. Herêmên Parastinê Yên Medya ji dinav de tavahî herêmên me ji aliyê balefirên keşfê yên bê mirov ve bê navber herdemî hatine keşîfkirin. Bi çêkirina diwarê nû yê Berlînê ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, raste rast dijberiya xwe ya li hember şoreşa rojava daye nîşandan.

konfernas foto3

Lİ ser vî bingehî Konferansa meya ku pêvajoya siyasî û pêşketinên herî dawî nirxandî, herwiha xebatên du salan yên pratîka tevgera Hêzên Parastina Gel jî bi awayek berfireh hat girtina dest. Dû salên ku konsepta tasfiyekirinê li hemberî gel û tevgera me hatî pozber kirin, ji aliyê HPG'ê ve weke pêvajoyek berfireh ya tekoşîn û berxwedanê. Li hemberî pêkanînên tevgerkirina bi planên Tamîlî, di bingehê perspektifên şerê gel yê şoreşgerî de bertek nîşandayîn, gerîlayên me yên hakîmyeta herêm û qadê di destê xwe de girtî, ji Şemzînan heya Çelê, ji Beytuşebab heya Amedê, Dersîm heya Serhed, Behra Reş heya Amanosan bi berxwedanek bi hempa ya şerê gel yê şoreşgerî bi hûkumeta AKP'ê têkçuyînek mezin mehkumê bê serkeftiniyê hiştine. Di pratîka van du salande hemu ew ne têrbuyînên ku hatîn jiyankirin derbaz kirina wan û di bingehê felsefeya Apocî de bi gihiştina gerîlatiya modern û profesyonel, carekîdin daye diyarkirin û îspatkirin ku gerîllayên Kurdistanê wê bibe gerîlayê serxistinê yê sedsala 21'an.

Hêzên Parastina Gel yên Kurdistanê, li ser bangawaziya Rêbertî ya di Newroza de hatî destpêkirin weke avakirina jiyana azad û azadiya demoqratîk weke berpirsyartiya dîrokî tişta ku ketî ser mile me hatî pêkanîn û tipa tip bangawaziya Rêbertî û biryarên KCK'ê hatine bicihanîn. Bi berpirsyartiyek mezin û di nava disiplînê de tevgera paşve kişandina gerîla hatiye birêvebirin, bi sabir û îradeyek mezin girêdayî pêvajoya agirbestê bune. Û bivî rengî jî HPG bi qasî ku di şerde jî, di pêvajoya çareseriya demoqratîk a Kurdistanê de ji bo tişta ku ketî ser milê me xwe şiyandarbuyîna xwe daye diyarkirin.

Konferansa me ya ku berxwedana HPG'ê ya du salan li ser vî bingehî nirxandî, di bingehê rexne û rexnedariyek bi cesaret de kêmasiyên ku hatine jiyankirin, xeta û kêmanî hatine dest girtin, û sedem û encamên derketina van kêmasî û têrnebuyînên heyî hatiye nirxandin û ji bo derbaz û sererast kirina va kêmasiyan gihiştiye biryardariyê.

Mijarek din ya ku Konferansa me bi giringi dest girtî ji aliyê ji nuve avabûn û projeya kurbuyînê bu. Projeya ji nûve avakirinê ku armanca xwe kirî derbazkirina kêmasî û têrnekirinên heyîn, perwerdeyek ne tenê leşkerî herwiha aliyên îdelolojîk, çandî û polîtîk ji perwerdehî hebu. Projeya kurbuyîn û nûbuyînê ye. Konferansa me ya ku di biryardariya temsîl kirina rih û xeta 11. kongreya PKK'ê dayî nîşandayîn, heman demê de jî bi xwere ji bo pêvajoya nu jî pêwîstî biryar, sazkirin û plansazî jî aniye.

7. Konferansa me ya ku li ser pêşengtiya rêheval Huseyîn, Mehmet, Kerîm, Rojîn, Numan, Rubar, Celal, Xebat, Simko, Çiçek, Alişêr û Rûstem'an de di kesayeta van hevalande bi nişandayîna berxwedanên destanwarî ku bi sedan rêhevalên me yên ku gihiştine şehadetê, yekane buyî îspata xeta azadî û serkeftinê, li ser vî bingehî buye Konferansa biryardayîn û sozdariyê. Li ser vî bingehî Konferansa me ya ku gihiştî biryardarî û zelalbun avakirî, li bin fermana Rêber APO de mayîn û li ser perspektifên rêzanî yên KCK'ê bê dil waswasî weke Hêzên Parastina Gel yên Kurdistanê tevger bikîn, heman demê azim û biryardariya ji bo azad kirina Rêber Apo berpirsyartiyên ku dikeve ser mile me bi cih anîna wan; buye Konferansek ya layîqbuyîna Rêbertî, Gel û şehîdan bi sekin, îdeaya rêvebirina pratikê û gihandina lûtkeyê ya îradeyê ya gerîla.

7. Konferansa me ya ku dibin duruşma serkeftin û ji nûve avabûnê de bi dawî buyî li tevahîya hêzên gerîla û gelê me pîrozdikîn, di bingeha duruşma azadiya Rêber APO azadiya me tevahiyane de herkesê vedixwînîn bilindkirina asta tekoşînê.

6 Mijdar 2013

Konseya Fermandariya HPG' ê