HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Em bi xemgînî pê hesiyan ku lehengê neteweyî yê gelê Vîetnamê, fermandarê mezin ê gerîla hevalê Nû Ûgûyen Gîap jiyana xwe ji dest daye.

General Gîap, ku di şert û mercên bê derfetiyê yê gelekî xizan de, bi bawerî û dîsîplînê re ji berxwedana li dijî hêzên herî mezin ên cîhanê re pêşengî kiriye û bi pratîka xwe re nîşan daye nebeze. General Gîap milîtanekî şoreşger e ku di tevahiya jiyana de, tevî dijmin hurmeta her kesî qezen kiriye. Lehengiya wî, afirîneriya wî ya taktîkî, çalakvahiya wî ya gerîlatiyê, mejiyê wî yê tûj û bi lez ê leşkerî, ji Asya Dûr heta Emerîka Latînî, li tevahiya Cîhan û Kurdistanê ji gerîlatiyê re bûye çavkanî.

Ev dehayê leşkerî û şervanê gel, ji destpêkê ve bala Rêberiya şoreşa Kurdistanê kişandiye û ji bo Serok APO û fermandarê leheng ê Kurdistanê hevalê Egîd re bûye îlham. Di pêkhatina Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî û rûniştandina gerîlatiya li Kurdistanê para wî heye.

Mîna hemû gelên ji bo azadiyê têdikoşin gelê Kurd jî wê li General Gîap bigere û gerîlayên azadiyê yên di ronahiya wî de dimeşin, dê destanan her binivîsînin.

Li ser vê bingehê, ji ber ku fermandarê mezin beşdarî karwana nemiran bû, di serî de gelê Vîetnamê em ji tevahiya gelên dilsozên azadiyê re sersaxiyê dixwazin û destnîşan dikin ku weke şopdarên Gîap emê bîranîna wî weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê her tim di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

6 Cotmeh 2013

Fermandariya Navenda Parastina Gel