HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê meyê welatparêz û raya giştî re!

Komploya 9'ê Cotmehê a lî dîjî kesayeta Rêber APO, tevgera azadiya kûrdistan û gelê me. di salvegera 15'emîn de hêzên komploya navneteweyî pêkanîne, yên ku di navde cîh girtine şermerzar dikin. Em şehîdên xwe yên leheng ên li dijî vê neheqiya li gelê Kurd hatiye kirin ji roja destpêkê ve bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dora Rêberê me xelekek ji agir çê kirin, careke din bibîr tînin û careke din soza xwe dûbare dikin ku heta azadiya Rêber Apo, emê bîranînên wan bi bilindkirina têkoşînê bidin jiyîn.

Gelê Kurdistanê yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamyayê ye, mafê jiyanê jê re nehatiye dayîn û her tim tinekirin li ser hatiye ferzkirin. têkoşîna mafdar a gelê Kurd her tim bi komplo û lîstikên tarî re rû bi rû maye. gelê me, ji bo mafê xweyên bingehîn hertim bi rihê tekoşînê li hember komploya tarî û lîstkên wê bi sekna xwe xwestiye vala derxine. raperîna dawî ya gelê Kurd têkoşîna PKK'ê jî, bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û paşverûtiya herêmê re hewl hatiye dayîn were tinekirin.

Lê belê, di serî de berxwedana dîrokî ya Rêber APO, têkoşîna gerîla ya di asta lehengiyê de û serhildanên gelê me, beşeke mezin a Komploya Navneteweyî pûç kiriye. Di encama vê berxwedana mezin de Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê gihaştiye wê nuqteyê ku karî li gelek herêmên Kurdistanê serdest be, yekitî û rêxistinbûyîna gelê me mezin bûye û li herêma Rojhilata Navîn veguheriye aktorekî bingehîn. Bilindbûna têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji bo şoreşa Rojava jî bûye bingeh. Bêguman heta ku Rêber Apo azad nebe, em nikarin behsa bi temamî pûçbûna Komploya Navneteweyî bikin. Lê belê dema nuqteya heyî ya gelê me û tevgera me li ber çavan were girtin, tê dîtin ku rojên azadiyê ne dûr in û li pêşiya me disekinin.

Ji bo xwegihandina vê armancê weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, emê bi hemû mejî, rêxistinbûyîn û hêza xwe re bibin nobedarên Rêberê me û destketiyên gelê me û weke neferên fedayî yên têkoşîna gelê me ya li dijî komployê, emê berpirsyariyên xwe bicih bînin.

8 Cotmeh 2013

Fermandariya Navenda Parastina Gel