Ji gelê me û raya giştî re’
Di 19 Hezîrana 2010’ande li navçeya Colemergê, Şemzînanê li dijî Girê Konserveyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke berfireh hatibû lidarxistin. Di vê serdegirtinê de herî kêm 37 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatîbû kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bibû.
Di vê çalakiyê de hevalê me yê bi navê Devrîm (Kenan Geyik), Botan (Fuat Yilmaz) û Kurtay (Bariş Elver) bi lehengî şer kiribûn û gihîştibûn şahadetê.
Di vê çalakiyê de gerîla yê me yê bi navê Mordem – Hasan Sig ku di sala 1984’an li navçeya Mêrdînê Qoserê ji dayikbûye, di sala 2007’ande tevlî nava refê gerîla bûye piştî çalakiyê me agahî jê negirtibû. Tevî hemû hewldanên me nekarî bû aqûbeta hevalê Mordem zelal bikin.
Piştre li gor agahiyê ku me girtiye hevalê me Mordem gihîştiye şahadetê û termê wî ketiye destê Artêşa TC’ê. Tevî hemû lêkolîn û lêpirsînê me, me hîn jî nekarî di derbarê aqûbeta hevalê xwe de agahiyeke zelal bi dest bixin. Artêşa TC’ê cenazeyê hevalê me bi zanebûn vedişêrê.
Em bang li gelê me û raya giştî ya demokratîk dikin ku dijî vê pêkanînê helwestê xwe nîşan bide. Em di şexsê malbata hevalê Mordem de ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, cardin di derbarê vê mijarê de bang li hemû saziyên mafê mirovan yên netevî û navnetevî dikin kul i beramberî vê bûyerê bihistyarbin.
Agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;
Mordem di malbateke kedkar û welatparêz mezin dibe û di temenê xwe yê ciwan de di nava xebatê ciwanan de cîhê xwe bi awayekî aktîf digre. Li bajarekî weke Meletiyê ku şerê taybet û hewldanên înkar û tûnekirinê herî zêde li vir ji aliyê dijmin tê meşadin. Lê Hevalê Mordem li vî bajarî guh dide wijdanê xwe û vê rewşê napejirîne, dikeve nava xebatan û li dijî sîstema heyî de têkoşînê dimeşîne. Lê ev Hevalê Mordem têr nake, bi hesreta wargehên azad dilê wî bi jan e. Herî dawî bi biryarbûneke xurt di sala 2007 ande biryara tevlêbûnê dide. Di heman salê de ew û komek hevalê xwe dikevin riya wargehên azad. Di nav refê gerîla de her dem ji bo her karî amade bû, xwedî sekneke bibiryar û xurte. Di her çalakiyê de dixwest di refê herî pêş de be. Dawî jî di çalakiya li dijî Girê Konservê li herî pêş êrîşê dibe ser dijmin lê piştî wê jî tu agahî hê nayê girtin. Di encama lêkolîn û lêpirsînê me de diyar bû ku di wê çalakiyê de gihîştiye şahadetê. Em li beramberî bîranîn û tekoşîna wî bejna xwe ditewînin.
Em bawerin ku wê gelê me xwedî li bîranîna şoreşger ya Hevalê Mordem derkevin bi vê baweriyê em carekedin dibêjin emê her dem li gel gelê xwe bin.
11 Çile 2010
Biryargeha Navendî ya HPG’ê

