HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji bo gelê me û raya giştî re!

Sala 2007’an pêvajoyeke ku êrîşên topyekun yên Artêşa TC’ê yên li dijî tevgera azadiyê dihat lidarxistin. Di vê demê de di serî de li bakurê Kurdistanê û li dijî Herêmên Parastina Medya gelek êrîş hatibû lidarxistin.

Li Botanê jÎ gelek êrîş ji aliyê dijmin hatiye lidarxistin, gerîla yê me jî bi lehengî bersiv daye. Di demek şer û pevçûn zêdebibû, li Gabarê li derdora Çiyayê Bizin adi navbera leşkerên dijmin ên derketibû operasyonê û gerîla yê me de gelek pevçûn qewimî bûn. Ji ber şert û mercên şer û derfetên kêm de encamên lêkolînên xwe û agahiyên nû dikevin dest me ji raya giştî re parvedikin. Di 26’ê Kanûna 2007’an de li Şirnex, li Çiyayê Bizina ku bi ser Gabarê ye di navbera leşkerên dijmin ên derketibû operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hevalê Heyder li dijî êrîşên tunekirinê bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;

haydar_ferhat_yarkan_small

Navê kod: Heyder Dersim

Nav û paşnav: Ferhat Yarkan

Sal û cîhê jidayikbûnê: 1983 / Uskudar , Stenbûl

Navê dayik û bav: Melek - Ahmet

Sal û cîhê tevlebûnê: 2002 / Kelareş

Dîrok û cîhê şahadetê: 26 Kanûn 2007 / Gabar, Çiyayê Bizina, Şirnex

Haydar Dersim – Ferhat Yarkan

Hevalê Heyder ku di sala 1983’ande li Stenbûlê jidayik bûye û bi eslê xwe ji Dersimê ye. Di encama polîtikayên inkar û tûnekirênê yên dagirkeran piştî serhildanê Dersimê xistibû meriyetê, malbata hevalê Heyder naçar mane koçberî metropolên Tirkiyê bûne.

Bi ruhê ku wê tevlêbûna nav refê gerîla wê bikaribe koploya navnetevî vala derxine, di sala 2002’ande bi biryareke xurt tevlêbûna xwe çêdibe. Li çiyayên azadiyê de bi xwe bawerbûnê, vîna xurt ya kesayeta milîtanbûyînê, herî dawî dixwaze li dilê Kurdistanê li Botanê di nav şer de cîhê xwe bigre. Di demeke kurt de pêşketinên pir xurt dike û bi ruhekî milîtan tevlê dibe.

Di kesayeta Hevalê Heyder de hem şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Emê tekoşîna wî bi bîrdarî berdawam bikin.

12 Çile 2011

Biryargeha Navendî ya HPG’ê