HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de meha Nîsanê demeke ku tê de lehengiyên mezin hatine nîşandan. Bi wateya mezinbuna Şehîdan di rastiya meya tekoşîna azadiyê de buye bingehê hêza meya ku di rastiya wê de vekirî daye nîşandan. Ji van Lehigan wek Zelal, Agirî, Nuda, Ferhad, Xelîl û bi hezaran rêhevalên me yên Milîtan ên ku bi berxwedaniyek mezin û di dîroka tekoşîna azadiyê de destanên mezin nivîsandin. Em rêhevalên xwe Harûn Gever (Tahîr Akdogan), Şoreş Ararat (Abdullah Kiliç), Şervan Çiya (Hasan Fîdancan) û Mûnzûr Amed (Mehmet Yaşar) ên di nava vê mehê de tevli karwanê Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê bûn di salvegera şehadeta wan de bibîr tînin û xurtkirina biryardariya xwe ya têkoşînê weke wezîfeyekê dibînin.

Nasnamayên rêhevalên meye Şehîd weha ne:

 

Nasnav: Harun Gever
Nav û paşnav: Tahîr Akdoxan
Cihê jidayikbûnê:
Navê dayik û bav:
Dîrok û cihê şahadetê: Nîsan 2013 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Harun Gever – Tahîr Akdoxan

Nasnav: Şoreş Ararat
Nav û paşnav: Abdullah Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik û bav: Hasret - Ramazan
Dîrok û cihê şahadetê: Nîsan 2008 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Şoreş Ararat – Abdullah Kiliç

Nasnav: Şervan Çiya
Nav û paşnav: Hasan Fîdancan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Edîbe - Gîyasettîn
Dîrok û cihê şahadetê: Nîsan 2013 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Şervan Çiya – Hasan Fîdancan

Nasnav: Munzur Amed
Nav û paşnav: Mehmet Yaşar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Hed
iye - Salîh
Dîrok û cihê şahadetê: Nîsan 2013 /
Amed

Munzur Amed – Mehmet Yaşar

Rêhevalên me yên ji Colemêrg, Agirî û Amedê tevli refên têkoşîna me ya azadiyê bûne, di xeta milîtaniyê ya Apoyî de biryardariya bilindkirina têkoşînê nîşan dane, li qada têde, hemû wezîfeyên herî zehmet bi ser xistine. Rêhevalên me yên ji çiyayên Bakurê Kurdistanê heta Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li gelek qadên welatê me wezîfe kirine, sekneke mezin a xwedîderketina li têkoşînê nîşan dane û rê li ber pêşketinan vekirine. Bi taybetmendiyên kesayeta şoreşger a bi hêz re di pêvajoyên girîng ên têkoşîna me ya azadiyê de rol lîstine. Sekna fermandarbûyînê ya rêheval Mûnzûr Amed, rêbaza têkoşîna biryardar a rêheval Şervan, gerîlabûyîna biryardar a rêheval Şoreş û dilsoziya azadiyê ya rêheval Harûn, di rêya milîtanbûyînê de ji bo me pîvanên jêneveger ên şoreşgeriyê ne. Her çar rêhevalên me yên leheng ên xwedî hezkirina mezin a rêhevaltiyê, ji bo afirandina Kurdistana azad di her şert û mercî de bi felsefeya Apoyî jiyane. Em şehîdên xwe yên meha Nîsanê û her çar rêhevalên me yên leheng di salvegera şehadeta wan de bibîr tînin û destnîşan dikin ku dilxwazî, meşa biryardarî ya têkoşîna me, wê bibe soza me.

25 Nîsan 2014

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel